Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara
Ji salên dûr û dirêj Jan Dost nas dikim. Hîn ji dema zaroktiyê de, wî ji Kobanî, ji taxa Seydan. Ji taxa wan re digotin Mihela Seydan. Dema ku em hîn zarok bûn, em diçûn li Mizgefta Seydan fêrî zimanê erebî dibûn, me erebiya xwe xurt dikir.
Sal baş nayê bîra min, dema ku cara yekemîn çûme mala wan, min li derî da. Jan Dost derî vekir. Em derbasî hundir bûn, em rûniştin. Me suhbet kir. Suhbeta me eynî weke îro dîsa li ser edebiyat, ziman û helbestan bû. Weke îro derd û kul zêde tune bûn. Belkî jî hebûn, lê hîn em pê nehesiya bûn.
Diya wî –rehma xwedê lê be- ji me re çay anî, ew derbasî hundir nebû, ez weke kurê wê bûm, lê nizanim zagonên olî rê nedidan, yan jî şerm dikir, nehate hundir, Jan Dost çû ji ber derî tebsiya çayê ji dest wê girt. Me çay vexwar û weke îro tê bîra min, em li ser derxistina kovarekê axifîn, li ser çêkirina şevbêrkên rewşenbîrî û helbestan.
Em zarokên bajarekî bûn, zarokên toz û ecaca cihekî bûn, zarokên wan kolanan bûn, dema ku dibû toz û babîlosk, kîsên naylonî li ezmanan difiriyan.
Em zarokên wan kolanan bûn, ku me bi keviran dida pey dîn û behlolên xwe, hîn jî Berkelê Bilo ji bîra min neçû ye.
Me bi hev re di salên 80’an de kovarek li Helebê derxist.
Û êdî em dibin dostên nêzîk. Tê bîra min, helbesta yekemîn ku Jan ji min re xwend, “Tenura Diya Min Bû”. Gelekî ji diya xwe hez dikir.
Sal derbas dibin. Ez tême Ewropa, ew li welat dimîne. Pêwndiya me qut dibe. Piştî salên dûr û dirêj em careke din li Almanya di rojnameya AVESTA de hev dibînin. Em demekê bi hev re di AVESTA de dixebitin. Lê siyaseta “jê ne razî me, jê ne razî be” dikeve nava karê me û navbera me sar dibe. Em çend salan ji hev bidûr dikevin. Lê min her weke berê Jan, dostê xwe didît û min gelek caran ji xwe re digot, "ka rojek bihata, careke din ew dostaniya vegeriya!"
Min xwest di vê hevpeyvînê de Jan Dostê ku dinyaya xwe kiriye xem û keder, heta ku dikare dilê xwe veke û hinekî bêhna xwe berde.
Ev hevpeyvînê di 2 xelekan de diweşînin.
Dilbixwîn Dara, Jan Dost (Almanya 2000)Bila destpêk pirseke cuda be Jan, ji çi ne razî yî?
Çima tu napirsî Jan ji çi razî ye? Tiştê ez jê nerazî me, lîsteyeke dûr û dirêj e. Dibe ku ez negihim zû biqedînim. Lê dîsa jî ez ê hinek tişt bibêjim. Berî her tiştî û her kesî ez ji xwe ne razî me. Ji şêweyê jiyana xwe, ji qedera ku nizanim kê ez ajotimê. Ji vê sirgûna ku min bi destê xwe werîsê wê yê zivir û hişk li dora stûyê xwe gerandiye û sal bi sal tengtir dibe. Ez ji hevalên xwe ên (rewşenbîr) ne razî me. Ji durûtiya di nav me de. (gelek dostên min, hevalên nêzîk ji nişkê ve têkiliyan qut dikin, bêyî ku bibêjin min: binêre tu wisa û wisa û wisa yî, ji bo vê jî em nema dikarin bimînin hevalên hev). Bêwefayî, hesûdî, lêdana ji pişt ve, derew, xweperestî, û berî her tiştî ne zelalî!! Ev in webayên ku di nav hevalên derdorê de ne, û min gelekî aciz dikin.(mînak Mihemed Efîf El Husênî ku heta niha ez nizanim ew çi derb bû ji pişt ve li min da!!)
