Fêrgîn Melîk Aykoç
Dema romana Cihan Roj ya bi navê “Perde” ket destê min, min xwest hema bixwînim û li gor dîtin û têgihîṣtina xwe nirxandinek li ser binivîsim. Lê gava min xwend, ez wisa ṣaṣ û mat mam. Min xwe bi xwe got: Cihan bi salan e, dinivîse û xwedanê azmûneke têr e, rastnivisandina wî jî gelek baṣ e. Wî çawa romana xwe biriye, daye destê kesekî ji rastnivîsê bêhay ê qaṣo xwe lektor nîṣan daye û çawa hîṣtiye ku ew hem bi zimanê kurdî, hem jî bi hevok û zimanê wî bilîze? Ango tiṣtê ez matmayî hîṣtim ev bû.
Ez ê niha li ser naverok, tevn, hûnandin û karekterên di romane de tu gotinê nenivîsim. Rexneya min tenê ev e: “Mirov çawa dikane tehemul bike ku yekê nezan li ser nivîs û berhema mirovan bilîze?
Ṣiroveyeke kurt
Ji bo pêṣî li hin ṣaṣ têgîhîṣtinan girtinê, divê berê kurte ṣiroveyekê bikim.
A- Bêguman di gelek berheman de kêmasiyên rastnivîsandinê dibin. Li pey weṣandinê carnan ez di nivîsên xwe de jî ṣaṣiyan dibînim. Lê mijar ne ev ṣaṣî ne.
Hin rastnivîsandin jî ji ber formên cuda dikanin bibin mijareyên nîqaṣê. Wekî mînak di van hevok û gelhevokan de: “Ez dizanim, ew nexweṣ e.” û forma ku di rastnivîsandinê de rûniṣtiye: “Ez dizanim ku ew nexweṣ e.” Dikanin bibin mijara nîqaṣê. Ango dibe ku yek wekî ya yekem, yek jî wekî ya duyem binivîse.
Dîsa di mijareya tewandina navdêran de jî nîqaṣ hene. Rast e; di kurdî de dema navdêr tên tewandin, hin dengên stûr nerm dibin. Lê li hin herêmên wekî Serhedê ev nermbûn winda bûye. Û gelek caran jî tewandina navdêran tevliheviyekê jî diafirîne. Wekî Mînak:
“Bavê min çû êṣ, êṣ ket dilê wî. Yanê çi?
Bê tewandin = Bavê min çû aṣ, êṣ ket dilê wî.
“Bêr li ser bêr e.” (em çi ji vê fêm bikin?)
Bê tewandin = “Bêr li ser bar e.” Û hwd.
Heta di zimanên her rêbazên wan rûniṣtinin de jî carnan di warê rastnivîsandinê de kêmasî çêdibin. Wekî mînak min di gelek romanên bi almanî de jî kêmasiyên rastnivîsandinê dîtine.
Ango mijara vî lektorê weṣanxaneya “na”yê ne tenê mijara rastnivîsandinê ye. Ku ev ba, minê li ser nenivîsiya. Lê ev kes dixebite ku bi zimanê kurdî bilîze. Forma mantiqê tirkî lê bar bike. Lema jî divê mirov ji vê nîyetê re na bibêje û pêṣî lê bigire.
Ji bo têgihîṣtinê divê mirov vê rastiyê jî bibêje.
B - Nexweṣiyeke me heye, dema kesekî/e ji me pexṣanekê, yan jî gotarekê bi kurdî dinivisîne xwe zimanzan dihesibîne û gundê xwe jî wekî navenda kurdiya standart dinirxîne. Ev jî zirareke mezin dide zimanê me.
C – Hin hobûn hene, bi giranî bi serkariyan û bi sîsteman ve girêdayîne. Ew jî forma fermandayînê û dîtinê xwe li yê hember dîktekirin e. Ev awa fenomen bi giranî di giyana kesên ku qaṣo dibin xwediyê erkekê, yan jî karekî de xwe dide der. Lema hin kesên qaṣo xwe di pozîsyona lektoriyê de dibînin, dixwazin mudexeleyê dîtin, awa, form û hestên nivîskar bikin (ku heqareta herî mezin jî ev e.) Divê nivîskar rê nedin van kesayetiyên nexweṣ. Nehêlin ku kesên wiha bi berhem, hest, bîr û baweriyên wan bilîze.
Lîstikên Lektor
1 – Di kîjan zimanî de bêyî navên taybet paṣgîna tewangê bi dabiran (´ ) tên qetandin?
