logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

Ez dê bo xwandevanêt hêja nivîsa Se'îd ji Soraniyê wergêrînim kurdiyê û têdîtin û şiroveyêt xwe jî li ser binîvisînim.

  • Dîrok: 19/08/2008
  • Beş: Serbest

 

Ebdelhemîd Bamerrnî

Eve sernivîsa nivîsîna hêja Dr. Salar Mistefa Se`îd li roja 22/7/2008 an, roja xwendina fatha ji dest çûna Kerkûkê, li rojvegêra (rojname) Bedirxan 100 da hatiye belavkirin û têda siyaset di gel zaravê bedirxaniyan kiriye û sivikî jî pê kiriye. Ez jî dê bo xwandevanêt hêja ji Soraniyê  wergêrînim kurdiyê û têdîtin û şiroveyêt  xwe jî li ser binîvisînim.
(( Seyda di bêjît gelek gotar li ser vî çîr (babet) î yêt hatînenivîsîn, min divêt hindek alîyêt dî berçavkem. di Kurdistana Îraqê da ya aşkiraye ku zaravek gelekê li delîvê nivîsînê û zanînê û tureyda hatiye bikaranîn, heta heyamekê baş cihê xo yê li gelek delîva girtî û pêkulahatyekirin bêje û zaravêt dî yêt têda bikaranîn. Ji ber hindê jî em dişêyn bêjînê ezmanê (zimanê) standerdê Kurdî. Gelek kesa ya ji wan ve eve zaravê Silêmaniyê nîne. Bo nimûne seydayê Zebîhî li pêşiya ravepeyv (ferheng) a xo da zaravê Silêmaniyê ji soraniyê yê codakirî)). _ Peyvêt zaravêt dî yêt di Soranyê da helandîn (asymîlasyon kirîn), çinkî malxoyêt wê peyvê ewa di soraniyê da bikaranî, tu tişkî êdî ji peyva xwe tênagehin, piştî ew di nav soraniyê ketî.

1- Ez di gel seyday me pêkulahatyekirin gotnêt zaravêt dî di nav soranyê da bihelînin, wekî Tirka ezmanê kurdî dizî û gotinêt ezmanê Firensî û Îngilîzî û Latînî di nav ezmanê xo da bikardiînît û dikene Tirkî. Serderya soranî di gel zaravên dî yên kurdî diket wekî wê dizyê ye ya şovînizma soranî ji mala farisa li dîv serhizra wan ya ezmanî ( dapîra me ya li mala wan) didizin, herçende dapîra wan babê wanê hêlay û ya bajêlebuy û çuy, dapîrê hez ji babê wan nekirye, şû yê bi êkê dî kirî û ya li nav mala wî mirî û ewê wê şûpêkirî ji maleka gelek kevna ji malbatin, bi şehdeya dîrokzanêt Kurda, Kurd dibêjin( ma jixo ne yê deyka me şûpêkir dê bêjînê bab) û kes jî nabêjîtê bab.

2- Seyda rast nabêjît çinkî Silêmanyê xo rêzkeka Kirmancîyê di pirtûkêt xoda ne qebîlkirye. Berovajî vê çendê hêjayê wezîrê taşandinê ( wezîrê perwerdê) pirtûkêt par yêt xandingeha yêt dayne sotin û tenê li Dihukê ne hemî deverêt kirmancîaxêva, ev sale heyanê rêza şeşê destpêkê ye û bo lukêt bilind ya berbendkirye.