Tu hevalan berde, meriv jî, pismam û dotmam û xwarzê jî? Ev çi ye? Dunya çawa wergeriyaye? Gelek caran ez di dilê xwe de dibêjim: nexwe ez gelekî pîs im! Ji min tehmûl nabe, yan jî ez nikarim têkiliyeke durust di navbera xwe û yekî de biparêzim. Yanî bi gotina wisa beloq ez carnan bi kerîtiya xwe dihesim ( ji xwe ez ji keran gelekî hez dikim). Him jî pê dihesim ku nexweşekî psîkolojîk im, û gelek caran fikirîme herim duxtor.( duxtorê malê çend caran adresa psîkologan daye min, lê rûniştina bi psîkologan re bi xwe derdek e). Berê ez bi vê yekê gelekî diêşiyam. Min nizanîbû ka çima filan dostî wisa (qûna) xwe ji min qermiçandiye! Di hemû têkiliyan de, tim ê ku telefona dawî vedike ez im, tim ê ku emaila dawî dişîne ez im. Lê dilê min qet min naxapîne, ez dizanim filan êdî naxwaze bimîne dost. Nanê xwe li ser kaboka xwe datîne û diçe. Berê ez pir bêzar dibûm. Niha ez dibêjim Tuzzzz û bi cehennem kirî. Ev egresîvbûn e ne?
Her weha ez ji nebûna oksîjîna azadiya ramanê di nav kurdan de pir teng dibim. Tu newêrî ji partiyekê re, ji kesekî re, ji xwedayekî biçûk re bibêjî ku pozê sola te xwar e, dibe xeyd û neyartî. Ji bo Kurdan gelek sal, gelek perwerde divê ku karibin derbasî vê dema me bibin. Dema tu rexneyekê li kurdan dikî, di cih de te di xeleka neyartiyê de dorpêç dikin. Duruşmeya wan her ev e: tu ne wek min î, tu dijmin î!! Çi jî bibêjim? Li gor lêkolînên ku ev bûye bîst sal ez di wan de dixebirim, çi di kitêbên wêjeya klasîk de bin, çi jî di kitêbên tarîxî de bin, ez gihame wê encamê: kurd koçer in. Ku dibêjim kurd koçer in, wekî ku dijûnan dikim, gelek kes dixeyidin. Heyran ev encama lêkolînekê ye, koçerî ne şerm e, ya şerm ew e ku em nikaribin bibin bajarvanî.
Bi qasî aliyê negatîv, tu çima aliyê pozîtîv yê bûyeran nabînî? Ev reşbînî ji ku tê?
Aliyên posîtîv!! Ez bi xulqeta xwe reşbîn im. Ev ne di destê min de ye, dikim nakim jî jê rizgar nabim. Lê tiştên ku diqewimin reşbîniya min zêde dikin. Bihêle ez mînakekê ji te re bibêjim. Berî demekê (meha dehan sala 2008 an) festîvalek li Dihokê di bin duruşmeya “millet bi zanayên xo dihêne niyasîn” hate lidarxistin. Ji bo bîranîna Mele Mehmûdê Bayezîdî bû. Min di dilê xwe de digot, helbet wê min jî dawetî festîvalê bikin. Min kitêba Bayezîdî wergerandibû `erebî û şirove kiribû. Ew kitêb xelek bi xelek di Internetê de belav bûbû û ku ne şaş bim jî di kovara Gulan El`erebî de, ya ku li Hewlêrê derdiket jî hatibû weşandin. Kesekî bîra min nebir. Ev yek jî vedigere meseleya nediplomatîkbûna min, ez ne ew kesê ku misdanê ji vî û wî re bikim û xwe şêrîn bikim. Dibe ku dema dixwazim misdanê jî bikim, nizanim. Yan jî karibim têkeliyên berfereh bi derdorê re çêbikim. Berevajî wê, ez her tehl im, nizanim xwe mîna rûviyan di qulên teng rakim, loma jî ez ji van çalakiyan tême bidûrxistin. Li Bazîdê festîvala Ehmedê Xanî li dar dikeve, ez jî, bêyî ku pesnê xwe bidim, yan jî ji mafê min e ez li vir pesnê xwe bidim. Bûne bîst sal ez di nav berhemên Ehmedê Xanî de me, şirove dikim, lêkolînan pêk tînim, werdigerînim kurdî û erebî, alîkariya wergera firensî dikim, beşdarî hewldanên wergera wê ya almanî jî dibim, keşfên nû di metn û fikrên Ehmedê Xanî de ji kurdan re radixînim ber destan. Û dawî jî romanekê liu ser Ehmedê Xanî dinivîsînim. Lê dîsa jî ku festîval li dar dikeve, ez dûr dimînim. Çima ? ji ber hin helwestên min ên ne li gor dilê