Diyarname
Serokê Sûriyeyê Beşar Esad û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudan îro li Şamê hatin ba hev.
Piştî 13 salan yekem car serokên Iraq û Sûriyeyê tên ba hev. Li gor nûçeya ajansa Sûriyeyê SANA'yê di heyeta Iraqê de lige Sudanî, Wezîrê Karên Derve Fuad Huseyîn, Wezîrê Bazirganî Asier Salman û Cîgerê Serfermandariya Tevgera Hevpar Kais Rahima hebû. Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad li Qesra Gel a li Şamê ew pêşwazî kirine.
Serokwezîrê Iraqê Sudanî gotiye, "Iraq piştgiriya Sûriyeyê dike û deriyên me ji bo razemeniyê vekirîne. Ji bo Sûriye ji aliyê aborî de xwe bide hev Iraq di nava xebatê de ye." Li aliyê din Sûdanî wisa gotiye, "Iraq yekîtî û serdestiya Sûriyeyê diparêze. Ewlehiya Iraqê parçeyeke ewlehiya Sûriyeyê ye jî."
Esad di dema erdhejê de ji bo piştgiriya Iraqê sipasiya wan kiriye û gotyie ku têkiliya aborî ya di navbera her du welatan de dê wan xurtir bike. Esad diyar kiriye ku nasnameya Iraqê ereb e û ewê wekî "welatê edeb ê esil bimîne".
Herî dawî di sala 2010'an de Serokwezîrê berê yê Iraqê Nuri el-Maliki çûbû Şamê.


