NAVENDA NÛÇEYAN
Li bajarên herêmê, di çarçoveya kampanya "Boykota Dibistanan" a TZPKurdî de xwendekarên kurd roja duyemîn jî dibistan boykot kirin û neçûn dibistanan. Li bajarên Colemêrg, Şirnex, Wan, Mûş, Agirî û Îdirê dîsa pol vala man û xwendekar neçûn dibistanan.
WAN
Li Wanê di çarçoveya kampanya "Boykota Dibistanan" a TZPKurdî de xwendekar di roja 2'emîn de jî neçûn dibistanan. Xwendekarên çûn dibistanê jî neketin dersan û heta êvarê li hewşa dibistanê tûr avêtin. Xwendekarên kurd ên li ber dibistanan kom bûn jî bi gotinên "Em dixwazin bi kurdî perwerdehyê bibînin û bi axivin. Em bi tirkî fam nakin. Dema em bi kurdî diaxivin mamoste me fam nake, dema mamoste jî bi tirkî diaxive em fam nakin. Em dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin" anîn ziman. Li Taxa Xaçortê dayika 5 xwendekaran Leyla Abî diyar kir ku heta boykot bi dawî bibe zarokên xwe naşîne dibistanê û xwest zarokê wê jî wekî zarokên hemû gelê cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne."
Bi taybetî li dibistanên taxên derdorê yên Wanê tu kes neçûn dibistanan û li dibistanên navendî jî herî zêde 100 kes çûn dibistanan. Li dibistanên wekî Husrev Paşa, Înonu û Lîseya Anadolu ya Mîllî Pîyango tenê çend xwendekar çûn dibistanê. Li dibistanên Dumlupinar, Şehît Îbrahîm Koray Fevzî Geyik tu kes neçûn dibistanê.
SIXKE
Li Bajaroka Sixke jî di çarçoveya kampanyayê de welatiyan zarokên xwe neşandin dibistanê û dibistan boykot kirin. Weliyên xwendekaran li ber Rêxistina BDP'ê ya Bajarokê li hev kom bûn û heta dibistana Valî Alî Cevdet Bey meşek girseyî li darxistin. Di meşa Şaredara Sixke Nezahat Erguneş, endam û reveberên BDP'ê û weliyên xwendekaran beşdar bûn de dirûşmeya "Bê ziman jiyan na be",hate berzkirin. Li ser navê komê Arzu Dal daxuyanî xwend û xwest bi zimanekê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Di daxuyaniyê de polîsên sivîl ji serî heta binî dîmen kişandin û yek bi yek kişandin kamarayê. Kom, piştî daxuyaniyê disa heta avahiya BDP'ê meşiyan.
ÇELEBÎBAX
Li Bajaroka Çelebîbaxê ya Erdîşa Wanê jî ji ber xwendekar di çarçoveya kampanyayê de neçûn dibistanê, deriyê dibistanan nehat vekirin û pol vala man. Li Dibistana Seretayî ya Sitki ku hezar û 380 xwendekarê wê hene zîl ji bo dersê lê neda. li dibistanên din jî tenê çend xwendekar çûn dibistanan.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê û navçeyên Çel, Şemzinan û Geverê jî di çarçoveya kampanya TZPKurdî ya boykota dibistanan de ji sedi 95 xwendekar neçûn dibistanan û hemû pol vala man. Li bajar û navçeyên Colemêrgê polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin. Her wiha li gundê Peyanisê ku 9 kes lê hatin qetilkirin jî kes neçû dibistanan û ders hatin boykotkirin.
BAZID
Li Navçeya Bazîde ya Agiri jî bi heman armancê xwendekaran dibistan boykot kirin. Li Navçeya ku sere sibê kepeng girtin û meş pêk anîn, tenê polîs û leşker di nava kolanan de xuya bûn. Her wiha tenê zarokên polîs û leşkeran çûn dibistanan.
MÛŞ
Li Navenda Mûşê û navçeyên Kop, Milazgîr û Gimgime jî bi heman armancê dibistan hatin boykotkirin û xwendekar neçûn dibistanan. Hate hînbûn ku li hin gundên ku boykot lê zede bû leşkeriyê gef li xwendekaran xarine û xwestine biçin dibistanê.
ÎDIR
Li Îdire jî ji sedî 50 xwendekar neçûn dibistanan û piştgirî dan biryara TZPKurdî. Xwendekarên çûn dibistanan jî neketin dersan û pol vala man.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî wekî roja destpêkê roja 2'yem jî ji sedi 90 xwendekar neçûn dibistanan û hemû dibistan vala man. Hate zanîn ku polîs li dibistanan geryane û lîsteya xwendekarên ku neçûne dibistane girtine.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar:
- Ji ber 'boykotê' îfadeyên rêberên kurd girtin
- 'Banga TZPKurdî hêja û rewa ye'
- Li ber Lîseya Galatasarayê dersa bi kurdî
- Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin
- Demirtaş bersiva serokwezîr da


