Ebdulhemîd Bamerrnî
Ya aşkiraye mileta amrîkî dengê xwe da û serokekê nû hilbijart. Bi rastî jî ev seroke yê nû bû çinkî:
1- Bi dirêjahiya dîroka Amerîka ev e cara yekê bû yekê reş ji bo serokatiya dewleta serkêşiya dinyayê diket dihat hilbijartin.
2- Bo cara yekê reş û spî (perçiqandî yêt dûhî û xondkarê bê bevel berî çend se`eta) pêkve yek hizir dikin, ew jî ew e yê di programê xwe de, xwe bi kêrhatîtir diyar kirî, ew e yê gotî; Ez dê guherînê bikim, her çende serketina wî bixwe guherînekî dîrokî û bi rasta jî dîrokî bû.
3- Demekê nû di siyasetê de dest pê kir, dema rêvebirina binekuka dinvegiryê (Gilobalîzm) ji layê pîst reşave û berî niha min li malperekê înternêtê xwendibû ku reş heta sala 2050’yan wê bibine pêtirî li Amerîka, ev jî nîşana hindê ye ku reş sibehî xwedî yek bihêztirîn û pêşketîtirîn teknolojiyê ne. Rojekê Martin Luther King sera berevanîkirinê ji reşa hate kuştin, erê Barak Obama dê bite Omer El-Faruqê Amerîka?
4- Erê ma ev e ne wergeriyana miroviye bi ser xweda, ma ev e ne kifşbûn e ku mirovê spî neşya bo xwe bi xwe dadiyê peydaket, vêca hewarêt xwe birin ber dergehê reşa.
5- Bila reş destedaryê bigrin çunkî bi mîlyonan destên wan di Girêyêt Asinî de rizîn û mirîn û gurî bêdadyê bûn, baş e heta kengî dê hindî yêt sur (malxoyê malê) bine serok li Amerîka, çunkî hêşta akincîyêt ji binekuk Amerîkî neçûne di Koçka Spî ve, her çende wan jî bi mîlyonan giyanêt berze kirîn?
6- Baş e hêjayêt nifşperêsêt Ereb ewêt hemi berrebeyt (dî`ayet) a wan li ser berxişkirina rijêma siyasî ya Amerîkaye, ji duhî û pêve dê êkî bînin ku guhê xwe bidetê, çunkî wan her digot heke Amerîka demokratî be; Ka bo çî çi amerîkî yê reş naçêbin bo serokatiya Amerîka bihêne hilbijartin! Ev e Barak Obama yê bin Bisurman Amerîkiya hemya bi reş û spî û kesk û sor û zerve dengê xwe dayê û rê dayê û kire ser celebê terşê Amerîka û Hespê Enkil Bên di destîna.
7- Demokratî vê gotina teysteysok (berraq) û livînker ma mirov negehande hindê ku mirov mirov bît ne reş û ne spî, ew bixwe biryara xwe bidet arêşa xwe çareket û her wisa xewneka wekî ya Martin Luther King heke xebat bo bête kirin dê bite rastî ya Obamay.
8- Erê ma na çêbît ev rastiye li gelek cihê dî jî rwîdet û yê perçiqandî, wekî me kurdan, bibine xwedî yên welatê xwe û biryara xwe biden, an jî ya me hema (daweta mîra û girrê li feqîra) ye û (Bi tibay `amê diçîne Şamê).
9- Baş e ey gelî bisurmanîn hûn gazinda ji Amerîka dikin û dibêjin heke dadî lê hebît boçî reşa na dene pêş xwe û bihay nadenê, belê ka hêşta hewe jina bisurman di girêbesta şwîkirnêda digel xwe pişikdar ne kirye û hêj nikarît serkêşiya xwe bi xwe jî biket, ma ev e jî binasêt Amerîkane?
Da pîçekê bihay bideyne dîrokê jî; Diruste mezintirîn derdeseryêt kurda yê dîroka nû li ser demê komariya ne, her ji şikestina 6 Adara 1975’ê li ser demê Cêlard Ford û wezîrê wî yê kar û barê ji derve Henrrî Kîsinger û derdeserî yêt bihara sala 1991’ê û li ser demê George Bushê bab û revîna me ya mîlyonî berîv toxîbêt dewletê Kurdistan di bin destîve dinalît. Dîsave desteka Bêker_Hamîlton, şîretêt wêjî liser kîstê kurdan û destkeftî yêt wan di nav distura nû ya Iraqê da bûn. Bo pitir pêzanîn Bêker diriste komarî bû belê pa Lee H, Hamilton jî demokratî bû û her ev e bûn direw digel serok Barzanî kirî û gotiyê raporta me çi ziyan bo kurda têda nin e. Dir rastî jî da ewan destketî yêt me radestî Suriyê, Tirkiya û Îranê kirin.
Ji hemya fertir jî ku siyasî yêt me tivya bizanin û dizanin jî ku di mejsyê Ewropa û Amerîkaya da, di rastî jî da wesaye, çi hevalînî yêt heruher nînin, belê berjewend heruher yêt heyn.