((Zaravê Behdînî)) _eve jêkvekirna Kirmancî = Kurdîyê ye da bişên  li ser serkevin, çinkî heke êkê rojhelat, rojava û juryê Kurdistanê li ser vê çendê bipeyvît, dê sora bêjnê ma ji xone hûn behdînîne _ jêkveke serkeve (( Eve çend saleke piştî Kurd destedarya xo diken yê mijîlî pêşketinê ye, heke berî hîngê di lukeka baş da nebû. Ku bête ser hindê kîjanî karpêbikeyn, çend dîtinekêt cuda berguhdikevin. _ Di pirogiramekî da mam Celalî got: Dema dengê Kurdî li Qahîrê vebûy, hîngê belavkirin bi Kirmancî bû. Her çende pêdivî nebû ez bêjim, bes dê bîra seyday înmeve û bêjim rojvegêr ( sehîfe) a Kurdistan li 22/4/ 1898 ê bi Kurdî ne bi soranî hatiye nivîsîn. Belê ya ji hemyê pêtir ez lê bibawer ew e te divêt çavêt rastiyê kurekey û gohêt wê bigrî, an jî çavêt te di niqandîne û gohêt te dimismitin_.
(( Yêt heyn di bêjin li Kurdistana Îraqê _ eve lukalîzmîkirna welatye da xo ji giranya siyasî û tureyî ya Kurdistanê vedizin, sexmeratî lukalîzma soranyê ya berîv şovînîzmê ve diçît _ pêtvîye ew zarave fermî bibît yê standerd têtenyasîn _ ezman serokê sexletê kifşêt milletîye û standerdkirina wî jî pêtvîye millet û hemî millet dengî li ser bidet, çinkî millet çarê xo bi ezmanê xo diyardiket, ya dirust ewe ew zarave standerd bibît yê bahra pêtir ji xelkê Kurdistanê têdigehît, hêşta soranî ne bûye û ne şêt jî standerd bibît _, çinkî yê belave û ya xo dewledenskirî  pêtirya akinciya jî pê dipeyivin û têdigehin _ya xo bi dizyê dewlemendkirî û pêtirya xelkê jî pênapeyvin, çinkî pişkeka mezina Hewlêrê kirmancîaxêvin heke bê tu Felan û Tikumana û Feyliyan û Hewremaniyan û Lor û Kelhoran ji navbînederê û li Kurdistanê hemyê jî nêzîka 5% ê pê dipeyivin. Wusa heke serhijmareka hûr biken, ez bawer dikim, dê Kirmancîaxêv pêtirî bin_ ewêt dîdişên hîn bibin. Bo hindê mînakê jî diînin wekî devera Parîsê di Firensa da, zaravê devera Parîsê kêmasîbûn û cuda ye ji zaravêt dî yêt firensî, belê ji ber zorya verêja tureyî û zanînê bivî zaravî û bikaranîna wî di pergalêt belavkirnê da, êdî bû ezmanê fermî yê welatî))._ eve ser badane ji rastiyê, êk, Gotina çînî dibêjît: Hizar pirtûka li kerekî bikey wî xwendevan naket. Em Kurd jî di bêjîn: Suwarê diziyê herê peyaye û baştirîn mêranî ya dizî revîne.
Du: Bisanahîtirî tiştî li Ewrupa dihavêne berdengdanê, nexasime ezmanî û çi dewletêt Ewrupî jî ne gotiye hebît nebît dê eve bît.
Sê: Eve diyardiket, kanê boçî  rênahêtedan kenalêt setelaytî xorî bi Kirmancî bêne vekirin.eve diyardiket ku bi pîlaneka darêtî ji layê şovînîzma soranyê ve rê li standerdbûna Kirmanciyê tête girtin û şerê wê tête kirin. Wekî vî biraderî, hemî alavê berebeyta soraniyê karê wê ew e ji pêş Tirkya ve ezmanê Kurdî bikujin û soranî li şûnê danin_.
