Yeko Ardil
Yek ji nûçeyên herî balkêş û sedema dilşadiyê jî derbarê xelata Nobelê ya îsal de bû. Wekî tê zanîn ev xelat her sal bi meraq dihête payîn. Ji aliyê edebî bigire heta aliyê aştî û tibê di 6 beşan de tê belavkirin. Alfred Nobelê endezyar ku bi îcadkirina dînamîtê ve jî tê nasîn navê xwe li vê xelatê daniye. Di gelek nirxandinan de tê gotin ku Nobel ji ber îcadên ku di encamê de vegeriyane çekên kujer û bûyîne sedema mirina mirov, heywan û xwezayê komeleya Nobel ava kiriye û xelata bi heman navî jî ji bo kesên xizmeta mirovahiyê bikin, terxan kiriye. Helbet ev jî ne sedemeke piçûk e. Dinamêtên wî hîna jî li gelek deverên dinê li karê xwe ango li kuştina mirov û xwezayê berdewam dikin.
Nobel di sala 1833'yan de li Swêdê hatiye dinê û di sala 1896'an de li Îtalyayê miriye. Xelata bi navê wî di warê fîzîk, kîmya, edebiyat, aştî, fîzyolojî, tip û aboriyê de tê dayîn. Ev xelat girîngtirîn xelata cîhanî tê qebûlkirin.
Nobel li 20 welatan bi qasî nod şîrketên dinamît û kereseyên teqînî vekiribûn, di demeke pir kin de serweteke pir mezin bi dest xist, lê li aliyê din rexneyên pir tund lê hate kirin. Wekî tacîrê mirinê bi nav kirin. Ew jî ji ber wan êrîşan xemgîn dibû.
Tê gotin ku mebesta wî ne alîkarî û germkirina şerî bû, wî dixwest bi wan îcadan xizmeta aştîya cîhanê bike. Lê li dijî wî nefreteke mezin hatibû pê. Gava birayê wî mir, rojnameyan manşeta: Tacîrê Mirinê mir, nivîsandîn. Ew şaşiyek bû û bûbû sedema xemgîniya Nobel. Di mîratnameya xwe de behsa bûyera mirina birayê xwe jî dike. Pênc sal piştî mirina Nobel xelata bi navê wî dest pê kir. Ev xelat ligel prestîj û payeya wê, aliyê aborî jî dihundirîne.
Ji bo kurdan xelata Nobelê salên dirêj bi navê Yaşar Kemal hate bilêvkirin. Kemal her çiqas bi tirkî nivîsandibe jî, kurdîtiya wî dev jê berneda. Lê ji ber egerên cur bi cur xelata edebiyatê nedan wî, li şûna wî Orhan Pamuk xelat girt û ew jî ji ber li dij derketina wî ya pergalê hate nirxandin. Kemal di warê edebî de kûr bû, lê mixabin xwe ji çarçoveya Kemalîzmê rizgar nekir.
Wekî din ji nav kurdan kesên nêzîkê wê xelatê bûyîn nîn in. Niha navê Nadia Murad bi riya vê xelatê li cîhanê belav bû. Nadia Mûrad jina ciwan a ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatibû revandin e. Kurd û dinya tev de wê nas dikin. Yek ji pênc hezaran e û belkî ya bi şans e. Hîna di temenê ciwan de hinde karesat û bobelat bi serê wê de hatine. Lê wê dev ji hezkirina jiyanê û ji têkoşîna li dijî zilmê berneda. Pêpelûk pêpelûk, gav bi gav hilkişiya heta lûtkeya jorê.
Di encamê de wekî nûner û rûmeta aştiyê ev xelat bi dest xist. Niha di serî de kurdên êzîdî hemû cîhana dijberî terora DAIŞ'ê û aliyên mirovhez ligel jina ciwan a kurd a êzîdî bextewar bûn. Nadîa derbarê serpêhatiya xwe de jî pirtûkek nivîsiye. Navê pirtûka wê, "Keça Dawî' ye. Serpêhatiyên keça dawî ya kurd û histrên çavên wê li alîkî bû sedem ku wijdana kor a beşeke cîhanê jî nerm bibe. Hind caran ev jî bi kêr dihên. Mirovahî dikare xwe ji bîr bike, dikare nirxên sedemên hebûna xwe jî ji bîr bike, lê bûyerek dibe sedem ku cardin li xwe vegere. Mirov dikare ya Nadîayê jî wisa binirxîne.
Nadia ne tenê bi xwe bû armanca tecawiz û êrîşa wan semirovan, ji malbata xwe 6 kes jî wekî qurbanî da. Di axaftina xwe de got: Ez li bendê bûm ku di encama rizgarkirina Misûlê de 3 hezar jinên êzîdî jî rizgar bibin, lê hejmara yên hatîn rizgarkirin ji sedî jî derbas nebûne. Ev trawma, ev teqîna di mêjî de, ev volkana di dil de ne hêsan e mirov bikare rabigire. Lê Nadîa Mûrad li ber xwe dide. Hem têkoşîna xwe dewam dike û hem jî hîna mîna ku berî revandinê li riya jiyaneke bextewar digere. Nadia ji rêveberiya Başûr dilgiran e. Di gelek axaftinan de anî ziman ku wan ew di destê DAIŞ'ê de hiştine û reviyane. Lê divê Nadîa xwişk û birayên xwe yên li wir can gorî kirîn ji bîr neke. Nadîa di rexneyên xwe de mafdar e. Lê divê neyê jibîrkirin ku karesata êzdayetiyê bi giştî jî parçeyek ji qedera reş a kurd û Kurdistanê ye. Xelata Nobelê li te, li Êzîdxan û li Kurdistanê pîroz be qasida aştiyê.
13.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


