logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Wezîrêt êşa zirav

Van rojên bihurî, hêja wezîrê karubarêt derve yê komara Îraq a Fîdral li Tirkîyê pêkhatinekî pirr bi tirs îmze kir.

  • Dîrok: 31/01/2009
  • Beş: Serbest

 

Ebdulhemîdê Bamerrnî

   Van rojên bihurî, hêja wezîrê karubarêt derve yê komara Îraq a Fîdral li Tirkîyê pêkhatinekî pirr bi tirs îmze kir. Ew li hevhatin a li navber a du dewlet ên ji Kevin de heyanê nuke dojminahîyeke dijwar û pirr bi xûn digel millet ê Kurd kirîye û hêna jî dikin.
   Tirkîye  a navdare bi dojminî a xwe a dijwar û bê hedar (sebir) bi merre, ew dewlete a li salêt sîha û ber jêrde bi seda hizarê mirovê Kurd û Ermenî kujtîn û her dem pêkul kirîye tovê Kurda bibirîne.
   Tirkîye ewe a bizava kurdewarî û kurdînî li hindurrê xwe bi deha sala dest hefkênay û ezê bê xişim ku têgehiştî ên Kurd çîrokên derdeserî ên Tirka bi serê Kurda anîn, teva mişuta wan a tijeye, çi kêm çi mişe, xwandevana jî pêzanînêt baş li vî delîvey hene.
   Hindîke dewleta Îraqê a nwîye her ji salêt destpêka avakirin a wê a li ser kelexêt (leşê mirovê kujtî) Kurda hatiye avakirin, gelek kaxezên bawerdarîye (wesa`îq) ên tok (xetim) kirîn û sozên dayîn ku heqê Kurda bidetê belê pa tevê wan ê berba bûyîn.
   Şûna Îraqa nwî heqê Kurda jêrre bide, pirr malwêranî û derdeserî nîşakî Kurda dan, her ji helawîstina Şêx Ebdulselamê Barzanî ta di gehîte Şêx Osmanî, Loqmanî, Ubeydulahî û Canemerg bûna Îdrîsê Barzanî û berzekirina pêtirî heşt hizar Barzanîya û darrêtina barana kîmyayî liser Helebçê û Enfalên 1988 ê, carna jî zarro û pîr û can ê di şikeftande şewitandîn, ne ji bo tiştekî, belê tinê ji ber ku Kurd bûne.
   Li piştî berxwedan a bihara 1991 ê a Kurdên jêrya Kurdistanê û pêvehatina wan ku ji xwe re cihekî ji destê dojminê xwe derbêxin û piştî helbijartinên 19/5/1992 an Kurd, çi baş çi bi kêm û kasîve, karîbûn ji xwe re rêveberîyeke Kurdî çêkin û ji bin kênca Kurdxorê Bexda bêneder û di nav devera azadkirî a ji layê hevsozanve hatiyeparastin perlemanê xwe danin.
   Me dît çawa Tirkîye, Îran û Suriyê têkhatin û têkçûn û berrkêt xwe birne berêk û heta evro jî her carubara kumbunên xwe diken, da bi karibin bizava rizgarî xwaza Kurdî nehêlin an jî ji bin kênca wan ne derkevît.
   Îraqa piştî 2003 ê jî ku Kurda bi hemi şiyanêt xweve giranya xwe daniye ser, em van heyama ê bi çavê serê xwe dibînîn, ku bi serkêşî ya şagirdê bawerdarî ya bilind ya xwe li ber destê seydayekê Kurd wergirtî, pîyêt me ê li Kerkuk, Xaneqîn û Mendelî û Mûsilê yêt kirîne di nav zikê me re.
   Her ew kabiraye jî yê ku wezîrê berrevanî û navxweyî yên Îraqê hinartîye Enqere û pêkhatina kêm kirina destkeftî û senga siyasî ya me pejinî. Hêj pêtir paşgirê Seddamî; Nurî Seddam Elmalikî ê pêkuleke mezin dike ji boy ku Kurda bihêlîte biser û situyê êk û duve û careka dî tovê xwe kujyê di nav me de biçînîteve, nuke xirpêna wîye yê civatên piştevaniyê li deverêt bikirr û bikêş liser hey çêdiket û hêj pêtir heke bişêt dê li nav tuxîbêt hikumeta deverê jî çêket.   Kabira gelek ê bi rawestana serokê deverê digel berokê Kurdewariyê tingijî û pê ne xweş bû, her wekî ê pê ne xweşe ku heqê Kurda ê di desturê de hatî pejirandin û minêkare wî destkeftî yê qanunî jî ji Kurda bistînît.
