Culemêrg
Li Şaredariya Culemêrgê piştî 70 salan ji nû ve jinek ji bo Cîgiriya Şaredar hate hilbijartin.
Di navbera sala 1936-1940'î de Fidan Selçuk cîgiriya şaredarê Culemêrgê kiribû û piştî wê tu jinek ji bo cîgiriyê nehatibû hilbijartin.
Niha jinek bi navê Hatice Demir ku ji lîstiya DTP'ê ji bo Endamtiya Meclisa Şaredariya Culemêrgê hatibû hilbijartin bû Cîgira Şaredarê Culemêrgê.
Demîr li ser vê peywirê da zanîn ku ewê vê peywira xwe hem ji aliyê xizmetê hem jî ji aliyê wekheviya civakî ve baş bîne cih.
Wekî notek: Di hilbijartina 29'ê adarê de DTP'ê li Culemêrgê bi sedî 79 şaredarî bi dest xist ku ev rekora li Tirkiyeyê bû. Berendamê DTP'ê Fadil Bedirhanoglu di nav şaredarê bajaran de wekî yê herî zêde deng girt ji hilbijartinê bi serketî derket û bû şaredar.
Ji bo agahiyên li ser hilbijartinê: Hilbijartina Herêmî 2009