kesên birêvebir, yan jî li gor talîmatên ku ji wan re tên. Mixabin siyasetmedaran Ehmedê Xanî jî kirine endamê partiyên xwe. Ew kirine dîlê ideolojiya xwe. Mînakeke din bibêjim. Ne ku ez aşiqê çûna festîvalan im, lê wek prensîb dibînim ji mafê min e biçim û fikrên xwe bibêjim. Yanî dibe ku ez nikaribim herim jî (par semposyoma Amedê ez dawet kirim, lê derfetên min nebûn, min lêborîn xwest). Min wê dema hanê, nivîsek ji malpera Netkurdê re şand, ew nivîs dê di Diyarnameyê de jî bihata weşandin. Xwediyê Netkurdê razî nebû, emailek şand û dibêje: em tenê wan nivîsan diweşînin yên ku tenê ji bo Netkurdê tên. Ew Murad Ciwan bû, kesekî ku gelekî hurmeta wî digrim, û ji dûrve jê hez dikim. Bila ji min şaş fêm neke. Lê ne di serê malperê de, ne jî di binê malperê de şertekî weha heye. pişt re, keko ma tu pereyan didî nivîskarên xwe heta tu van şertan deynî? Ev çiye? Tenê wateya vê nehezkirina hêvûdin e. Yanî nivîs girîng be ne girîng be, ew ne pêwsit e, ya pêwist ku divê berê nehatibe weşandin!! Xwedê ji we razî be, li malperên xelkê binêrin, çawa quncikek heye têde meqale, nivîs ji malperên din wergertine û navê malperan jî danîne, ême kurdan ji hev didizin û li xwe danaynin ku bibêjin me ji filan malperê wergirtiye. Heta niha di malperan de nûçe belav dibin, lê min nedîtiye kesekî gotiye, ev nûçe ji filan malperê hatiye. Ji malperên tirkan û ereban û ingilîzan û qereçiyan dibin, bes ji cem hev nabin. Ev Eşîrtî bi xwe ye.
Em vegerin mesela posîtîvên ku te behsê kiriye. Ez bi xwe posîtîfan bibînim jî nabêjim. Eger negatîv neyên gotion, aliyên tarî kifş nebin, hîç e hîç. Hene ên ku li def û zirnê dixin. Ji vî û wî re misdanê dikin, min aliyên posîtîv ji wan re hiştine. Ez pisporê kifşkirina aliyên negatîv ên civak û wêjeya kurdî me. Mînakeke yan du mînakên posîtiv bidim te: keçeke kurd navê wê Naz, di Roj tv de spîkera soranî bû. Li Brukselê demekê me bi hev re kar kir. Wê firensî dizanîbû. Ji bo kitêba Bayezîdî a ku niha li weşanxaneya Avestayê tê amadekirin, ez muhtacî wê û wergerandina beşek ji nivîsa kurdnasê alman Peter Lerch bûm, min xwe avête dawa wê û rica kir: Naza delal, qurban tu karibî van sê rûpelan ji firensî wergerînî kurdî, ezê her û her deyndarê te bim. Tu bixwazî jî ezê pereyan bidim te, heqdestê te. Got erê wey! çawa nekim. Û nekir. Ne got: min nekir, ne jî lêborîn xwest ne jî li min pirsî. Ez jî li hêviuya wê bûm. îcar ez mecbûr bûm min xwe avête bextê keçeke ereb navê wê Nûra Derdîr e. Ew jî hemkara min a televiyzona Zenûbya bû, ne kurd e ne jî haya wê ji mele Mehmûdê Bayezîdî heye. Û ne jî perwerdeya netewî wergirtibû. Wê got ku ser seran ez werdigerînim. Piştî heftiyekê, werger da min. Ne bes weha, dema çû Qahire û hat, ji min re diyariyeke fir`ewnîyan jî bi xwe re anî!! De bera xwendevan vê bide ber hev û şirove bike. Mînaka din, yekî swêsrî dixwaze lêkolînekê li ser berhemeke min çêbike. Di rêya Internetê re ez nas kiribûm û kitêbeke min ji min xwestibû. Min kitêb jêre şand û gotê, ku ji vê nusxeyê pêve nîne. Te karê xwe pê qedand, ji kerema xwe ji min re bişîne. Camêr yeka min nekire du, berî çend rojan kitêba min şand, kartpostaleke ciwan jî pêre û spasiyê dike! Me bi dehan kitêb dane kesan, piştî du salan jî me nerîna wan xwestiye, gotine: welle min çend rûpel qulibandine. Ez vala nebûm tevî bixwînim, lê ez ê ille rokê bixwînim. Ew roj jî qet nayê.
