Hunermendê kurd, dengê serdemek, awazek girîng Hozan Dilgeş ê ev demek bû dihat dermankirin wefat kir.
Demek berê ji ber qansêrê lingên wî jê kiribûn û bi vî awayî dermankirina wî dom dikirin lê dixtoran nekarîn wî baş bikin.
Hozan Dilgeş ji sala 1975'an ve bi awayekî profesyonel kar û xebata muzîka kurdî dike. Bi taybetî di salên 90'î de dengê wî li nav gund, navçe û bajarên kurdên Bakur de digeriya.
Hozan Dilgeş di sala 1952´yan de ji malbateke Êzîdî li gundê Fisqînê yê Nisêbînê ji dayik bûye.
Di sala 1978'an de bi navê "Ma qey bindestî para meye lo" kasetek wî tê tomar kirin. Paşê bi navê "Dayê hêsîrê, tu pir jar û mestî, te por sipî kir, hêjî bindestî“ (1979) kasetek din tomar dike û wê salê diçe Ewropayê li Almanyayê bi cih dibe.
Paşê ev kasetên wî derdikevin: "De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêxin" (1980), "Newroza, Newroza cejna gelê me" (1981), "Karkero Piroletero" (1983), "Serî dan û Sir nedan" (1986), "Muxtaro" (1989), "Biçukê canê" (1990)
Di van salên 90'î de ku deng û awazê wî bajar bi bajar digere ew bi nexweşiya şekir dikeve û dest bi dermankirinê kirin. Di vê dermankirinê de bi mehan li nexweşxaneyê dimîne û ji muzîkê dûr dimîne. Di destpêka 2000'î de baş dibe û careke din vedigere nav muzîkê, kaseta "Ez û yar" derdixe. Lê dîsa nexweşî bela xwe lê dike. Vê carê lingên wî jê dikin. Mixabin vê jî fêde neda û wefat kir.


