logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

  • Dîrok: 08/05/2026
  • Beş: Serbest

Diyarname
Pirsa vê meseleyê ev e, "'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî amade kiriye, kî diziye, Avesta ku niha amadehiya çapê dike, wê çi bike, biryarek çawa bide?"
Ev ji ku derket: Ev nîqaş par jî dest pê kiribû, niha ji ber ku Weşanên Avestayê wê "Ferhenga Derûnnasiyê" çap bike, carek din derket holê. Nivîskar, wergerê, yek ji kedkarê berê yê Kovara Psycology Kurdî Kenan Ornek dij derket ku "çima navê wan li ser ferhengê nenivîsiye, keda wan xwariye."

Ji bo yên hay ji meseleyê tune ne ji serî de em dest pê dikin. Kovara bi navê "Psychology Kurdi" di sala 2016'an dest bi weşanê kiriye. Têde gelek kesî cih girtiye. Kovarê di her hejmarê de termên li ser derûnî bi navê "termên derûnnasiyê" amade dikirin û di dawiya kovarê de bi îngîlîzî-tirkî-kurdî belav dikirin. Heta vir normal e. Ne normalî par dest pê kir.

E-PIRTÛKA KU BRAHÎM ALÛCÎ BELAV KIR
Di gulana 2025'an de Brahîmê Alûcî bi navê "Ferhenga Derûnnasiyê" wekî e-pirtûk xebatek online belav kir.(1) 
Kovara derûnnasiyê îdîa kiribû ku Brahîm Alûcî xebata wan diziye. Brahîmê Alûcî ev yek red kiribû û diyar kiribû ku ew bi xwe di kovarê de edîtor bû û ew jî di nav xebatê de bû.

ÎDÎAYA KOVARA PSYCHOLOGY KURDÎ
Kovara Psychology Kurdî par wisa gotibû, "Te keda me ya gelek salan a hevpar ku bi baldarî dihat meşandin ji aliyê wî ve hefteya borî bi awayekî lezgîn wekî e-pirtûkekê bi tena serî hat weşandin" û wiha dom kiriye, "Li gel ku dizanîbû armanceke Kovara Psychology Kurdî bi vî awayî heye, ferheng li ber qedandinê ye û dê di demeke nêz de ev xebata hevpar dê wekî ferhengekê ji aliyê Psychology Kurdî ve bê çapkirin jî termên em bi salan e li ser dixebitin tevî hin zêdekirinan weşandin û haya me bi we re ji vî tiştî çêbû." (2)

AVESTA FERHENGÊ ÇAP DIKE
Duh Weşanên Avestayê bi ser hesabê xwe re peyam belav kir ku "Ferhenga Têgihên Derênnasiyê" çap dike. Avestayê wekî amadekarên ferhengê navên "Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperi Gunduz, Leyla Turhan, Azad Dildar" belav kir. (3) Tam li vê derê Kenan Ormek îtîraz kir û got, "Li ser xêrê be lê di vê xebatê de kesên ku keda wan heye nehatine nivîsandin!"

GOTINÊN KENAN ORMEK
Kenan Ormek li ser hesabê xwe gelek tişt gotibûn. Me xwe gihand Kenan Ormek. Em niha li gotinên wî binêrin:
"Sala 2016'an, payizê min û Abdulsittar Ozmen, Siyamed Aslan û Mehmet Alî Erol dest bi derxistina kovara Psychology Kurdî kir. Me her çaran di nava edîtoryayê de cîh digirt.
Piştre Leyla Turhan, Samed Dogan, Gulperî Gunduz, Aydin Rengîn û Beritan Guneş jî li me zêdebûn û alîkariya me kirin. Me gelek xebat û weger û bernameyên ji bo televîzyon û rojnameyan bi hev re kirin. Piştî çend hejmaran Leyla Turhan û Samed Dogan jî tevlî edîtoryayê bûn û heta ez ji wan veqetiyam jî van kesan di nava edîtoryayê de cîh girtin.
Ez heta hejmara 16'an bi wan re bûm. Ez bi dilê xwe ji wan veqetiyam! Ev kesên ku ez behsa wan dikim, ew kes in ku haya wan ji her tiştî hebû! Û hevalên ez behsa wan dikim kesên etîk û xwedî li keda mirovan derdiketin."