Du mînakên din bidim. Ji bo pêşgotinekê ji Dîwana Jan re, ku civînoka helbestên min ên klasîk e, min minasib dît ku helbestvanek pêşgotinekê ji min re binivîsîne, li gor şêweyên klasîkan. Min rabû berê xwe da Ehmed Husênî, ku bi mehan ez li bendê mam, dawî jî bê encam bû. Tim digot ezê binvîsim, tiştekî baş binvîsim. Lê dawî ne baş ne xirab tiştek nenivîsî. Min berê xwe da Arjen Arî, ew jî eynî bû. Ji herdu camêran hez dikim, loma jî min berê xwe ji nav evqase kes da wan. Lê ka çima wisa têkilî nezelal û sar in. Dawî jî wek ku tiştek nebûbe!!
Ligel keça xwe Mey (di festîvala helbestan de 2008 Bonn)Em bi salan hev nas dikin, tu bêhntengî, gelo sedema bêhntengiya te ji çi tê?
Xwezî ez ne wisa bûma. Wek kurmancên me dibêjin, bila destekî min tunebûya. Ev yek jî, bi qasî ez jê aciz im, nikarim xwe jê rizgar bikim. Tiştekî di xwînê de ye,wiraset e (genetîk e). Bavê min ji bavê xwe yanî kalkê min, û ji bavê bavê xwe wergirtiye ev bêhntengî. Kalkê min sofî Hesso, li gor ku mezinên malbata me dibêjin, kesekî di pêşiya jiyana xwe de, gelekî kêfçî bû, li tenbûrê dixist û keçikên gund lê vedihewiyan. Lê sofîtiyekê pê girt, û bû mirovekî tundrew. Kalkê min jî, seydayê şêx Salih, ku şêxekî terîqeta neqşebendî bû, ew jî wisa bû. Ji xwe bavê min seydayê mele Beşîr, hîn zêdetir. Carekê mirîşka malê çêcikên xwe dabûne pey xwe û hewş diniklandin, bavê min li ser nimêjê bû. Çima ku mirîşk hatibû ser sicada wî, bavê min nimêja xwe xerakiribû, bi nigê mirîşka reben girtibû û ew li bin guhê dîwêr xistibû û kuştibû. Diya min tim her cara ku bavê min hêrs dibû û li min dida, ev bûyer bi keser digot. Didomand: lawo dev ji bavê xwe yê barûd berde, nekev xulqê wî.
Min li fîlmeke belgeyî ku li ser te hatibû çêkirin temaşe kir. Şiyar Evdî ew çêkiribû, keça te Mey ji te dixwaze tu dev ji nivîskariyê berdî û biçî karekî ku pere jê tên bikî? Te heta niha çi ji nivîskariyê qezenc kiriye?
Min hesûdiya hevalan, dijmintiya dostan jê qezenc kiriye. Ev aliyê reş ji qezencan. Ji bo ku tu nebêjî tu li nîvê vala yê kaseyê dinêrî, ezê bibêjim ku min navek qezenc kiriye, min hezkirina gelek heyranan qezenc kiriye. Min ji bo xwe berî her kesî û her tiştî xwendevan qezenc kiriye. Gava yek ji Qersê emailekê ji min re dişîne û dibêje; ez niha Mîrname dixwînim, destê te sax bin. Wê demê bê bask difirim. Dizanim bîr û baweriyên min heta wan deveran çûne. Ma ev hindik e. Keça min Mey hîn vê yekê nas nake. Nizane ku nivîskarî ne ji bo qezenckirina peran e, nizane ku ez (bavê wê) her tim ji diya wê re van malikan bi `erebî dibêjim (li vir wergera wan dibêjim):
Şevbuhêrkên min ji bo lêgera zanistê, xweştir in ji hevnasîna ciwanekê
Û dema ku xwe dihejînim ji bo kifşkirina deverke asê, ji vexwarina meyê xweştir e
Û ji dengê defa keçekê şêrîntir e gava ku ez bi tiliya xwe qûmê ji ser pelan bi dûr dixim.
Helbet diya Mey jî tê nagihîje, û ji rûniştina min a li ber computerê bi seetan aciz dibe û computerê wek hewiya xwe dibîne, lê dîsa jî xwe sipartiye qedera xwe û naskiriye ku bi nivîskarekî re zewiciye.
Yek caran, ku ez planên romaneke nû datînim û digihêm fikreyeke baş qêrîn bi min dikeve, wek mirîdê ku bi cizbeyê bikeve li min tê. Dilerizim û diqîrim. Zarok ditirsin û dipirsin: baba çibû çibû? Ez dibêjim netirsin, min girêkeke romanê vekir!! Ev lezzet ne hindik e, ku ne ew be ji xwe ezê nenivîsînim. Lê bi rastî bibêjim, min dixwest ji nivîsên xwe pereyên baş qezenc bikim ku jiyana xwe finanse bikim, debara xwe bikim. Ew bi dest min nakeve, yanî ji bilî nivîsandinê min ê tiştekî din nekira, wisa jî wê berhemên min, nivîsa min bêtir pêş biketana.