Di rûpela heftan de van peyvên di forma tewangê de: “kesên, dêtiyê, rêyeke”
Bi dabiran wiha dinivîse: “kes´ên, dêti`yê, rê`eke. Dîsa: Ta`yekî (rû 11), ax´ê (rû 12),
dilwesi `w, her `ke (rû; 16), dinya´ya rû:21
Ma mafê kesekî heye ku bi serê xwe rastnivîsandineke wiha biafirîne û bi vê ṣêweyî bi zimanê kurdî bilîze?
2 – Ev lektor; xwe xwedanê erkê li ser mijara zayendê lîstinê dibîne. Ji bo wî forma di serî wî de ji rêbazên zimanê kurdî girîngtir e. Eger tenê di çend cihan de ev kêmasî bûyîbana, mirovan dikanî wekî ṣaṣiyeke ji rêzê bidîta. Dîsa li gor zayenda li hin herêman cuda tên bikaranin jî ba, dîsa mirovan dikanî bigota; ev mijareya nîqaṣê ye. Lê camêr li gor cihana xwe bi ziman dilîze. Mînak:
“Ne hêviyên min î siyasî hebûn, .. (rû. 8)
Di vê hevokê de têkiliya “î” (ji bo zayenda nêrza ye) ne bi cînava “min” bi peyva “hêviyê” re heye. Peyva “hêviyê” jî hem peyveke mêza ye û hem jî di forma gelhêjmariyê de hatiye bikaranîn. Li gor rastiya ziman divîbû wiha bihata nivisîn:
“Ne hêviyên min ên siyasî…”
Çend mînakên din:
“Pelên darê ên herî jor î li ber tavê hiṣk, bûyî. (ev bêhnok jî ṣaṣ û bêwate ye.) rû:9
Divîbû wiha ba:
“Pelên darê yên herî jor ên li ber tavê hiṣkbûyî.”
Ji serê romanê hetanê dawiya romanê hemû danasîn bi vê awayî hatine nivîsandin. Ango camêr wê cesaretê di xwe de dibîne ku rastnivîsandineke derê zanista zimanê kurdî derxe pêṣ.
3 – Sedî nodê hevokan wekî hevokên ṣikestî ne û serobinkirî ne. Mînak:
“Sikakeke teng e, ev bajar, ji bo min. Di vê sikakê de, ev bajar, li navê xwe digere.(rû: 6“!
“Xema min hebû; li dikanê, ez û miṣteriyek bi sohbet bûn.“ (rû: 10)
“Dilê min xewirî, nedikarîbûm rabûma ser piyan.. rû 19
“...Tu bi a min dikî, nehêle biraziyê te bimîne li van deran…” (rû: 34)
“Ez hinek mam di ṣermê de.”
“…dixwazin bielimin lêdana amurekî din. Rû : 51
Ez hinekî mam di ṣermê de. Ru: 59
4 – Dîsa her çendî gotinên di nava hevokê de bi kurdî bin jî, mantiq û sazkirina hevokan bi giṣtî bi tirkî ne:
“Sikakekê teng e ev bajar” = Bir dar sokaktir bu ṣehir.
“Di vê sikakê de ev bajar li navê xwe digere” = Bu sokakta bu ṣehîr adini ariyor.
“… min bi xeyalên xwe, jiyanek dabû wî kesî” = Ben hayallerimle o kiṣiye yaṣam vermiṣtim.
5 – Li gor devok yan jî têgihîṣtina xwe peyv jî bi awayekî wisa nivîsîne ku ṣaṣ tên fêm kirin.
Mînak:
“wê kêlikê min….”
“Kêl / kêlik” ji bo kevirê li ber serî û lingê goran tê bikaranîn. Lê wî di vir de qaṣo ji bo peyva “kêliyekê” bikaraniye.
“kûlîkdang” rastiya wê > kulilk – dang > guldang
dirrincifî > diricifî
“minekar” > minetkar
“cehel” >cahîl kurdiya wê nezan.
Mala pirtûkan = pirtûkxane /firoṣgehên pirtûkan
Noqî xaylan bûm = Noqî xeyalan bûm
Çivir = tijî
erize = ariza?
Malûnavmalî / kebanîwbermalî, kulfet rû:27
Dêrdixan
Piqîna avê bû. Rû 27 yan bilqîna avê bû?
Pî û bazikê min, yan “pî û baskên min?” rû 56
6 – Peyvên biyanî yên bi „C“ û „K“ destpêdikin giṣt kirine “Q”
Mînak:
Qargo (rû:40) = kargo
qafê (rû:49) = Cafê
qontrol = kontrol
qozmopolit = kozmopolit
oqyanus = okyanus
qemyonek = kamyonek
ṣoq = ṣok / ṣoke
qategorize = kategorize rû 94
qomleks = kompleks
peyvên kurdî jî wisa kiriye, dibe devoka wî camêrî jî be.
kuncik kiriye quncik
7 – Hewce ne hewce, bi serê xwe tîpa “R” li pey hev rêzkiriye.
Mînak:
peyva ṣer bi du “R”yan bikaraniye. ṣerrek rû: 15
Diqêriya bi du “R”yan bikaraniye. Diqerriya rû : 54
Bibirrin rû 57
Qirreqîrrê rû : 12
Kerramperr rû :51
Xerriqîm rû :54
Birra bira dilê te maye ? rû : 57
8 - Paṣgîna tewangê: Di bikaranîna danasînê de naswer paṣgîna tewangê digire.
Birêz lektor wiha nivisîye: Deftera Gulperi li ber destê min e. Rû 17 ev ṣaṣ e. rastiya wê wiha ye: Deftera Gulperiyê
…Destnivîsa Gulperî xweṣ e, dixwînim. Rû 17
Divîbû wiha ba : Destnivîsa Gulperiyê….
9 – Gelek caran lêkeran ṣaṣ bi kar tîne.
Lêkera “lêkirin” dema tê bikaranîn, daçeka “lê” li pêṣ bireserê, lêkera bingehîn “kirin” jî li paṣiya hevokê tê bikaranîn.
Mînak :
Ez daran li erebê bar dikim.
Lê birêz lektor ev du car bikaraniye.
„… min ê li deftera ṣexsî lê nekira.” Rû: 14
Rastiya wê : “… min ê li deftera ṣexsî (kesî / xwe) nekira.”
Lêkera “kudandin” tenê ji bo demê tê bikaranîn. Tu carî di wateya ajotin û hêriṣkirinê de nayê bikaranîn. Lê birêz Lektor di wateya lêkera tirkî “ajotina ser” “ustune surmek” de bikaraniye.
Mînak: “Gulperî, kudand ser wê: wekî tirkî : Gulperî onun ustune yurudu” rû: 22
Divîbû wiha ba : Gulperiyê pekand ser wê / bi hêrs ji wê re got/ Ji wê re xeyîdî:
“Wê di cih de min biqewirînin.” Rû 60
Lêkera qewirandin di wateya biraṣtinê de ye. Ango goṣt tê qewirandin. Lê birêz lektor ev lêker di vir de di cihê lêkera qewitandinê de bikaraniye.
“…sazbend ê ji min dev berada: rû: 67 di vir da lêkera “berdan” ṣaṣ hatiye bikaranin. Divîbû wiha ba: “berda / berdaya”
Tu rabûye. Rû : 46. rastiya wê “tu rabûyî.”
“ … û ez kirim kir bin hukmê xwe... rû :54
Di tevahiya romanê de ev ṣaṣî hene.
10 – Bêhnok gelek ṣaṣ û ne di cih de hatiye bikaranîn. Pirê caran jî bikarneaniye. Hema çawa ku haya xwe ji pindeṣaniyê tunebe. Lewra ev ṣaṣî di seranserê romanê de heye.
Mînak:
“Ger ew hêz û wêrekî bi min re hebûya min ê li deftera ṣexsî lênekira.” Rû : 14
Divê ev wiha ba: “Ger ew hêz û wêrekî bi min re hebûya, min ê li deftera ṣexsî nekira.”
“A rast, ez jî ji xwe ne bawer bûm bê min ji dil got an hema wisa ji devê min derketin, ew gotin.”Rû: 20
Divîbû wiha bihata pindeṣankirin:
“A rast, ez jî ji xwe ne bawer bûm, bê min ji dil got, an hema wisa ji devê min derketin, ew
gotin.”
11 – Hin biwêj bi mantiqên tirkî ne.
Mînak: “Sebra dengbêjan tu car nateqe.” rû 20. Tirk dibêjin: Sabrindan çatladi.
Divîbû wiha ba : “Sebra dengbêjan naçike /têknaçe / namîne û hwd.
“ …û bisilike nava heyateke xerib rû :57 “tirkiya wê = Garîp bîr hayatin îçîne suruklenmek.
“ew zanîngehî bû. Rû : 56 Tirkiya wê “onlar universiteliydiler.”
Ez û ew bi sohbet bûn. Wekî tirkî: Bîz onunla sohpetliydik.
“Bi huzin li min dinêrî. Rû: 91” tirkî ye = Bana huzunlu bakiyordu.
12 – Piraniya daçekan, bi taybetî yên cot rast nehatine bikaranîn. Çend Mînak:
“Çavên min bi dîmenekê ketin” rû: 10
rastiya wê: Çavên min li dîmenekê ket.
“…bi hêrs diket” rû :21 çi ya nê bi hêrs li erdê diket, yan (camêr/ canik) hêrs diket?
Li gor hevokê ev lêkereke hevgîn e. peyva hêrs di vir de berlêker e. Ji wê pêdivî bi daçeka “bi” tuneye.
“Me li miqabilê bufeya Maqûl silav tê veda.” Rû 22 “silav tê nayê vedan. Silav tê dayîn. Ango daçeka hevgîn (hevdûdanî) “tê” li vir ne hewce ye. Û lêkera vedan jî di vê rewṣê de nikane were bikaranîn.
“…di wê kêliyê ez terikandim.” Rû : 32 di vir de hevpara daçeka cot “de” hatiye ji bîrkirin.
“Hê hefteyek bi ser çûyîna lawê wî de derbas nebûbû.” Rû 35 carê bi hev re bikaranîna daçeka “bi û de” ji bin ve ṣaṣ e. Ev di tu zimanî de ne gengaz e. Lê gelek nivîskarên me ji ber hobûnên heremî vê bi kartînin. Di vê hevokê de bi tevhî ṣaṣ e. divî bû wiha ba: “Hê hefteyekê di ser çûyîna lawê wî re derbaz nebûbû.
“Keçik ji min bi dûr ket.” Rû : 53 Di vir de jî peyva “dûr” berlêker e. Ango lêkera hevgîn “dûr ketin” e. Lema pêdivî bi daçeka “bi” tune ye.
“Saz ji destê xwe de danî.” Rû : 58 Ev hevok dikane wiha were sererastkirin. “Sazê di destê xwe de danî.”
“…bi ser min de tê.” Divîbû wiha ba: “di ser min de tê.”
“ …bi kur de … rû” 117 rastiya wê “bi ku ve” ye.
13 – Di dehan cihan de divîbû gihaneka “ku” bihata bikaranîn, lê camêr pêdivî pê nedîtiye.
Mînak :
“ … bû sedem dîmenek xwe li min bide der;” Em ṣaṣiya hevokê bidin hêlekî, divîbû di vê hevokê de yan bêhnok, yan jî ya herî rast gihaneka “ku” bihata bikaranîn.
Ango wiha : “ .. bû sedem ku dîmenekê xwe li min bida der (li min xuya bike).”
“ …min femkir ew ji bo sohbetê amadeye.” Divî bû wiha ba: Min fam/fêm kir ku ew ji bo sohbetê amadeye.
Di rûpela 44’an de miov dibîne ku rast nivîsandineke nivîskar li ber çavên lektor neketiye. Lema jî orjînal maye. “ji niṣka ve” rasterast rastnivîsa nivîskar e. Lew re ev forma daçekê li Serhedê rast tê bikaranîn. Lê di heman rûpelê de lektor dîsa fêlxirabiya xwe bikaraniye û di cihê “ji paṣiyê ve” ji paşiyê de nivîsiye.
14 – Bê guman mirov dikane di romanê de nirxandinên di nav kevanokan de jî bikarbîne. Lê hemû kevanokên ku birêz lektor bikaraniye, bê wate û ne di cih de ne.
Têbinî: Vî lektorê “ na”yê xwest li ser bîr û baweriya nivîskarê ciwan Mîr Qasimlo jî bilîze. qaṣo wekî nimûne du rûpel redektekiribû (di rastiyê de rezîl kiribû) ji wî re ṣandibû. (bi tevahî zimanê di vê romanê de hatiye bikaranîn bû) Mîr Qasimlo jî hem orjînala wan du rûpelan û hem jî ew her du rûpelên rezîlkirî, ji min re ṣand. Min dît ku di orjînalê de bê çend kêmasiyên ne girîng hîç kêmasî tune. Lê yên qaṣo redektekirî ji serî ta binî tev de ṣaṣ in. Min jî nirxandinek li ser nivisî û ji Mîr Qasimlo re ṣand. Ew neket vê dafikê. Eger pêdivî pê hebe, ez dikanim wan rûpelan jî bi tevê orjînalan bidim weṣandin.
Bi gotineke kurt û kurmancî divê mirov pêṣî li wî kesî bigire û nehêle ku ew bi zimanê kurdî û bi zimanê niviskaran bilîze.
***
Nivîsên eleqedar:
- Ji Nayê di jê çîrok, yek rojan 3 pirtûk derketin