   Tirkî a pêvenehatî bi tupizê xwe serê partî ya karkerêt Kurdistanê bi çemînît, herwesa jî ne şiyay serokê deverê jî bi xapînît û ji berjewend a kurdewarîyê veket û dît jî heke biçe serî ewê dever bibe sitiryek di binê pê wêrre. Hejî nivîsînêye dem û cih ne di berjewenda Tirka de ye, da ku şerrekê dirêj beramberî HPG ê bi dum biken.
   Van dewleta jî, serburrekê bi mifa bo wan, ê di gel me hey, ew jî ewe, em baş êk û du bo dojminê xwe diber dest û pêya vedideyn û ew bi xwe jî qenc dizanin, dema şerr li navbera me û wan be, ew bi me nikarin.
    Ji ber egerêt jurî û berçav wergirtina çend egerekêt bi çîrr û ji derveyî. Xwe bi ser Kurdêt jêriya welêt ve berda û di vêt serokê deverê bixapînin û bikêşne nav çeperê Kurd kujyê û ew tinê welê di Karin serketinekê bi dest bêxin.
   Berdevkekî (Na`îb) Kurd li Bexda gut; wezîrên Ereb, wezîrê derve ku kurde û hedamê nivîsîngeha siyasî a (P:D:K) xapandîye, belê pa min ne bawere tişkî welê hebe.
    Li pey hevhatin ( kironolojî ) a rwîdana, xapandinê qebîl na ke û rê dide meriv hindek hizir ên ku ne li xweşî a mirovî tên, bike. Hêja demekê dirêj biser şikestina Tirka ve ne derbaz bûye û dinyayê hemê dît, çi lo gef û gorrêt Tirka çar qorîş li bazarrê siyaseta sitratîjîk ne înan û ser şurr vegerryane wan axwîrêt jê hatîn. Wezîrê karubarêt jiderve evro jî ya dîtî ka çawa Tirkîya gondêt devera Qendîlî ê biserikda înayin.
   Rijêma Suryê jî van roja 24 Kurd yêt werpêçayne ber singe dadgeha leşkerî a dîmeşqê û dîmahî ya wan jî hêja ê wezîr dizanît çiye! Hêj ziringêna dengê canemergêt yarîgeha Qamîşlo ji gohêt deykêt canemerga ne derketîye.
   Hindî Îrane jî berdewam lê digerryêt ku rêka bibînît ka dê çawa karît, metreqekê li me bidet tama sala 1975 ê li 6 ê adarê bi devê me bêxît, belê bi rengekî ku her bi wê bikeyne kenî û ji melayêt bomba bi serê me de diken, mêhvandarya çêkeyn li wan roja ewên ew jî Kurda dikujin û neçar diken ji gond û warêt xwe birrevin.
   Belê heke mirov pîçekê paşda, bo demê giriftarî ya Tirkî û Kurda li dest pêka sala burî, bi zivrrîte ve, di Kurdistanê de sê baskên siyasî bînît:
   1_ Baskê şerrkera ên joryê Kurdistanê bi serkêşî ya Partî ya Karkerên Kurdistanê (PKK). Wan xwe di hizaze yê Qendîlî de asê kiribû û berrevanî jî ji xwe dikir, ew berrevanî jî ya man û ne manê ye/bû. Ya fere (giringe) mirov bêjît jî evana çend cara delîvê danûsitandinê ê daye Tirka da arêşe bi tenahî û rêyêt siyasî bêteçarekirin, belê mixabin (dewleta Tirkî a Dîmokratî!) Qêrrê (zift) helandîye gohêt xwe û berovajî agirbesta ji alyê Kurda ve ya çûy, mirin a firotîye Kurda. Nwîtirîn agirbesta karkera ew bû ewa piştî serketina dîrokî a şerrê Qendîlî biser hew (hicum) a Erdoxan_ Biyukanitî de biser ketîn û Tameka dî daye Dîrokê. Ew agirbest a xweş mêra bû, ewên di serketinêde dixwazin arêşe bi aşitî û tenahî bêneçarekirin.
   2_ Baskê serokwezîrê hikumeta deverê û serkomarê Fidral û wezîrê karubarêt jiderve ê hikumeta Fîdral, gelku berek û gomtilek têkdihelingivtin û serê gotnê û binê gotnê bes wan digût Karker terorîstin, bêy rojekê heta rojekê biwêrin navê Hemasê an Hîzbullahê li pişt koçik û tenîra bînin.
   3_ Baskê serokê deverê, ewê berhevî ya xwe diyar kirî ku di gel Tirka bicengît heke bêne nav axa jêrîya Kurdistanê, ji vê rawestana serokê deverê careka dî xwîn di leşê Kurdewaryê gerrya û xelk berhingarî leşkerê Tirkî bûn û wenekir qorîçkeka xweşyê di gewrî ya wan de biçîte xwarê. Ya fere dîsave bêtenivîsîn ku serokê deverê yê berhev ne bû, bêjît; Karker terorîstin. Her dixazt arêşe bi rêkêt siyasî û tena bêteçarekirin.

