Ebdelhemîd Bamerrnî
Seyda deverekê bo Xaneqîn, Bedre, Cesan, Kermenşah û Îlamê çêdiket, belê rastîyêt dîmografî vedşêrît ew rastî jî ewe , Feylî, Lor û Kelhora hemya di wê parça teng da qersokanê pê diket. Her çende hêja dizanît bahra pêtirê ji kerkûkê viber Feylîya dikevît û ya dîjî tirkuman gelek yêt lêheyn. Kerkûk bajêrê Kurdistanê ye belê ne yê Sora û çi cara ji layê rêveberyêve ser bi Silêmanyê nebûye. Devera navîn seyda gelek hingilêt wê pivdidet û her baş e ne gehandiye ser toxîbê Çînê, çinkî nêzîkî nîva Hewlêrê Kirmancîaxêvin û yêt dîjî Tirkuman û Fele û Sorane, Kerkûk hemî Soranî nînin û ev cihêt wî ji rojhelatê Kurdistanê jî navkirîn, Mehabad, Bukan û Şino hemî Soranî nînin û çinkî Mokiryan û Şikak û hindek Ûcaxêt dî ji Kirmancîaxêvane. Seydayê hêja Soranya te ya Silêmanyê ji toxîbê Silêmanyê û Sine na derkevît, beqê viya xo ji temet Çêlê lêket îna peqî. Her seyday li pişt koçk û tenîra navê Hewremanyê ne îna û hema bi pişt gohê xo ve havêt. Her çende eve zaravekê Kurdî yê mezine û ji qinête û berbihavekê cografî yê mezinê hey. Helbet bivan dîtin û hindekêt bihên, diyar dibît ka Seyda çendê şovîniye û her ji nuke destdihavêtê hindek zaraveya pûç diket. Kirmancîaxêvên ser bi rêberya Hewlêrê ve di gel fireka avê vexut. Li ser devera juryê Kurdistanê, Seyday divêt Zaza jî nehêlît û gurî şovînîzma Soranyê biket, ew êk û ya dîjî gelek parçêt Kirmancîaxêv jî yêt jê vebirîn. Ya sê û ya ji hemya pêtir seyday dilê xo pêxoşkirî, du dever yêt danayn li bin navê jêrî û navîn û ya jêrî geleka biçîkkirî. Devera navîn jî geleka pivday, êk ewî serhizra xo ya standerdkirna soranyê li dîv mînaka Hannoverê ya bi Kurdistanêve peçrîmekirî, herçende hêjay ya xo êxistiye arêşeka dî ew jî ew ku Hannover nakevîte nîveka Elmanya berovajî jî dikevîte juryê welatî, eve şaşiya bikarînana cihî bu bo pştevanya soranyê û standerdkirnê. Ya di mejyê seydayda ewe, ew hizirdiket ku dêşên bi sanahî destê xo danine ser devera jêrî û eve jî yê kefçika kumdiken hêj neçuyne xazgînya. Seyda eve her arêşe nîne, lêkvekirn û cografya rêveberî çi cara girêday ezmanî nebuye, di mejyê heweda hewe ezman yê kirye binyatê lokalîzm û şovînîzma soranî. hûn du, sê çar û deh dever bin di hijmarêt locîkê dîmokrasyêda kêmî li dîv pêtiryê diçît û kirmancîaxêv 65_70% ji Kurdane, dimînît serbênê dîmokrasyê mafê mirovî di serederya jiyana xoda ku pê liber xo bigeryêt. Ez bawerim jî devera jêrî teya çêkirî da li serokya siyasî ya Silêmanyê bo xo hinde dirava pêwergirî. Çinkî mîrê Xaneqînê yê digel wan û bizavê diket da bi Xaneqînê bextiyar bît. Seyda berêxodê Kerkûk kîve çu û Xaneqîn jî belbûka wê ye, seyday ew dever jî yêt bo xo helgirtîn yêt petrol lêhey. Bawer bike seydayê hêja kaudanêt jiyana xelkê li Dubey xoştir nînin ji yêt Berlîniyan. Seyday û serkêşêt wî hej nuke Kurdistana lêkvekirî û vêca min ji wî mêrî divêt yê pêkhatina partî û êkatî vi serê min da bibetexarê û min ji wî mêrî divêt yê Fela û Tirkumana baweryê bo çêket, ewêt digel xo dirast nebin dê digel wan bi rastî serederyê ken.
