Diyarname
Em jî têde çavê Ewropiyan li dû goga ku di Euro 2016 de tê lîstin e lê di heman demê de li parzemînek din tûrnûvayek heye: Copa Amerîka.
Di vê tûrnûvayê de duh maça fînalê hebû. Maç li Stada Metlife ya li New Jerseyyê di navbera Arjantîn û Şîlî de bû. Arjantînê baş xwe amade kiribû, bi lez dest bi maçê kir. Ji ber van helwdanên Arjantînê lîstikvanên Şîlî bi zor ber xwe didan, carinan ew li erdê dixistin. Yek ji van helwdanan di deqîqeya 16'an de hat û lîstikvanê Şîlî Marcelo Diaz ji ber Messi li erdê xist qerta zer dît. Di deqîqeya 29'an de dîsa heman tişt çêbû û Diaz bi her du qertên zer qerta sor dît û ji maçê derket. Nîveka yekemîn gelek dijwar derbas dibû, her faul jî hebûn. Di deqîqeya 43'yan de vê carê lîstikvanê Arjantînê Marco Rojo li hemberî lîstikvanê Şîlî Arturo Vidal faul kir, qerta sor girt û derket derve. Ji vê deqîqeyê paşê li cem her du tîman jî lîstik bi 10 kesan hat lîstin. Di vê nîvekê de Higuain firsendek mezin ji dest xist, nekarî golê biavêje.
Di 90 deqîqeyan de deng ji golê nehat, maç derbasî 30 deqîqeyê zêdek bû û dîsa gol nîn bû. Vê carê dora penaltiyan bû.
Pêşî Arturo Vidal gog danî lê nekarî golê biavêje. Dûre li ser navê Arjantînê Messi hat wî jî gog avêt derve û di her du penaltiyên pêşî de her du tîman jî nekarî serdestî bi dest bixin.
Dûre di 2 penaltiyan de her du tîman gol avêt. Paşê li ser navê Arjantînê Lucas Biglia gog danî, nekarî golê biavêje. Firsend ket destê Şîlî. Francisco Silva gog danî û ew vegurt golê, pêre jî Şîlî kir şampiyon.
Ji çavên Messi hêstir herikîn û bi deqîqeyan giriya. Piştî maçê klûba Barselonayê ragihand ku Messi ji ber penalti nekariye veguherîne golê gotiye ku ew êdî di tîma neteweyî de nalîze.
Messi bû 4 caran derdikeve fînalê lê di fînalê de têk diçe. Messi ji bo kanala welatê xwe TYC Sportê axivî û got: "Tîma neteweyî êdî ji bo min xilas bû. Bû 4 fînal û êdî ji bo min wateya wê nema. Min ceriband. Min gelek dixwest lê ez bi ser neketim. Ez bawerim divê êdî ez dest jê berdim."
Messi got ku wî nekarî penaltiyê biavêje û wisa dom kir: "Gelek kes ji vê ne dilxweş e. Herî zêde dilê min diêşe ji ber vê ku mirov bi Arjantînê nebe şampiyon. Mixabin ez bi ser neketim, ez vediqetim."
Messi 113 caran formaya Arjantînê li xwe kiriye û bi vê formayê 55 gol avêtine ku di nav tîma Arjantînê de rekora golan di destê wî de ye.
Messi li Barselonayê 4 caran bû Şampiyonê Lîga Şampiyonan, 8 caran li La Lîga bûye şampiyon, 3 caran Super Kûpaya EUFA, 3 caran Kûpaya Dİnyayê ya KLûban a Fîfayê, 4 caran Kûpaya Qral a SPanyayê û 6 caran Kûpaya Super a Spanyayê girtiye lê li Arjantînê ligel ku 4 caran derketiye fînalê jî nekariye kûpayê bi dest bixe.
Şîlî par jî bi ser ketibû
Copa Amerîka di sala 2007'an de û di sala 2015'an de li dar ketibû, îsal ji bo 100 salî careke din li dar ket. Şîlî ku par jî Arjantîn di fînalê de têk biribû, îsal dîsa ew têk bir û kûpa bir mala xwe.