Pirsgirêka herî bingehîn di navbera te û weşangeran de çi ye?
Pirsgirêka herî bingehîn têkiliyên nedurust û li ne ser rêzgirtinê avakirî. Lê ji bo em hemû weşangeran nexin yek kategoriyê divê li vir jî ez kesan bi nav bikim. Îroj dikarim bi nav bikim, sibe kî çi zane ku mirov serê xwe jî datîne û diçe û hesretan bi xwe re dibe!! Yekem kitêba min a ku çap bû, tu jî vê yekê baş dizanî û bawer im tu li ser çapa wê hazir bûyî. Ew Kela Dimdimê bû, yekîtiya Xortên welatparêzên Kurdistanê sala 1991 an li Bonnê çap kir. Wan kesan qet nepirsî ka hela ev nivîskar sax e mirîye, kal e ciwan e, ka em du heb kitêb jêre rê bikin. Piştî wan weşanxaneya Melsa ew li Stenbolê di eynî salê de dubare çapkir. Kitêbê gelekî deng da û pirr baş hate belav kirin. Dîsa wan camêran nepirsîn ka hela xwediyê vê berhemê çi tebaye! Cinn e, perî ye mirov e , kurd e, cihûye!! Piştî bêtirî sal û nîvekê ji çapa kitêbê, nû li Stenbolê çavên min pê ketin. Min ji kitêbxaneyeke Enqerê çar heb bo xwe kirrîn. Piştî wê di eynî salê de kitêbeke min bi zimanê `erebî li şamê û bi rengekê legal çap bû. Weşangerê min qaşo siyasetmedarekî kurd bû, û bi ser halan de jî serokê (partîkekê) bû. Navê wê Ezîz Dawud, kitêbxana Ciwan a wî bû, heta min ribek ji heqê xwe jê stend çavên min derketin. Ê mayî jî min lê xweş (heram) kir. Di 1994an de kitêba min a helbestan Sazek ji çavên Kurdistan re, derket. Elî Cefer ew çap kir, bêguman tê bîra wî jî gava min li kitêbxana Xanî ku ew û Mihemed Hemo şirîkê hev bûn, min ji kerban re berçavka xwe di dîwarên kitêbxanê de lêxist û şikand. Nebxêr dema min nusxeyên xwe birin Kobanî, muxaberatan ez girtim. Lêpirsîn kirin, kitêbên min ji min stendin. Siyamend Ibrahîm jî di 1995an de şiroveya min a li ser Mem û Zîn ê bi erebî derxist, min û wî jî me hevdu hetikand, tê bîra min, min di dawiyê de ji kerban gotê: seet heftê êvarê were qehweya Havana (yan yeke din bû, nayê bîra min), ku êdî kitêb derneketibe ezê te bikujim! Yanî min ji Kobanî lêdixist û diçûme şamê ji bo kitêbê, û her digot îro sibe, berê jî ne wek niha bû. Tê bîra min ez û pismamê xwe Mihsin Seyda şevekê li cadeyeke şamê razan. Oteleke vala jî nebû. Me solên xwe danîne bin serên xwe, û rojname ji xwe re kirin lihêf. A ev e xizmeta min ji bo kurdan. Niha jî ku hinek dibêjin hey xayin, ne heqê min e ez intihar bikim!!
Mixabin li Sûriyê weşangerî bêtir simsarîye. Yanî yek çapxaneyan nas dike, û pereyan ji nivîskaran distîne û diçe kitêbê bi buhayekî giran çap dike! Bawer im hîn jî wisa ye.
Min ji farisî kitêba Hedîqeê Nasiriye wergerande `erebî, berî ku çap bibe, xelek bi xelek di kovara Gulan El `erebî de hate weşandin. Dema hatim Almanya min destnivîs bi xwe re anî. Ji bîranînên min ên tehl bi weşangeran re, yek bi APEC a Swêdê re heye. Beriya ku ez kitêba Hedîqeê Nasiriyye bişînim Hewlêrê, min xwest li APEC ê çap bibe. Min têkilî bi Elî çiftçî re danî û destxet jêre şand. Got emê binêrin. Lê qet jî nenêrîn. Û ez bi mehan li hêviya bersiva wî mam. Dawî min gotê: ka destxetê ji min re bişîne. Desxeta min di eynî zerfa ku min têde jêre şandibû, şand. Nekir ku zerfeke nû bikar bîne: vê yekê dilê min guvaşt. Yanî bêhurmetîyê di vê kiryara biçûk de xuya kir.