Serborê sê devera jî seyday ya ji seydayêt xo yêt Erebêt Şî`e û Sinne wergirtî û difiroşîte me, ez hevrikya hemî nivîserêt şovînistêt soranyê li vî delîvey dikem, heke bişên tiştekî aşkiraken ku ji dojminêt Kurd û Kurdistanê newergirtibît û bi ser serê me daken û êdî ez bawer dikem ku eve li ser kîstê devokêt ezmanê Kurdî û ezmanêt biyanî dimerdin da soranyê bikene ezman û standard ji ken. Ji pirtûkxana şovînizma Tirk, Ereb û Farisa dersêt felsefa kuştina Kurdiyê ne soranyê werdigirin. Min gelek gotna nesoranyê got û merema min jê ewe:
1_ Soranî ezman nîne û devoke û nîva wê pêtir farisiye.
2_ Kurdî jî ezmanê Kurdistanê ye bi hemî zaraveyan ve ji bilî soranyê, xelkê Kurdistanê jî hemî dihêjane û devokêt wan jî di hêjane û hêjay standerd bunê ne, her devokek li cih û warêt xo ji luka berhevkirnê heta vi pirofîsuryêra digehît, da Kurdistanya hişa hêjayî ya kesînyê bo çêbibît û xo wekî kesekê dirust di devokê xo da linav mal û welat û ezmanêt Kurdistanêda bê kêm û kasî binyasît. Nivîserêt şovînî yêt sora bi du rûya xo kifş diken û serederyê jî diken. Dema dihêne ser jêrya Kurdistanê, bi soranî Kurdistana Îraqê, dibêjin bila ezmanê pêtiryê ezmanê standard bît, heku dibîte gera hemî Kurdistanê, wekî vî hêjay, daxaz diken sê devera çêken û her deverek bi zaravê xo bixûnin û binivîsin, ji ber ku baş dizanin pêtirya Kurdîaxêva kirmancîaxêvin. Belêpa seyda hêj di nav deverêt xo da dîsave çend devokekêt Kurdî diêxne jêr destê kolonyalîzma soranyê û divêt devokê Baba Tahirê hemedanî dibin dest û pêt xo veden, Hewremanyê di îsle (me`isere) ya soranyê da bimerçiqînin û bikene duşava pêxarna soranya farisî… hêşta.
(( Merema min ew nîne ku devokê Behdînî _behdînyê ji kirmancîyê vediket, da hêja xo ji şerê hemî kirmancîaxêva dûr bêxît û vê bihêlît heta behdîna dinav xoda bihelînît (assimilation) û bi rêka wan Împiryalîzma soranî- firensî liser poza parçêt dî yêt Kurdistanê ferket _yan devokêt dî yêt Kurdî piştgoh ve pavên _ eve direwe _ berovajî, ji bilî hindê ku delîvê tureyî û gehandinê û axiftinê( axaftin ) yê rojane ya xo kar pê biken, pêtviye li xandingeha jî ligel devokê fermî yê dewletê, behdînî û hemî rengêt dî yêt nemazeyî, bo mînak kelhorî û hewramî _ lurî û zazayî û feylî negotîne _ her êk li xandingehêt devera xo wekî derseka nemaze bêne xandin. Ji zanîngeha ezmanî pişkêt ezmanî bo bêne vekirin bo lêhelişkaftin û pêşvebirnê)). Seyda kirmancîaxêv ji salêt 1920 a were vê dizanin, heku seydayêt hewe ( kemalîsta )dersa kuştina kirmanciyê di destura xo da dinivîsî.
1_Eve erşîvkirna kirmanciyê ye digel zaravêt dî, bi mejî û destura Tirkî. Erşîvkirn jî bo wî tiştî têtekirin
yê; a/ Yê mirî bit,b/ Dem biserve çuyî bît, c/ Mirovî bivêt nehêlît, veşêrît û kes çi jê nezanît. wan divêt hergav berê xo bidene ezmanogirafya Kurdî û kîna xo darêjne ser devokêt dî bi hîstîrî pêbikenin û bêjin, me hûn kuştin. Wan divêt dîroka Kurdistanê bi erşîvkirnê bikujin û êka soranî _ farisî li şûnê binvîsin.
2_Deqa nivîsîna wê qanonê ye ewa vê dîmahyê seydayêt wî yêt Tirk bo rêdana ezmanêt dî yêt ne Tirkî wekî dersêt nemaze li deverêt kême milletêt ne tirk xandina wan destûrday, derdikevît ya wergirtî. Helbet eve jî xandingeha seydayêt hizirrewşî ya sora, têgehiştî yêt kemalîzmê, piştî xo bi deha sala liber senga givaştina ewropa girtî û neçarbuyn û ev qenckirne di desturê xo da kirî, tên bi dilovanî bi me re difiroşn, ne sopas kulanî jî li devera kirmancîaxêva vê yarya pîs dizanin.
3_ Seyday di dilîda heye devokêt dî xo li nav mala jî berbendket, heku dibêjît: dê bila çi nîne; bes pêçulkêt landka dişên bo xo bi behdînî girî biken.
4_ Seyday nevêt devokêt dî ne ji dûr û ne ji nêzîk nêzîkî soranîaxêva bibît, şinkî nabêjît bila devokêt dî jî li Silêmanyê bihêne xandin. Bi kiryar jî ev e ya hatyetekezkirin.
5_ Dersa nemaze:
a/ Hemî çîr û mijarêt xandin û zanînê pê nahêne xandin, wekî Cografya û Dîrok û Matmatîk û Felsefe û Welatperêzî û zanînêt xoristî û serborî ( Ilum tebî`îye we tecrîbîye) wekî Fîzîk û Kîmya û Rêveberî Aburî û Serhijmarî …hêj, çinkî eve dê li ser nafka ezmanê soranyê hêteve birîn.
b/ Dema ew hiş li cem xelkê çêbu, ewa, ew pê dixûnît ne cihê pûtepêkirnêye, nagehîte zanîngehê û dê piştguh ve hêtehavêtin. Seyday divêt em bi xo kirmancîyê bi derbazbûna demî piştgohê xo ve pavêyn, ji ber hindê dibêjît (( merema min ew nîne ……. Piştgoh ve pavên)), wan divêt bi fêlbazî wê biken. Îbrahîm Eşşewaf li salêt 70 êya ji sedsala bûrî li navicîya Bamernê: Gotibû me heke hûn Kurdîyê bixûnin hûn naçine zanîngeha û dê bine polîs. Aferîn seyda yê refîq bi ezmanê be`isîya bi me re dipeyvît.
c/ Dersa nemaze yê bivêt dêxûnît û yê nevêt jî na xûnît û îdyumêt zanînê bo jiyara rojane û darêtina sitratîcî ya paşerojê û pêşveçuna têgehiştina xelkî cihê xo têda nagirin. Ew ezman dê wekî tiştekê kevirbuy lêhêt û di cihê xoda mînît.
6_ Pişkek li zanîngeha ezmanî bo her zaravekê bête vekirin, evê du rûyêt nebaş yêt heyn:
a/ Dewletêt serdagirêt welatan vî karî digel qinêta ezmanê milletî diken, ev e jî rûyê bêşerm yê soranyê diyar diket, ku ew wekî dewleteka serdagir (mohtel) digel kirmancîaxêva serederyê diken û xo dikene Întîdab li ser kirmancîaxêva û da çi ji ezmanê xo nezanin û pêtir di ezmanê wan bigehin û wekî berjewendiyên soranyê hizir biken.
b/ Evê merdanyê mirov digel ezmanêt biyanî diket, pişkêt zanînêt Kurdî nuke her ji Asya heta Ewrupa yêt heyn û ne dikêmin jî. Bi vê merdînyê ewan divêt soranyê danne şûna kirmancîyê li derve û ew jî bi behaneya eve devokê soranyê bi lukeka navîne û pêtvî nîne da bişên xo danne cihê wê û kûrya sitratîcî ya kirmancîyê binbirken. Herwesa çi roja wan bivêt dişêt pişka zanînêt zaravêt nesoranî û yêt biyanî dê dergehê wan girît.
