Diyarname
2'yemîn Festîvala Fîlman a Kurdan a Frankfûrtê îsal di navbera 14-20'ê vê mehê de li dar dikeve û fîlm li salona sînemayê ya Fîlmforûmê (Ku li taxa Hochst e) têne nîşandayîn.
Festîval 14'ê mehê saet 17.30 de bi nîşandayîn fîlm, xwarinên kurdî û muzîka kurdî dest pê dike. Piştî van yekan dê fîlmê Soleen Yusef bê nîşandayîn. Dûre belgefîlmê Asli Ozarslan "Dil Leyla" (Saet 20.30 de) bê nîşandayîn.
Meclisa Jinan a Amara festîvalê li dar dixe û li ser navê komîteya amadekar Meliha Danişir Akbaba banga tevlîbûnê kiriye.
Di nav festîvalê de fîlmê Huseyîn Karabay, "Were dengê min", yê Şaram Alîdî", "Bîranîna hespa reş”, yê Bariş Kaya û Soner Caner "Raûf", yê Ersîn Kana "Yeşil Kirmizi Amedspor”, belgefîlmê Zeynê Akyol "Gulistan” û belgefîlmê Behmen Qubadî "Alaya bê welat" dê bê nîşandayîn:filmi de yer alıyor.
Vaye navnîşana Fîlmforûmê ku fîlm lê têne nîşandayîn: Emmerich-Josef-Str. 46A, 65929 Frankfurt.