(( Her ji ber wê egerê li Holenda rengekê axiftinê yê hey û serdestbû ye ku yê devera Harlêmê ye. Li Elmanya heke êkê bajarê Mûnşin digel Kolinyekî an jî êkê devera Firîzin baxivît û her êk bi zaravê xo bi peyvît, têknagehin û  pêtviye wergêrekî bo bînin. Belê li wêrê eve ya çarekirî renge zaravê Hanoferê yê bûye ezmanê fermî yê Elmanya._ bila em jî dê zaravê Barzan bo jêrya Kurdistanê fermî keyn, li dîv gotna seyday zaravê Saksin yê ku şîretkarê êkê yê Elmanya Otto von Bismark xelkê wêrê ye û Seksin jî nîveka wî welatî ye û em jî dê ezmanê Barzan ku li ser tuxîbê Sora û kirmancîaxêva ye û Barzanî jî serokê êkê yê şoreş û devera Kurdistana Îraqê ye, li dîv mînaka te pêtvye ezmanê Barzanî pê dipeyivin û dipeyvî fermî bît. Belê seyday pîçekê zanîna wî ya cografya Elmanya ya kême, çinkî Hannover nakevîte nîveka Elmanya, dikevîte juryê wî welatî, wusa jî pêtviye ezmanê devera Barzan bît bo jêrya Kurdistanê û bo hemî Kurdistanê jî pêtviye Kirmancî standerd bît çinkî juryê welatî ye_.
Senga destudanê siyasî û abûrî kênceka bibiha li ser biryardana kîjan zarave fermî bibît ya hey.))
_ Seydayê hêja eve demekê dirêje ez li Elmanya hêj min rojekê jî nebihîstiye û nexwendiye êkê elman gotibît ev zarave yê piştgohve havêtye û evê fermî kiriye, li Elmanya her deverek zaravê xo dixûnît û dinivîsît û hinde cara her bajêrek zaravê xwe dixûnît, çi super zarav nînin. Hinde cara xwendingeh ya xoserî xoye di xwendina zarav û ezmanê pê dixûnît. Pêtvî naket ji pêş xelkê ve ji rastiyê derkevî û kesê Elman, Holendî û Firensî destudanê (islub) te di gel ezmanî qebîlnaket. Senga siyasî û abûrî dewrê hey û hema bigeza te , senga siyasî ya kirmancîaxêva pêtire ji ya soranyê, çinkî kûrya wê ya ciyosiyasî pêtire ji ya soranî, abûra kirmanciyê jî, ji ya soranî xocihtire û heke tu gefa bi Kerkûkê li kirmancîaxêva bikey, berî hemya fathekê li ser giyanê xo bixûne çinkî Kerkûkê bay bay kir!? Dê wegirîn di destêt we jî da ba, bawer bike hêja kirmancîaxêv bi hêviya wê ve nînin, çinkî hejnuke hewe deverêt kirmancîaxêva yêt devzoha hêlayn, çinkî ji kujma heşt milyar dolarêt berverêjkirnê (Îstîsmar) 5% ê yêt dayne Dihokê û ji nêzîka 200 karxana hewe tinê êk ya li Dihokê vekirî, li Silêmanyê jî pêtirî 120 a hewe yêt lê vekirîn û her 70 _ 100 Km. hewe Firîngeheka navdewletî ya lê vekirî, li devera kirmancîaxêva ji tuxîbê rojhelatî heta yê rojava êk jî lê nîne û her gondekî hewe zanîngeheka lê vekirî, bo hemî devera kirmancîaxêva hewe zanîngeheka kalukirome ya lê vekirî, ya ji hemya jî pêtir dilê hewe pêxoş soranîaxêva kehreba xo ya hey bînahya mejî ya radestî Etatirkî kirî. Raste abûrî kar liser pêşveçuna ezmanî diket, herwesa teknîk û zanîn jî palkerêt pêşvebirna ezmanîne, ji ber hindê jî hewe hemî yê li me berbendkirîn. belêpa dîrok di ich da na heltûtirît, çi dema Kurd rizgarbûn, kirmancîyê pêvetêt xo ji hewe baştirlêket, çinkî ezmanekê xosere, soranî jî ya dizye û kesê jî bidizya ne biryeserî._