   Eve jî ew wezîrin:

   1_ Wezîrê karubarêt jiderve yê Hikumeta Fîdral:
   Mirov neşêt bidete ber hizra xwe, çawa wezîrekê ku cihê baweryê ji partî ya xwe wergirtî da wezareta karubarêt jiderve birrêve bibet eve tev li ber cava ne bûn. Herwesa çawa wî tiştek îmzakir,yê ku bêy wî hatibîte çêkirin. Ew dikarî xwe ji wê Îmzeyê bidete paş, bi mehane ya, di berhevkirin a wêda pirs bi wî ne hatyekirin û da ya baştir bît heke wî gutiba bila wezîrê şulejêhey (moxtes) vê Pêkhatinê tok (xetim) ket.
   2_ Wezîrê taşandinê (terbîyet) yê hikumeta deverê:
   Ev wezîre jî hostayê vebirandina Ezmanê Kurdîye û divêt hemi Kurd diser poza xwe re Soranî bixwînin, hêjayê wezîr piştevanê soranîkirna Kurmancîyê ye, dixaze Kurda bêxîte luka duyê û dixazît jî kurmancîaxêv bibine xizmetkerêt soranîaxêva. Bi fermana vî wezîrî Ezmanê Kurdî ê hatiye sutin.
   3_ Wezîrê Hwîkirina bilind û lêgerryana zanînê yê hikumeta deverê:
   Ev wezîre ê hatîye sipartin da destekekê çêket bi nave desteka Ezmanê êkgirtî li devera Kurdistanê, seyday pêtirî ji 95% ê ya wê destekê şovînîzmêt soranekan yêt kirîne têde, da li dîmahyê bi kiryarek a dimokratî ya verrêja wê pêşwext kerkirî, bi bêjin pêtirya zanayêt Ezmanê Kurdî baş dibînin ku soranî Ezmanê sitanderd bît, çinkî ewa navê wê Kurrî Zanyarî Kurd tinê du heta sê jê Kurdin ,ên dî hemi soranekanin.
   4_ Wezîrê avakirnê yê hikumeta deverê:
    Ev hêjaye jî serê xeberî binê xeberî, minêkarê hindêye ku Kurda ji Kurdistanê bikete derê, hêj çi ne rwîday evî digut ; Em dê karkera ji vêrê keyne derê, bila ji nik me biçin, xo tu dibêjî Kurdistan Kirtê (male) wîye û yê ne çîte zibara wî dê jê kete derê û rahêlîtê da bo mirnê rateqînît. Başe ma ne partî ya tejî vehewyaya rojhelatê Kurdistanê bû ?
   Başe ma heke eve ,bo vana biçîte serî, ma kî dêşêt baweryê bo xelkekî çêket ku berokê Kurda dê sitwîr mînît û na zirav bît û hemberî hêza dewletêt Kurdistan dagirtî dê xwe girît û na şikêt?
   Ma kî dibêjît ku Kurd û sora dê bi hevsengî û hindî êk bin bi hijmara Berdevka, di wê Kongira milletî ewa dibêjin ku serokê deverê dixazît li Heblêrê bo Kurdêt her çar parçêt Kurdistanê girêdet, dê peyv di kongirê de bi Kurdî bin yan soranî, çinkî berpirsêt hikumeta deverê li Heblêrê na bît bi Kurmancî baxêvin?
   Başe ma heke berpirsêt hikumeta deverê ew bin, yêt rahêlne karkera, ma hevdijya pilanêt siyasî yêt serokê deverê na ken? Ma serokê deverê dê pêvehêt husa xelkekî gazîkete Kurdistanê yê ku wezîrê avakirnê bivêt ew ne hêne wêrê? Êk ji wan partîya jî, êke ji hersê partî yên mezinên Kurdistanê û bêy berhev bûna wê çi kongire na bi serkevin, her wekî wan kongirêt milletî ewêt li Ewropayê hatîne kirin û serketin bi çavêt serê xwe jî ne dîtî?
   Başe ma ew nivîsîngeha sê qolî (Emrîkî_Tirkî_Îraqî) Kurda na berdete êk û ew şerrê Tirk neşyayin biken, Kurd ji pêjve biken û ew tinê Bo xwe pê bikenin û bibêjin; Bila êk û du bikujin, ferqa seyê reş û seyê sipî nine.
   Başe ma heke verrêja wê pêkhatinê Kurd pê bênekujtin, ma ne pêdvîye wî wezîrî jî biben danine bi rex Elî Kîmyayî ve, çinkî bê hêve û wêve dê gelek gondêt jêrya Kurdistanê pê hêne herrifandin û jar û belingaz vi ber bomba Kevin.
   Başe ma em dê çawa şêyn bêjîn me siyaseteka Kurdî ya hey, êk ji me bivêt Kongira milletî çêket û yê dî jî pêkhatina liser milletî îmzaket?

29/01/2009

     

zanabamarni@hotmail.de
  
***

Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

-

 

Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Wêneyê rojê: Li Şirnexê kurdî qedexe dikin

ad

Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

ad

Nûdem Hezex beşdarî me dibe

ad

Divê mirov ji "na"yê re bibêje NA

ad

Piştî 70 salan jinek bû cîgera Şaredarê Culemêrgê

ad

Çîrokên 'Spêle'yê li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname