AMED
TZPKurdî ku ji so "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" li Amedê afîş li bilboardên ve dalîqandibûn û afîşên hatin daliqandin ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn qedexekirin. Piştî qedexekirina bilboardan li ser daxwaza dozgeriyên rêveberên TZPKurdî, KURDÎ-DER û Enstituya Kurdî ya Amedê, çûn Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan.
TZPKurdî di çarçoveya kampanyaya "boykota dibistananan" de bi daxwaza "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" li Amedê afîşên têkildarî kampanyayê bi bilboardan ve daliqandin û ev afîş pişt re hatibûn qedexekirin.
Piştî qedexekirina afîşên di bilboardan de hatin daliqandin Berdevka TZPKurdî Xecê Şen, Serokê Giştî yên KURDÎ-DER'ê Dr. Remzî Azizoglu û Berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Aydin Alokmen li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan.
Berdevka TZPKurdî Xecê Şen diyar kir ku polîsan zêdetir li ser slogana "Xweseriya Demokratik" pirs ji wan pirsîne û pirsên wekî; 'We çima banga boykota dibistanan kir? We zext li ser malbatan kirin ku zarokan neşînin dibistanan' ji wan kirine.
**
Nûçeyên eleqedar:
- 'Banga TZPKurdî hêja û rewa ye'
- Li ber Lîseya Galatasarayê dersa bi kurdî
- Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin
- Demirtaş bersiva serokwezîr da
- 'Afîşên boykotê' hatin berhevkirin
- TZP-Kurdî xwest dibistan bêne boykotkirin