(( Heke xelkên Behdînan bikarînana ezmanê me yê standerd _ merem soraniye ne kurdî _ nevêt jixo kes neşêt wan li ser vê neçarken. Yêt heyn ji behdîniya ku dibêjin raste em li Kurdistana Îraqê çêdbît 25_30% bîn, belêpa li hemî Kurdistanê em pêtirîn û zaravê me yê bê kêmukasye û ji ber hindê me divêt li devera me _ Behdînan_ xwendin û nivîsîn bi behdînî bît, li devera sora jî soranî bît))
Bersiva seydayê hêja ew e ku çend terekêt kirmancîaxêv dibêjin em kêmasîne, pêtirya mejî min berî nuke diyarkir û ya dirusttir kirmancîaxêv dibêjin bila Kurdistan bibîte dewlet û paşî xelkê wê bi dengdanê biryarê bidet ka kîj zarave standerd bit û ev e tiştekê bajêristaniye û kesê jî gazinde namînît. Ew kesê li dîv hewe dihên yan êke ji wezîrya xo ditirsît yan jî hewe nanyasît. (( Bo nivîsînêt fermî _hikomî_  jî bila biherdu zarava bin û her deverek bizaravê xo. Pêtviye xelk jî herduya hînbibin. Yêt heyn jî dibêjin em diberhvîn bi Erebî bixûnîn neku biezmanê standerd _ nanê garisî dixut û tirêt pîlay dikenît_ku bahra pêtir jê soranye)). Çinkî kirmancîaxêv dibînin ku sora bi Elfabêya  siyasî ya Etaturkî û Îsmet Înonuy serederyê digel kirmancîaxêva diken, vêca heke standerdkirna Kurdiyê ne soranyê ya  berbendkirîbît, bawer biken Erebî ji ezmanekê dizî baştire û dewê ceribandiye. _
(( Yêt heyn dibêjin pêtviye me ezmanekê êkgirtî yê standerd yê Kurdî  hebît û ji hindê dirustkeyn ku zarava têkhelkeyn)) _ eve dê bîte çîroka pîve bihost û bibire, êkî pirsiyara babê xo kir: gotê bab çawa li ber dikanê bim? babê jî gotê hema peroka (qumaş) pîve bihost û bibire û ew jî viberket wekir heta perok hemî zivêlzivêlkirin û paşî jî çû ser rûşyêt berê dest ji pêya dirêjtir. Eve ezmanê gêlma gavanî ye, soranî jî gîfankê ezmanêt deverê ye û her gilêşek ji malekê yê li ser xirvebûy, ezmanê wê dayikê ye ewa bi zarokêt xo razî nebû ye û bajêlebû ye, bes Xwedê dizanît ka piştî mêrê êkê çend şûkirîne. Vêca heke her maleka deyka soranyê mirov tiştekî jê wergirît dê mal bîte ya biyanya û zarokêt wê jî dê têda berzebin.
(( Bi dîtina min ji layê ezmanî ve ev e nabît, heke pêkolek (mihawele) jî bo bêtekirin, hîngê tiştekê nequle (şaz) yê biyanî dê jê çêbît, ku kesê nevêt pêbaxivît. Têkelkirina zarava li gelik bo êk renge ezman çend binyatekêt rêveker yêt berwext dipêtvîne, wekî çêkirina tûreka pêşketî ya rêka û şemendofêra û xîçêt firînê yêt Esmanî, li nav sîstema siyasî û abûrî li Krdistaneka xoser û êkgirtî bo demê bi dehan heta bi seda sala)). Evê şirovê nuke sora dê mifay jêken çinkî hemî bingehêt abûrê û hizirrewşîyê û siyasî yêt li ser nafka wan vebirîn, heta xwendingeheka olî li Dihokê hebû ew jî nehêlye û ya biriye Hevlêrê, çinkî zanayêt me yêt olî bi Kurdî ne soranî ders digotin û xo zanîngehek jî nîne tinê kirmancî lê bihêteve xwendin, pîlan ya darêtiye kirmancîaxêva bikene palêtsora. (( Dirustkirina ezmanekê nû bi rêziman û darêtineka nû û bisexletêt nemazeyî wekî çêkirna dermanekê nijdariyê nîne ku di serborgehekê da li dîv sexletekê nijdarî  bit. Heke tîrêjekê bêxîne ser Kurdistana Îraqê û ezmanê Kurdî yê êkgirtî, ez piştevaniya wî dikem yê nuke pêtiriya deverêt Kurdistana Îraqê ( jêkcudakirina Kurdistanê) pêtirya xelkê pê dipeyivin û dinivîsin ew jî ew e yê dibêjnê ezmanê standerd _ gotneka bê bihaye_ heke bişên gelek ji gotin û serdevêt (îbare ) ciwan ku li ser ezmanî bisanahî bin)). _ Ev e xo vedizîne ji gotina erşîfkirin, ew ê kû ya duyê jî bêxiş ( bîdûn şek ) bo soraniyê çi peyvêt Kurdî bi sanahî nînin û wan divêt ezmanê Kurdî ( kirmancî ) jî bi detedîv maddê 140 û li dîmahiyê jî bête berbendkirin. (( Heke bi sanahîbin _ merem jê peyvêt zaravêt dîne _ ji rengêt dî yêt Kurdî bêxîne nav wî yê nuke pê dihête nivîsîn, li dîv verenîneka têr û tijî, dê ezmanekê Kurdî yê bi serober jê çêbît)). Li vêrê cihê pûtepêkirnê ew e (tiwêjînewe) verenîne ya gotnê û biyanîkirina wê ji xodanêt wê û husa jî soranîkirna Kirmancî û zaravêt dî _ têr û tesel _ ramana wê ew e vecûna wergirtiya ji gotina hûrkirina wan paşî daîrin û bihavêne kulanê û bêhneka pîs dê jê hêt. Ev e fêl, dizî, derew û teşqeleneya ji hemya bi bihatir ev e ya ji Tirka wergirtî ku ezmanekê soranî bi rêka kemalistî çêken. Dê Kirmanciyê, Hewremanyê, Zazayê, Loryê, Kelhoryê û Feyliyê hemya pûçken û dîmahiyê jî bên bi Farisyê ve girêden, eve dizîna Kurdiyê ji Kurdan e û ezman firotineka erzan e. (( Karê hikumetê jî ji layê abûrî û bicîkirinê dê bi sanahîtir lêhêt. Bila em hizra xo li ser hindê bikeyn heke biyanyekî bivêt Kurdî hîbibît, heke me ezmanekê êkgirtî hebît dê ya bisanahîtir bît.)) _ Ev e jî ser ji rastiyê badane, divêt bivan bihaneya pêaxivêt zaravêt dî bi locîkê zanînê bixapînin, ev e ne kêmtire ji berebeytêt destpêka serhizra êk ezman, êk millet û êk dewlet ya şovînîzma toranî, ya may ku seyda bibêjît diravê didestê meda û heke hûn wekî me nepeyivin dê we ji birsada kojîn. Yê biyanî dema dihête devereka Kurdistanê, heke rûda ez bawer nakem ji hevlêrê û Silêmaniyê derkevît, ew cihê berjewenda wî lê dê bi ezmanê wê deverê axivît, pêtvî çi arêşa nîne li navbera xo û bikrî çêket. Bi egera têknegehiştinê û yê biyanî xodan berjewende û li dîv serbênê (mebde`i) _ bikir mîre _ serederyê diket û ji ber hindê bi ezmanê bikrî dipeyvît û pêkulêdiket hîbibît, baş e heke êkî ezmanê wegirtî yê standerd hîn bû ma sîngê nakevîte dîwarekî heke bikir têknegehin, ji egera jêkcodahya zaravî. Zanîna locîkî jî baştir e Seyda yariya pê neket çinkî locîkê direwa