(( Heke em liser vê pêknehatîn hîngê dê neçarbîn we bikeyn herwekî hinde welat diken, biçîne vê rêkê, li her cihekê Kurdistanê û li her xandingehekê bikêmîve heke deh mirova viya bi ezmanê sitanderd)) _ merem soranye, seyday ji gayê rastiyê guhê nîşa xelkê day, ew jî bi gotina ezmanê standard xendiqand, ez dibêjme wî ew ezmanê 17% ê ji genca diravê Îraqê ye û ezmanê fiftî fiftî ye, ne ezmanê standerd e _
((yan bi behdînî bixûnin pêtvî ye bo veken, di delîvê torey da nivîser biryarê bidet bi çi ezmanî binvîsît)) _ Li vêrê rêya hatye dan bo kirîn û firotina ezmanî û nivîserî, ji ber hindê seyday ev e ya gotî. Li vê rê sora dê mifayken çinkî dirav û dahatyê deverê hemî yê di destê wan da ew bo pilîpitkanê (tela`îb) pê diken. Ji ber hindê jî sora pêtir diravê li cem xirvebuy dêşên hinavêt lêwaz kirin, çinkî her nivîserekê kirmancîaxêv xo bifiroşîte soranyê xo civîna jî bidet li Silêmanyê diravekê baş didenê. Ew nivîserê kirmanvîaxêv ewê bi Erebî jî binvîsît hêj pêtir diravî didenê, boçî? çinkî ew wê pirtûkê dikene soranî hiûa nivîserî disujin û pê dirêjlka jî li zikê kirmancîaxêva diden û kirmancîyê bi lêwazî sexlet diken, ev e jî dersa wezîrê taşandinê (wezîr perwerdê) yê demê Îsmet Înono ye. Ez bo wan nivîserêt kirmancîaxêv ewêt bi Erebî û soranî dê parçe hozana Hacî Qadirê Koyî nivîsim da hizra xo tê da biken, dibêjît: (Eger kurdê zimanî bawkî nezanê muheqeq daykî hîxe ba bizanê). Bo nivîserî jî zanîn tinê peyvîn nîne, zanîna wî serderî û nivîsîne digel ezmanî. Ew kirmancîaxêvêt bi Tirkî dinivîsin, ez bawerim, biçine Silêmanyê civîna jî biden dê hêne bexşîşkirin, çinkî ew û Tirk bi dijî kurdînyê hevsozin. (( Di nivîsînêt hikumetê jî da her deverek bi devokê xo binivîsît ji her du devokêt mezin _ dîkilê xo îna rêza gamêşêt xelkê _ di mîdyayêt belavkirnê jî da pêtvî ye nêzîka 25% ê behdînî bît _ çendê merde û pêşketye _ evê pêkhatinê dê salê gelek milyar têçin)). Kirmancîaxêv _ Bi ezmanê kolonyalîzma soranî behdînî _ li jêrya Kurdistanê _ Bi ezmanê kolonyalîzma soranî Kurdistanî Îraq _ Pêtirya hijmara ainkcîyane:
1_ Kerkûk ya feylîyane û Tirkoman û Fele jî lê dizorin.
2_ Hewlêrê nîva wê kirmancîaxêvin û Fele û Tirkoman jî gelekêt lê heyn.
3_ Li Silêmanyê Farisî şirîntire ji soranyê, pêtir gohdarya Goguşê û Daryuşî ji Nasirê Rezazî diken û herwesa ya tijye ji hewremanya. (( Bi dîtna min ezmanê fermî yê devera Kurdistanê hema çi bît eve arêşeke û ezmanê zanîngeha tiştekê dî ye. Ez wesa baş dibînim ku li zanîngeha nexasime li pişkêt xandinêt zanayî serburî bes bi ezmanê îngilîzî bît. ji ber hindê ku ezmanekê dinyayî ye, pêtir ya pergal û çepkirî û jêderêt zanînê û tureyî û IT li seranserî dinyayê bi vî ezmanîne _ mineteka mezine _ milletekê pêşketî wekî Elmana _ eve cihê hêbetyêye , ji standerdî ya soranî hate xarê _ neşêt verêjêt zanînêt Îngilîzî êkser wergêrîte Elmanî )) _ Niza seyda tiştekî ji Elmanyê dizanît an ne? Çinkî li serê nivîsînê wî xo kire hostayê ( Hox Duyç) û şehrezayê çawanya çêbûna ezmanê fermî yê Elmanî û hêz û biryêt Elmana jî kêşan û pîvan. Heke to yê hêja yê li wê qadê şehrezabay! Pêtvî bû te ev e ne