Belê hêjayên xwendevan ev e çend ser rêzek ji derya serhizr (tîyorî) a mirovanyê û dav û daxazêt dayî (Ebd) yêt xodê. Heke dadî hizret bît û bêdadî rit bît û kar û xebat jî çareya wê bît, başe çima em desta di dahêlîn? Reşa ji xewna Martin Lother Kîngî re xebatkir û kire rastî, erê ma kê destê têgehiştî yê me girtîye û wenekirye pirrojê xwe ê gihorrînê pêşkêşket û belavket!
Hêja D. Mehmud Osman di peyveka xwede dibêjît; Egera hezkirna kurdan bo serketina Barak Obama ewe çimkî cihgirê wî piştevanê lêkvekirna Iraqêye bo sê deverêt Fîdralî, bi rastî çirîset (`Ecêb) ê serê min girt, heku em wekî serkêşêt devera bisurmana li serkêşêt xelkê dî jî dinêrrîn. Bo pitir pêzanîn Cuzêf Baydin û Bazyêt Koçka spî bo kar û xizmetêt xwe pêdvî destûrdana Kongirêsêne. Hêjayê Mehmud Osman pêdvîye xelkê me bizanît heke mirov berrevanyê ji xwe neket,hevalê mirovî nav mala xwe bo mirovî têknadet, ew li wêrê hind hevalê mirovîye hindî ew pêdvî bît. Pêdvîye Kurd debengîyê (keslanîyê) bihêlît û bê tirs bipeyvît çi divêt.
Hêjayê bihagiran ez vê gazindê bo te dikem çimkî demekî tu piştevanê doza milletînyê bûy û bi hişyarî jik dipeyîvî. Pêdvîye xelkê Kurd ji xwe bipirsît ka em pêvenûskêt Emrîkayne an hevalîn, heke em hevalîn, em bikêrtêyn an ne? Obama êke û yê Emrîkîye û berjewenda Emrîka û peydakirna nanî bo hejarêt welatê wî armanca karê wîye, ew nermî ya biket jî bo hindêye da bişêt hindek diravî ji berokêt şerrî vegirît û li nav welatê xwe bimezêxît. Paşî tiştê ji hemya berhizirtir ewe ev kabiraye heke tiştek di dilî jî da hebît, êkê bi tinêye û ( gondeke û gondureke ) ma dê çi ket û çi naket û paşî ne bes em li hîvyêyne. Hêjayê pirr biha di peyveka xwe a ragehandinêda di bêjît pêdvîye em têkelyêt xwe bi Cuzêf Baydin re xurt bikeyn û biraderekê din dibêje pirrojê Baydinî ne berovajî distura Îraqêye , ev herdu dîtine ji bingehê hevalînyê derdikevin. Bila wêjî em dê bêjîn mirov pêdvî hevalaye û belê heke hevalê mirovî pêdvî mirovî bû û mirov bo çi neket û heke mirov pêdvî wî û mirov bixwe ji xwe re çi neket ew jî neşêt harîkarya mirovî biket. Em hemi baş dizanîn hevalê me çi divêt. Hevalê me divêt delîlekî bo axiftina xwe çêket. Ew dibêjin em hatîne da rojhelatekê nwî avakeyn, rojhelatê qanun lê serdar bît, dîmokratî sîmayê wê bît û mînakeka li deverê bê bevil bît. Ewan wezîr nînin ( minel mehdî îla el le`hdî) û ewan êk wezareta diravî, leşkerî, navxweyî û tine rêveberyeka tenahyê (asayîş) ya hey û ew diravî jî li navbera Waşîngton û Kalîforniya lêkvenaken û Niyoyorkê zirrbehirken û ewan liser dergehê êk bingehê helbijartinê bi pêtir ji sê ezmana nivîsîbû û çi diyalêkta jî xwe liser difna ya dî ne ferkirbû.
Çi pênevêt Obama yê ji binyatê jarî û jwîryê hatî û hindek gutinêt ku paldayne wî min yêt li malperrêt Kurda yêt înternêtê xandîn ku di bêjît wî divêt kurdêt jûryê Îraqê û Tirka pêkbînît û eve başe, belê pa Kurdêt di bin destêt Tirkada dinalînin pêtirî 30 milyonane. Evî ya gutî jî ew dê dergehê diyalogê digel Suryê û Îranêjî veket û ev herdu dewlete jî dê her tiştekê Emrîka bivêt bidestve berden, bes Emrîka des ji Kurda berdet.
Serê sala Barak Obamay û pîstê reş pîroz bît bi helkeftina hatina destpêka dardestî ya wan bo ser bihêztirîn abur û Rahêl (qodret) a dinyayê, belê her di wî demîda mezintirîn kolî a kîsegirtî, arêşa bê dîmahî ya Ereba û Ereba û Ereba û Cwîya, derbûve û vê carê tirr û zirrêt Ehmedî Nejad jî hatneser, vêca Obama bixêr bête nav gîfkê arêşa û giriftarya.
06/11/2008
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest neda zimanê nivîsê.