direwin._ (( Heke em li ser pêtiryê baxivîn, li Kurdistana mezin _ Kurdistana biçîk û mezin nîne _ bila em pirsê helgirîn bo wî demê hemî Kurdistan xoser û êkgirtî dibît. Hingê çêdibît Kurdistan li ser binyatê ezmanî _ zaraveyî_ û cografî bo sê parçêt fîdralî bête lêkvekirin. Xaneqîn, Bedre, Cesan, Kermenşah û Îlam û çarrexêt wan devera jêrî bin. Sine, Mehabad, Bukan, Şino, Silêmanî, Ranyê, Qeladizê, Hevlêr, Kerkûk û Germyan û çarrexêt wan wekî devera navîn _ Seyday divêt serhizra xo li dîv ya ezmanê Hannover bi rê ve bibet, belê di lêkvekirna cografîda Hannover û Niedersachsen herdu juryê Elmanyane _ . Kurdistana jêr destê Tirkya, Sûrya, devera Behdînan ji Kurdistana Îraqê _ jêrya Kurdistanê_ û Îranê û Kurdêt Ermînya jî devera jurî  bin )). Ez ditirsim Seyday diktora bi cografyê hebît û heke we bît pêtviye hemî mela û niviştî nivîs di dewlemend bin çinkî gelek niviştîya bi dirav dinivîsin. Seyda di rêzka êkê da tirana bi felsefa Kurdînyê diket. çinkî Kurdînî, neku Kurdayetî, ji Kurdistanê derdikevît û ezmanê Kurdî ne soranî ezmanê welat û milletê wî ye û pirojektê millet û welatperêsyê ye û hemî jê berpisyarin, li min were seyda dizanît hêşta li Elmanya dengdan liser rêderê qenckirna dirustnivîsînê nekiriye. Ev tişte jî ji sala 1949 ê were yê paşêxistiye û hêşta jî li ser diaxivin, ka dê kengî êxne ber dengdana xelkî. Seyda dibêjît me ne vêt li ser Kurdistana mezin bipeyvîn. Ya aşkira ye. Baş e seyda heke em li ser welatê xo nepeyvîn, pa li ser çi baxivîn, pa nê parçêt dî yêt Kurdistanê yê li hîvyê em bo wan harîkar bîn. An jî hewe firotiye û karê we ew e hûn di derya demîda bixendiqînin û paşî pênekê lêden û di gel hindê jî xo berhevken û Kurda nehêlin û soranistanê çêken. Lêkvekirnêt cografî yêt Seyday jî, da bo hêjay şirovekeyn, çinkî gelek bêhnêt pîs jê dihên.

(Dê bidome)


Têdîtin
1_ Ew  nivîsîna li navbera du kivanêt husa ((    )) ew ya wergêrane ji soranî.
2_ Ew nivîsîna li navbera du nîşanêt husa _ ….. _  ew şiroveyêt minin.
3_ Ew nivîsînêt li nav du kivanêt husa (     )  ew ramanêt gotinane.

***


Têbiniya Diyarnameyê:
1-Me ev nivîs bi devoka behdînî, weke ku nivîskar ji me re şandibû, weşand.
2- Beşa diduyan a vê nivîsê emê di nêzîk de biweşînin.

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

news
  • 26 07 2026

Mêtîngeha kurmancî, bajarê Kolnê yê Almanyayê: Gelo em kurd “kolonîzebar” in?

news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Li Pirsûsê çavdêriyên dixtorekî

ad

Ahmet Turk li Viyanayê rakirin nexweşxaneyê

ad

2009: Navên herî zêde hatine tikandin

ad

177 kes ji bo konservatuarê hatin qebûlkirin

ad

Li Başûr gelo siyaseta MALBATistan ango Monarşî têk çû yan na?

ad

Nivîsek li ser alên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname