Diyarname
'Spêle' navê pirtûkeke çîrokan e. Pirtûka Rûbar Elî. Û ji Nûbiharê derketiye.
Pirtûkek din a çîrokan li pirtûkên kurdî zêde bû, ev pirtûkek xweşik e, bi gotineke din çîrokên xweşik têde hene. Em qala "Spêle"ya Rûbar Elî dikin.
Rûbar Elî di sala 1989'an de li Batmanê hatiye dinê. Di sala 2012'yan de beşa Mamostetiya Tirkî ya Zanîngeha Ataturk qedandiye. Paşê li Mêrdinê lîsansa bilind a bê tez xilas kiriye û niha li Batmanê mamostetî dike.
Heta niha hin çîrokên wî di hin pêşbaziyan de xelat girtine, lê ev pirtûka wî ya yekemîn e.
Di pirtûkê de 12 çîrok cih digirin. "Sîsirka Bêdeng", "Spêle", "Roje ji rojên berberekî" û yên din... Çîrokên xweşik li pêşberî xwendevanan in.
Parçeyek ji devê lehengê di komayê de: "Piştî demekê diya min fehm kir ku ez ji bo Yasemînê diçim pembûyê. Piştî ku fehm kir bela xwe li rebenê dixist. Bi henek jê re digot tu bûka min î. Gava wisa digot sîngê min diwerimî, serê min bilind dibû. Vê gotinê porê dilê min şe dikir. Lê Yasemîna reben ji şerma di nav xekita pembû de dibû potik û dima. Pêşî pembe dibû, peyre sor dibû, her ku sor diBû xweşiktir dibû."
- Spêle / Rûbar Elî/ Nûbihar / Çîrok / 88 rûpel / 2022