Paşê weşanxaneya Aras ew çap kir, berpirsê weşanxaneyê dostê min Bedran Hebîb bû, ji xwe wî negot spas mala te ava be, me kitêbeke te çap kir. Hema nusxeyek jî neda min! Li Spîrêzê kitêba min Eldurr Elsemîn fî şerhî Mem we Zîn ku 700 rûpel e bi erebî derket, bi zor û heft belayan min di rêya dostekî re (Kakşar Oremar) çar kitêb bi dest xistin. Divabû sed kitêb ji çapê para min bin, hîn ew sed dane dighên min!! Weşangerê Spîrêzê Mueyed Teyb bûye çend car tê û diçe, heta nêzîkî min bi bîst sî deqîqeyî dibe. Lê rojekê nepirsiye ka hela ez vî nivîskarê ku 700 rûpel ji kitêbeke giranbuha da weşanxaneya min, bibînim û silavekê lê bikim. Yek caran lêpirsîn û silav ji pere û padaşan pêwisttir in. Weşanxaneya Belkîyê romana min a yekem weşand. Bi zimanê wê hatibû lîstin, min nerazîbûna xwe da xuyakirin. Di gel wê jî min doza sî çil nusexeyî kir ku li Ewropa belav bikim, lê xwediyê weşanxaneyê qet guh li min nekir, xeyidî bû çima ku min (heqaret) lê kiriye!! Xem nake min heqaret kir, min zimandirêjî kir, bes ev heqê min winda nake!!
Ez werim êdî weşangerên ku baş dixebitin jî bînim ziman. Li şamê par kitêba şiroveya Mem û Zînê, çapa sêyem derket, wek ku min û weşanger Sirac Osman li hev kiribû bû. Camêr 500 heb ji kitêbê ji bo min veqetandin. Ji xwe têkiliyeke min a baş ev bûye çend sal bi weşanxaneya Avestayê re heye. Xwediyê wê Abdullah Keskîn, ji karê xwe baş fam dike, ji bo berhemên lêkolînan ku ew bi xwe teklîfa min dike, qusûrê naxê, li gor imkanên xwe pere jî dide. Bi vî rengî, ez jî li lêkolînan, li wergeran germ dibim. Imkanên min baş in, dikarim gelek karên mezin û bi bêhna fereh bikim. Ger wisa berdewam bibe, wê tiştin gelekî baş werin meydana wêjeyê. Lê dîsa jî dûriya weşanxaneyê û buhabûna heqê postê dibe kelem ku peywendî ne bi lez bin. Carcarn dilê xwe digrim ku kitêbek bi derengî dighê min, lê dîsa jî dibêjim : Divê em barê weşangeran jî giran nekin, ew jî têkoşîneke mezin dikin, bi tena xwe dixebitin. Niha ji bo min, weşanxaneya herî baş, Avestaye. Bi taybetî vê dawiyê berê xwe daye vejandina keleporê, vejandina berhemên şaheser û li klasîkan zîviriye. Ev berê kêmaniyeke Avestayê bû. Kitêba ku ji Avestayê derdikeve, bêtir tê xwendin û baştir belav dibe, loma jî pêwist e klasîk li wir çap bibin. Ferheng, lêkolînên dîrokî ên wêjeyî û her weha. Lê tiştê ez dixwazim bibêjim, ku weşanger divê hay ji nivîskarê xwe hebe, jê hez bike û jêre rojên imzeyê, koktelan, belavkirin û reklameke baş bike. Ev çalakî him ji bo weşangeran baş in, him jî ji bo nivîskaran. Weşanger bazara xwe ferehtir dike, nivîskar jî bi rêya van çalakiyan bi xwendevanên xwe re rû bi rû dibe, li wan guhdarî dike, nirxandinên wan nas dike û hdw. Heta niha ev hîn ne bi dilê min in. Li ba xelkê, sendîkayên weşangeran jî hene, ew li hev rûdinin, karê xwe bi plan dikin, û weke taciran dikevin sûka kitêbê. Ez tim dibêjim, ku weşanger ne tacir be, nikare weşangeriya xwe berdewam bike, yan jî bi rêk û pêk bike.
