Heta niha me digot qey cafe û restorant tenê ji bo mirovan in. Lê derket holê ku çêlek jî diçin van deran.
Karek me heye li vê cafe restorantê. Em diçin, berî em bigihîjin hundir em çêlekê dibînin.
Ev çi ye?
Ew jî hatiye restorantê. Em şaş dibin û helbet em wêneyê wê digirin berî ku yekj i xebatkarên cafe restorantê bê wê biqewirîne.
Wisa diyar e ku çêlekê keskahî dîtiye û xwe lê qelibandiye. Bi vê dîmenê re guherîneke nû derkete holê: Çêlek jî berê xwe didin cafe û restorantan.
Wêne: Qahir Bateyî