Stenbol
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî) ji bo boykota dibistanan li ber Lîseya Galatasaraya Stenbsolê daxuyaniyeke da û bi awayekî sembolîk dersa kurdî da.
Di çalakiyê de endamên BDP, ESP, EMEP û EHP'ê jî amade bûn. Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Rûşen Bana bi kurdî daxuyanî da û got: “Zimanek, nasnameyek e. Bi salan e kurd têne çeqsandin. Ev çewsandin hat rewşeke wisa ku zimanê kurdan li wan qedexe kir.”
Mebûsa BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî got: “Dibe ku zarokê me hînê tirkî bibin, ev ne pirsgirêk e Lê pirsgirêk ew e ku zarokên me bi zimanê xwe perwerde nabin.”
Tûncel diyar kir ku ziman pirsgrêkeke mafê mirovan û ya hiqûqî ye.
Li ser gotina rayedarên dewletê ku dibêjin ew sarokan îstîsmar dikin jî Tuncel wisa got: "Ma ev 80 sal in ku hûn zarokên me îstîsmar nakin? Hûn zimanê zarokên kurdan bi wan didin ji bîr kirin û zimanekî din hînî wan nakin? Ma jixwe hûn îstîsmarê nakin?”
Tuncel bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo ku balê bikêşin ser bêedaletiyê hefeteyekê dibistana boykot dikin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin
- Demirtaş bersiva serokwezîr da
- 'Afîşên boykotê' hatin berhevkirin
- TZP-Kurdî xwest dibistan bêne boykotkirin


