Diyarname
Nivîskar Nûdem Hezex heta niha bi nivîsên xwe, pirtûkên xwe kedeke mezin daye kurdî.
Ji bilî nivîsê karê muzîkê jî kiriye û 17 stranên wî, yên gotin û muzîk aîdê wî li gelek albuman cih girtine. Hezex bi pênûsa xwe, nêzîkatiya xwe ya li meseleyan xwedî şêwazek cuda ye. Ji ber vê cudatiya wî li vê qada nivîsê yên wî dicebînin jî naecbînin jî hene. Lê bi her halê xwe ew xwedî sekneke cuda ye. Û ew dê niha bi nivîsên xwe beşdarî Diyarnameyê bibe. Hezex, wekî qunciknivîskarekî Diyarnameyê her meh bi nivîsên xwe yên nû dê ligel me be. Em xêrhatinê lê dikin û hêvî dikin emê bi hev re demek dirêj kedê bibin vî zimanê şîrîn.
Nivîsa wî ya yekemîn serê hefteya pêşiya me tê.
Nûdem Hezex Kî Ye?
Nivîskar Nûdem Hezex di sala 1964'an de li Hezexê hatiye dinyayê, heya biçe zanîngeha Gazîyê ya li Enqereyê li Hezexê mezin bûye. Piştî zanîngehê 28 salan li Mersînê mamosteyî kiriye. Niha teqewît bûye. 17 stranên wî yên gotin û muzîkên wan nivîsî li nav gelek albûman cih girtine.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Belalûk, roman, 2014, Do
- Lîlîstan, helbest, 2016, Sinirsiz
- Mahser, helbest, 2017, Sinirsiz
- Bîr, roman, 2018, Dara
- Xizêmok, helbesteçîrok, 2019, Sîtav
- Spîroj, roman, 2020, Payiz