Culemêrg
KURDÎ-DER'a Geverê ji bo perwerdehiya bi kurdî hezar daxwazname da Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê. Her wiha boykota dibistanan di roja 3'yemîn de jî berdevam kir.
Li navçeya Gevera Culemêrgê di roja 3'yemîn de jî boykota dibistanan a ji aliyê TZPKurdî ve hatey destpêkirin bi ser ket û sedî sed zarok neçûn diibstanê.
Her wiha Şaxa KURDÎ-DER'a Geverê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi daxwaznameyan serî li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî da.
Girseya li ber komeleyê kombû di nav de Hesabirê Giştî yên BDP'ê Salîh Yildiz, rêveberên BDP'ê yên Geverê, endamên KESK, DÎSK û endamên Meclîsa Şaredariyê jî têde heta ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê meşiya.
Li vir ser navê girseyê Serokê Şaxa KURÎ-DER'ê Besîm Baykal axaftinek kir û wiha got: "Li navçeya me, ev 3 rojin dibistan hatine boykotkirin. Boykotê encamekî baş bi dest xist. Li tevahiya Tirkiyeyê cihên ku kurd lê dijîn ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê dibistan hatine boykotkirin. Divê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bi daxwaznameyan serî li Midûriyeta Perwerdehiyan bidin. Em dê bi armanca perwerdehiya zimanê zikmakî serî li Midûriyeta Perwerdehiyê bidin. Divê mafê zarokan ê perwerdehiyê bên dayîn."
Pişt axaftinê heyeta ji Hesabirê Giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz, Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Besîm Baykal û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Husnu Bulgan heyî nêzî hezar daxwazname radestî Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Geverê Adem Ozmen kirin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Li herêmê roja duyemîn jî dibistan vala man
- Ji ber 'boykotê' îfadeyên rêberên kurd girtin
- 'Banga TZPKurdî hêja û rewa ye'
- Li ber Lîseya Galatasarayê dersa bi kurdî
- Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin
- Demirtaş bersiva serokwezîr da
- 'Afîşên boykotê' hatin berhevkirin
- TZP-Kurdî xwest dibistan bêne boykotkirin