Min ji bîr kir behsa weşanxaneya Semakurd bikim, ew jî bi pîvanên weşangeriyeke baş tev digere. Ji xwe ew alîkariya nivîskaran dikin û kitêbê ji wan re çap dikin, tenê sed hebekî ji xwe re dibin û ên mayî didin nivîskar. Berî her tiştî pereyan ji wan nagrin ( ev yek şermeke mezin e, ku pere ji nivîskar werin stendin). Ev yek jî bi xêra maldarekî kurd e navê wî Remedan Arif e, ji kurdên rojavaye û li Dubey rûdinê. Zengînên me kêm wisa hene. Par, dostekî min î dewlemend (Bavê şoreş , li Ispanya rûdinê) hezar dolar alîkarî da min ji bo çapa Mem û Zînê li şamê. Yanî sponsoriyeke biçûk kir. Mala wî avabe.
Ez dikarim bibêjim ku êdî rêya çapkirina kitêban ji bo min ketiye istiqrarê, sedî sed ne bi dilê min be jî, lê jê çêtir ne mumkin e.
Tu di nava siyasetê de cih nagirî, lê belê her demê jî di navbera te û partiyên siyasî de pirsgirêk hene, ev ji çi tê?
Partiya ku ez alîgirê wê bûm, PKK bû. Di destpêka xortaniya xwe ya pêşîn, yanî di salên 83/84an de ez nêzîkî vê partiyê bûm û ji bo armancên wê yên sereke(dewleteke serbixwe, civakeke azad) xebitîm. Diçûme gundan ji bo propagandayê, me ji gundiyan re nerîna partiyê digot. Diçûme çinîna pembo, min helbestên şoreşgerî ên germ dinivîsandin û ew dibûn stran. bi (muxalifan) re diketim niqaşên siyasî yên pir germ. Tê bîra min ku min û yekî (niha duxtorê diranan e li Kobanî, paşnavê wî Mihozade ye) me niqaşeke tûj li ser fikrên Lenîn û mafê çarenûsa milletan kir. Kitêba Lenîn (mafê milletan di çarenûsê de) di destê min de bû, û min hevokên Lenîn şanî wî dikirin ku bihêlim were ser raya min. ew komonîst bû. Min bi gotinan nikaribû ew bianiya ser rê, rabû min kitêba qerrase di nav rûyê wî de lêxist. Piştî sal buhurîn û hêrsa xortaniyê kêm bû, ez muhtacî wî duxtorî bûm, çûme ba wî ku diranekî xwe derman bikim. Keniya û got: ma ew roj tê bîra te. Sala 1989 an, ez li Lubnanê/Bêrûtê di nav hêzên Komandosên Sûrî de leşker bûm, şer bû û kuştin pir bû (di şerekî de sivik birîndar bûm). Ez fikirîm ku dikarim li Bêrût belaş werim kuştin û ne di ber tiştekî de. Rojekê min Klaşînkofa xwe hilgirt û bi cilên xwe ên leşkerî yên komandosan, ji yekîneya xwe reviyam û min berê xwe da Ber Ilyas nêzîkî kampa Beqaê. Li wir li bîroyeke biçûk bi Kanî Yilmaz re rûniştim, min gotê: ez dixwazim tev li refên gerîlla bibim û herim şer, vaye min ji we re klaşînkofek jî aniye. Kanî Yilmaz li çavên min nihêrî (wî berê ez nas dikirim û dawetî Newrozê kiribûm û min li ser sehneya Newroza Ber Ilyas helbestên xwe ên şoreşgerî xwendibûn). Hinekî bêdeng ma, dawî got: Jan Dost, ne her kes diçe şer, tu leşkerê Sûriyeyî em jî naxwazin têkiliya bi Sûryeyê re xira bikin. Wekî din jî tu şa`ir î, ji bo gelê xwe dikarî bi helbestê xebata xwe bikî. Ez qebûl nekirim. Û di şeva xwe de ez vegeriyam yekîneya xwe, du rojan ketim hebsa wê yekîneyê. Ez wisa germ bûm.
Em werin ser pirsa te. Pirsgirêkên di navbera min û partiyên siyasî de, di hevokekê de kurt dikim: ez dixwazim fikra xwe, rexne be, çi be û li ser kê be bi azadî bibêjim. Ez pir ditirsim ku civaka kurdan hogirî faşîzmê bibe, bingeheke xurt li civakê heye û qabiliyyeta ku kurd faşîzmê bipejirînin gelekî mezin e. Civaka me bi eslê xwe feodal, petrekî û heta radeyekê dînî ye jî. Ev dihêlin ku tundrewî, gemkirina devan, nepejirandina rexneyê, tunekirina bîr û baweriyên cuda, li civatê weke geyayê jehrawî bilind û şîn bibin. Ji bo vê jî dema ku rexneyekê dikim, yan jî nerîneke cuda dibêjim, dibe pirsgirêk. Ez qet nabêjim ku dîtinên min rast in, pir caran jî pê dihesim ku ez çewt fikirîme, lê ev nayê wê wateyê ku bêdeng bimînim yan jî nerînên xwe nebêjim. Ez vê dixwazim bibêjim: bersiva rexneyan bi verexneyê ye (eger ev term were qebûlkirin). Ne bi dûrxistin û danûstendineke pirr qerêj. Ma em çima demokrasiyê ji neyaran dixwazin û bi xwe jî ne demokrat in. Qey demokrasî çi ye!! Ez jî dizanim ku rûyekî demokrasiyê yê negatîv heye, û bêguman sînor ji bo her tiştî heye, ji xwe demokrasî û azadiya nesînorkirî, dibe kaos. Lê ez bawer nakim heta niha di rexneyên xwe de min sînor derbas kiribe, yan bêhurmetî li ber kesekî kiribe. Ez nerînekê dibêjim û yê ku ji vê nerîna min bi guman e, bila bersiva min bi eynî şêweyê min bide, yanî bi nivîsandinê. Nivîs li himber nivîsê, qelem bi qelemê re diyalogê bike, ne bi gulleya tivingê. Fikra hêzdar û bi bingeh tucarî xwe ji diyalogê nade alî. Maşela nivîskar jî têra xwe hene, çima wisa di nav xwe de dikin pistepist û camêrek ranabe û nabêje : raweste, tu li vir şaş î û şaşiyê te jî ev û ev û ev in! Wê demê dibe ku ez rastî şaş bim û li ber mentiqa xurt a kesê li himberî xwe, serê xwe bitewînim. Ez vê dixwazim. Dixwazim bingehek ji vê yekê re were damezrandin ne ku xayîntî yan ajantî yan nizanim çi, di civatên teng de û li ser maseyên kafeteryayan bi mirovan ve bizeliqînin û paşgoyîyan bikin. Ez ne dijminê tu kesî me, ne jî mirîd im. Û heta ji min bê ezê li dijî mirîdbûnê bim.
Me dît û em qurbanên fikrên faşîst in. heştê sal kemalîzmê çi anî serê Tirkiye û kurdan? Çil salî fikra Baas a regezperest û şovenîst çi anîye û çi tîne serê gelên Iraq û Sûriyê? Sî sal ji hukumdariya rih û şaşikan çi anî serê Îranê? Yekrengî qet ne besriva civakeke modern e, yek rengî civakan û welatan dajo avakirina mînakên wek dewleta ku Polpot serekê wê bû. Ji bextê reş me jî di xortaniya xwe de ji xelkê re digot: têbikoşin, da ku em jî wek gelê Kemboçyayê xwe rizgar bikin, me nizanîbû ku gelê Kemboçyayê di bin yekrengiya Polpot û hevalên wî de (Xemirên sor yan Khmer Rouge yan bi tirkî Kızıl Kmerler) bi sedhezaran têne kuştin, me nizanîbû ku milyon û nîvek kes di bin ala wan a sor de qir bûne. Me li dengê şivan Perwer guhdarî dikir ku distira:
Çawa ditirsi keryê seyan
Ji nêzîkbûna rumiruma dengê lingên azadiyê
Li Korê
Li Vietnamê
Mêzeke dîrok
Li Laosê
Li Kemboçyayê
Gîneyê
Angolayê mêzeke!!!
Me ev strana bi şewat dibihîst. Em germ dibûn, xwîn dikeliya û me digot: xwedêyo de zû bike em jî welatekê xwe mîna Kemboçyayê ava bikin!!
Qet me ne digot em welatekî mîna Fransayê, Almanyayê, Danmarkayê ava bikin. Mînakên herî xirab, herî dîktator herî gemarî û qerêj, ji bo me sembolên azadiyê bûn. De ka çima em nayên xwe rexne nakin. Çima em wan fikrên xwe ên ku me têde gundîzm(gundîtî) bi marksîzm-lenînîzmê re zewicandibû, dîsa venakolin û bingeheke nû ji fikra xwe ya netewî re danaynin! Gelê ku zindî be, vê yekê dike. Xwe nû dike. Eger partî be, manifestoya xwe diguhere. Heta di olên mezin de jî reform çê dibin. Armancin nû ku sezayî demê û qonaxên nû bin, li pêş çavên xwe datînin.
Têbiniya Diyarnameyê: Ev hevpeyvîn ji malpera Avestakurdê hatiye girtin. Avestakurd wekî beşa yekem ev weşandiye û beşa duyem jî dê di demeke kurt de biweşîne.