Kobanî
Rêveberiya Xweser avahiyeke nû ji bo Zanîngeha Kobanî lê kir û avahî di demek nêz de dê bikeve bin xizmeta xwendekaran.
Li ser xebatê rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed ji bo ANHA'yê axiviye. Mihemed destnîşan kiriye ku di 2018'an de piştî ku Rêveberoya Xweser mîlyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar ji bo temamkirina pêdiviyan wekî budce amade kir, projeyê dest pê kir. Mihemed wisa dom kiriye: "Rûbera erdê zêdetirî 3 hezar metre ye, tevî rûbera qonaxan bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe. Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe. Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberî hene. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê, her wiha muderecek(hol) ku ji bo 400 xwendekaran, holeke pirtûkxane û xwendinê hene."
BEŞÊN ZANÎNGEHA KOBANÎ
Li Zanîngeha Kobanî 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên. Ew jî ev in: Fakulteya wêjeyan, fakulteya perwerdehiyê, fakulteya zanistên xwezayî, peymangeha zanistên xwezayî, peymangeha zanistên perwerdehiyê, peymangeha bijîşkî, peymangeha teknolojî, peymangeha jimaryariyê, peymangeha zimanan, peymangeha zanistên rêveberî û qanûnî, peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên perwerdehiyê û peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên civakî).
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
**
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- 'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye
- Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!
- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê