Diyarname
Dema beşdariya Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad heta 15'ê vê mehê dirêj kirin.
Ji bo bîranîna rojnameger Musa Anter û şehidên çapemeniya azad rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatif "15'emîn Pêşbaziya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad " li dar dixin. Serlêdanên ji bo pêşbaziyê heta 5'ê rezberê bû lê îro bi daxuyaniyeke hate eşkerekirin ku dem heta 15'ê mehê hatiye dirêjkirin. Di daxuyaniyê de Xwedî û Berpirsa Karen Nivîsaran a Azadiya Welat ku pêşbaziyê ew organîze kirin wiha got: "Ji ber ku gelek berhemên ji derveyî welat hatine şandin negihîştine ber destê juriyê dema pêşbaziyê hate 15'ê mehê dirêj kirine."
Îsal di beşa nûçeyên kurdî de Kakşar Oremar, Reşad Sorgul, Semîha Alankuş, Adîl Zozanî û Ertuş Bozkurt; beşa nûçeyên tirkî de jî Aydin Çubukçu, Murat Çelîkkan, Fatîh Polat, Ahmet Tulgar, Huseyîn Aykol wekî endamên juriyê diyar kirine.
Di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekîn Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag, Zafer Tuzun û di beşa karîkaturan de jî Tan Oral, Gulay Batur, Ender Ozkahraman, Rewhat û Halîl Încesu di juriyê de cih digirin.
***
Nûçeyên eleqedar: Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berhemên we ye