nivîsîba, bes ez lê nagirim çinkî hemî sora nivîs berperêt têgehiştina xwe bi nav û gotnêt biyanî tijî diken, hêja pirtûkêt Îngilîzî, bi ezmaê Elmanî di êk roj da dihênexarê, heke êka li sernavvebirînê ( Îmtiyaz) nebît. (( Hemî demekî ya li paşe çinkî wergêranê dem divêt, vêca em Kurd dê çawa şêyn. Li vêrê em li ser wan welata na axivîn, ewêt Hukimdarêt wan dîktatorîne û dipaşketîne, ku dinavda milletêt dardest divêtin kême milletêt dî jê bibet û ezman û kolturê wan berbendket, wekî Îran û Tirkya û Sûryê )). _ Berik bi ser xo da dane, heke hêşta wan çi di desta da nîne û kêmîne, li Kurdistanê 5% ê ji dernakevin. Nuke li jêrya Kurdistanê kirmancî berbendkir û hewramî û lorî û kelhorî û zazaya jî navêt wan li pişt koçk û tenîra jî na înît. Bes ev e dîmokratya soranye, wekî hevpişkîya Be`sa Erebî, Tiştekê mistire ji hemî kêmasya. Seyda Tirk, Ereb û Farisa Kurd bi dirêjya dîrokê hevrikyê digel diken. Xodê neket mînaka hewe li çi cihî peydabibît, heke pêtvîye xelk bi tirkî û erebî û farisî = soranî destava xo xoşket. çinkî hûn yê nanê garisî dixun û tirêt pîlay dikenin.(( Welatêt dî yêt pêşketî heyn wekî Nerwîc, Keneda, Elmanya, Siwîsra, Îngiltera û Belcîka û gelek ji welatêt dî jî wekî Çîn û Hindistanêku gelek Ezman û gelek devokêt lê heyn. Nerwîcê du milletêt jiqinêt tê da dijîn, Nerwîcî û Sam, Lep jî dibêjnê. Ezmanê Nerwîcê jî du devokêt serokene ew jî, Bokmul û Nînoriskî, evan her du devoka arêşeka mezin ya bo xelkê çêkirî, çinkî diravekê mezin yê bo danay, 25% ê hemî alavêt belavkirn û xandingeh û çepkirya, divêt bi ezmanê nînoriskî bît û her bajêrvanyek bi xo biryardet ka kîj devokî jê bigrît, çinkî li ser êk ezmanê êkgirtî pêknahên.Her arêşekê çareyeka hey heke dûr ji xoperêsî û deverperêsî, dilsoj gêngeşê li ser biken))._ Nivîsîn ji serî heta binî demargirya deverî ya seydaye, ewî divêt wekî miyê ji mastî kêşay xo jê bikêşîte derê û xo bivê rêzkê veşêrît. Li ser Bokmul û Nînoriskî û têçuyêt vê arêşê, herçende nîne, pêtviye seyda dizanît ku Nerwîcê çi arêşêt diravî û mezaxtinê nînin. 25% ê ya Nînoriskî, ez bawer nakem seyda di vê jî da yê saxlem bît, çi pênevêt serhijmara hatye kirin, belêpa seyday 25% ê ya ji nav girtî da kirmancîaxêva bi kêmkirin bo rêjya wî divêt bixapînît û razîket. Bêy sopasî, digel kirmancîaxêva li jêrya Kurdistanê, li ser binyatê serbênê ( mebde`i) ê dîmokrasya soranî _ ez heme to pêtvî nînî hebî _ serederyê digel me diken û keremêt xo li ser me zitdiken. Nerwîcya arêşa ezmanî û aburê nîne, wan arêşa çawanya rêvebirna dewletê ya hey. Çawa Bokmul û Nînoriskî wekîêk pêşkevin û nuke jî milletêt dî hatneser. Ez bawer dikim Nînoriskî ji landkê heta gorê bi ezamanê xo dixûnît û dipeyvît. Têdîtin: 1_ Ew nivîsîna linavbera du kivanêt husa (( )) ew ya wergêraye ji soranî.2_ Ew nivîsîna linavbera du nîşanêt husa _ _ ew şiroveyêt minin.3_ Ew nivîsîna linavbera du kivanêt husa ( ) ew ramanêt gotnane.
***
Bi vê nivîsê ve girêdayî nivîsa yekem a Ebdelhemîd Bamerrnî: Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
Têbiniya Diyarnameyê:
Me ev nivîsa bi devoka behdînî wekî ku nivîskar ji me re şandibû, weşand.