Diyarname
BDP'ê ji bo berendamtiya şaredariyê ya Geverê pêşhilbijartin li dar xist. Di nav hemû pêşberendaman de Şaredara Berê ya Gevarê Rûken Yetişkin dengê piraniya delegeyan girt û dîsa bû berendam.
Li Salona Dawetê Rona Clas pêşhilbijartin hat li daxsitni. Cîgirê Hevserokên BDP'ê Mehmet Ayhan, Ji Komîsyona Hilbijartinê ya Navenda ya BDP'ê Ceylan Bagriyanik, ji Meclisa Giştî ya Jinan a BDP'ê Kiymet İlgaz, Hevserokê BDP'a Culemêrgê Rahmi Kurt û Esmer Tekin, endamên Dayikên Aştiyê, Tuhad Fed, Meyader û delege li salonê amade bûn. Ji 530 delegeyên partiyê 470'ê delegeyî deng bikar anîn. 6 pêşberendam hebûn. Ji van dengan Rûken Yetişkin 269 deng girt û bû berendama Şaredariya Gevarê.
Wekî agahiyeke: BDP'ê ji bilî çend cihên diyar kiriye, li her derê pêşhilbijartinê li dar dixe. Ji pêşberendaman kî bi ser bikeve wekî berdam nîşan dide. Van rojan li bajar û navçeyên din jî dê pêşhilbijartin li dar bikevin. Wisa diyar e heta dawiya mehê dê rewşa piraniya bajar û navçeyên ku BDP berendaman nîşan dide diyar bibe.