AMED
Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) jibo dibistanên ku perwerdeya bi kurdî têde tune ye, bêne boykotkirin li Navenda KUKDÎ-DER'ê daxuyanî da û ji gelê kurd xwest hefteya destpêkê ya perwerdehiyê dibistanan boykot bikin.
TZP-Kurdî ji bo perwerdehiya zimanê dayikê biryara 'Boykot'ê girtibû. TZP-Kurdî, ji bo vê biryarê aşkere bike li Navenda KURDÎ-DER'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê TZP-Kurdî Adil Ercan dauyanî xwend û diyar kir ku heta nasnameya gelê kurd û zimanê wî bi makezagonan neyê parastin tu ewlehiya jiyana wî jî nin e. Ercan wiha got:" Ev 88 sale dewlet kurdan ji nediti dibine, gelê kurd di demên herî hesas de mina Şerê Rizgariya Tirkiyeyê, Kore, Qibris û hwd. de di çepera heri pêşin de cî girtiye. Kurd peywirên xwe bi her awayî bi cî aniye lê dewlet peywirên dikeve ser milê xwe tu tiştek bi cî neaniye." Ercan axaftina xwe wiha domand:" Ji bo dewletê kurdên kerr, lal-bê ziman, kor, hov-xeşim yanê mirî pêwiste. Ger ziman jî bê qedexekirin bi zagon û makezagonan were dorpêçkirin, qufileke kor were miftekirin êdi çi mafê jiyanê ji gelê kurd re dimine! Êdî tu hêviya gelê kurd ji dewletê nemaye. Êdî gelê kurd xwe bi xweseriya demokratik rêxistin dike. Divê dewlet xweseriya demokratik qebul bike. Her sal dema dibistan vedibin bi milyonan zarokên kurd stuxwar diminin. Nikarin bi zimanê xwe perwerde bibinin. Êdî temenê pişaftinê jî daketiye 2 salan. "
PIŞAFTIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ
Ercan da zanin ku Serokwezir dibê je"pişaftin sûcê mirovahiyê ye", lê bi pêşdibistanan zarokan ji ber pêsira dayikên wan dikin û bi jiyana wan dilizin. Serokwezir vana jî ji neditî ve tê û nabîne.
DAXWAZÊN TZP-KURDÎ
Ercan, daxwazên TZP-Kurdî rêz kir û wiha berdewam kir:
" * Ji bo zarokên xwe ji dest bernedin, wenda nekin çi kes zarokên xwe yên biçûk hetanî 6 salî neşini pêşdibistanên bi tirkî. Ku ew der aşê pişaftina zimanê dayikê ye.
* Her malbat ji bo van zarokên xwe yên biçûk û yên diçin dibistana seretayî heta yên ku biçin zaningehê (18 salî) daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê bikin daxwazname bidin saziyên dewletê yên peywendidar.
* Xwendekarên zaningehan jî ligel boykotkirina heftekî dibistanan daxwazname bidin heman saziyên dewletê ku dazwaza perwerdehiya zimanê dayikê bikin.
* Divê hemû kes, komel sazî û rêxistinên demokratik ji bo vê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê daxuyaniyan çapemeniyê bidin. Bi vê minasebetê destpêka vebûna dibistanan îsal ji 20'ê îlonê heta 25'ê îlonê li ser daxwaza "EM PERWERDEYA ZIMANÊ XWE DIXWAZİN" vê helwesta dewletê ya nehuquqî û nemirovane napejirinin û dibistanan boykot dikin. "
Ercan, bang li gelê kurd kir û xwest her kes piştgiriyê bidin çalakiya wan a boykotê û kes hefteya sereke zarokên xwe neşînin dibistanê.