'JI HEJMARA PÊŞÎ VE TERMÊN DERÛNNASIYÊ ME AMADE DIKIRIN'
Ormek dibêje, "Me gelek êş û derd û kêmasî dîtin lê me dîsa jî domand û me kovar kir kovareke ku her kes bi awayekî cîdî lê binêre. Û me gelek caran pê pesnê xwe jî dida. Niha naxwazim behsa kêmasî û tiştên din bikim" û wisa didomîne, "Ji hejmara pêşî ve me termên derûnnasiyê amade dikirin û di dawiya kovarê de bi îngîlîzî-tirkî-kurdî parve dikirin! Me digot em ê di pêşerojê de wekî ferhengekê çap bikin û ev projeyeke me bû! Eger derew be bila ev kes bêjin tu derwan dikî! Û ji ber ku Mehmet Alî Erol ev dizî kir, kovarê daxuyanî da û got 'em ê di demeke kin de çap bikin!' Îcar va çap bû lê ne navê min heye û ne jî yê Mehmet Alî Erol! Vê jî bêjim her çiqasî Mehmet Alî kêmasî kiribe jî, divê navê wî jî hebe!"

Ormek ji bo Weşanên Avestayê jî dibêje, "Ez li vir Avestayê sûcdar nakim, tenê hişyar dikim! Ew çi bişînin weşanxane wisa çap dike. Me ji bo Avestayê çi dişand, wisa çap dikirin. Ne kêmasiya Avestayê ye. Ez ne dijî, Avestayê, yan kesek din im. Ev karê vê serdemê ye. Ez ji Avestayê rica dikim pêşî vê meseleyê çareser bikin û dûre çap bikin! Ez vî tiştî qebûl nakim!"

Ormek li ser rêveçûna karê wan a wê demê jî ji bo Diyarnameyê got, "Her yekî ji me karek dikir. Hinekan nivîsên dihatin carekê dixwendin û dişandin ji min re û min di ber re werger jî ji kovarê re dikir. Û halê dawî dişandin min hemû dixwendin. Û termînolojî jî dişandin, min rast dikir û herî dawî Sîdar Ozmen birayara wan dida. Rast e wî birayara dawî dida. Ma ê me ne ked e? Ma îcar ji ber ku wî biryara dawî daye min tu tişt nekiriye?! Naxwe bila navê wî tenê li ser hebe!"

'KESÊN DÛRE NAVÊ WAN HEYE, ÇIMA YA ME TUNE YE?'
Kenan Ormek carek din diyar dike ku heta hejmara 16'an ew di kovarê de bûye û van lê zêde dike, "Aniha 21 hejmar derketine. Kesên ku piştî min tevlî kovarê bûne navê wan heye lê yê min tune ye! Çima? Û bawer bike heta hejmara 10'an her tişt qediyabû yaw! Term hemû amade bûn. Tenê xwendina wan mabû û belkî çend rastkirin. Ez heta hejmara 16'an têde bûm navê min nexistine, lê navên kesên dûre hatine danîne ser ferhengê. Divê navê min û yê Mehmet Alî jî deynin ser. Ev ne karekî min î şexsî ye! Ev karekî vî zimanî ye, bila mesele nebe meseleyeke şexsî! Ev ferheng ya me hemûyan e."

GOTINA EDÎTORÊ AVESTAYÊ
Piştî reaksiyona Ormek, xwedî û edîtorê Avestayê Abdullah Keskin di bin peyama Kenan Ormek de wisa nivîsiye, "Kenan, hê te ferheng nedîtiye, ez dibêm tu bibînî û bipeyivî çêtir e. Me sala 2020'an ez ne şaş bim dest bi çapkirina kovarê kir, 2026'an ferheng derdikeve. Tu zanî ku karê me yê kovaran li derveyî weşanxanê dibin, însiyatîfên serbixwe ne. Piştî ku te dît, nîqaş û axaftin baştir e."

NIHA WÊ ÇAWA BE?
Li gor parvekirina Weşanên Avestayê ferheng derdikeve. Wisa dixuye li çapê ye. Lê nîqaşa navan didome. Li aliyê din nîqaşa "navên li ser berga ferhengê çima ne bi reza alfabetik in" jî heye.
Di nîqaşên fikrî de saziyên fikrî gotina xwe dibêjin. Li cem kurdan PEN'a Kurd heye, Komeleya Wêjekarên Kurd heye, YEW-Kurd (Yekîtiya Weşangerên Kurd) heye, saziyên din hene, girîng e ku mesele bê nîqaşkirin û mafê kesî neyê xwarin.

DAXUYANIYA KOVARÊ
Kovara Psychology Kurdî li ser nîqaşan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Kovarê gotiye  "Ji duh piştî ku agahiya derketina ferhengê hat belavkirin, li ser medyaya civakî ji aliyê Kenan Ormek ve hewldaneke reşkirinê hat destpêkirin" û ji bo kesen piştgirî dane ev parvekirinên Ormek jî wisa gotiye, "bêyî ku rastiya mijarê bizanibin û mesele zelal bibe, bi rêya etiketkirinan piştgiriya vê kampanyaya reşkirinê kirine."
Kovarê gotina "Meseleyeke din jî ew e ku herçiqasî nave Kenan Ormek heya hejmara 16an di kovarê de heye, wî xwe ji xebata kovarê dûr digirt û gelek caran tevlî xebatê nedibû. Herwiha xebata kovarê û amadekirina ferhengê ji hev cuda ne, me sala 2025an dest bi amadekirina ferhengê kir, helbet têgihên kovarê referans bûn lê ji bilî wê gelek têgih hatin revîzekirin û têgihîn nû lê ferhengê hatin zêdekirin. Ferheng encama çendîn civîn, şêwir kontrolkirin, berawirdkirin û hwd e."
Kovarê gotiye, "Em weke edîtoryaya Psychology Kurdî dixwazin diyar bikin ev e: em amade ne ku li her derê û di her demê de, bi wan kesan re rûnin ku Kenan Ormek bixwe hilbijêre û bi belgeyan nîşan bidin bê ka keda kê bi çi awayî di kovarê û vê ferhengê de heye.
Em ji xwe û ji keda xwe ya xwebexş bawer in; em rê nadin ku îdiayên bêbingeh rûmeta xebata me ya deh salan têk bibin. Hê gelek xebat û projeyên zanistî li ber destê me hene ku civaka me li benda wan e. Ji ber wê, em naxwazin enerjiya xwe di medyaya civakî de bi etîketkirin û nîqaşên wiha yên bê encam xerc bikin."

BERSIVEK KENAN ORMEK
Piştî daxuyaniya Kovara Psychology Kurdî, Kenan Ormek bersivek bo me şand û xwest em li nûçeyê zede bikin. Ormek dibêje, "Îdîa dikin ku ez ji kar û xebatê reviya me. Tiştek wilo tüne ye. Çi xebat ji min re hatine şandin min kirine û şandine û tu carî ji kar nereviyame! Sedî sed çi hatiye ji min re min kiriye û nivîsandiye. Ez kedê kesî reş nakim. Min keda kesî reş nekiriye. Berevajî, ez dixwazim her kes xwedî keda xwe be. Ez jî xwedî li keda xwe derdikevim. Xilas."


Nota Diyarnameyê; Piştî nûçeyê kovarê li ser hesabê xwe daxuyaniya nivîskî belav kir; piştî vê Kenan Ormek bo me bersiv şand. Me ev jî lê zêde kirin. Ji bilî ev tiştên me belav kirin, agahiyên dij, an aligir bên, ji bo mesele zelaltir bibe emê belav bikin.

 

1- Ji bo mêzekirina E-Pirtûkê
2- Gelo 'Ferhenga Derûnnasiyê' keda kî ye? (Gotina her du aliyan)
3- Peyama Avestayê: Ferhenga Derûnnasiyê

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Zend: Xanî û felsefeya îslamê û kelam

ad

Immanuel Wallerstein wefat kir

ad

Dinya êdî nikare vi barî hilgire

ad

‘Official Competition’ û yên din

ad

Tenê MA dikare van sernavan bikar bîne!

ad

Navenda Çanda Feqiyê Teyran vedibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname