Cezayê hepsê li rojnameger Kadri ESen birîn
Amed
10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 3 meh cezayê hepsê li rojnameger Kadri Esen birî.
Xwediyê rojnameya Xwebûnê Kadri Esen di sala 2018'an de vîdyoyeke parve kiriye. Ji ber vê vîdyoyê dadgehê îdîaya propagandaya rêxistinê doz lê vekiribû û îro dadgehê biryarda. Ligel rojnameger Esen, parêzerê wî Resul Temur jî li daniþînê amade bû. Kadri Esen ku bi kurdî parastina xwe kir, diyar kir ku bi salan e ew rojnamegerî dike, wî tu tiþtek bo propagandayê parve nekiriye, bi ser vê parvekirinê re gelek dem derbas bûye, nayê bîr awî lê dibe ji ber nûçeyê ew parve kiribe.
Parêzer Temur jî diyar kir ku li gor Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê þiklê propagandayê di vê dozê de bingeha sûcê derneketiye holê. Ligel vê yekê jî dadgehe salek û 3 meh cezayê hepsê li Esen birî û biryara bi paþ ve xistina biryarê da. Esen û parêzerê wî Temur dê serîlêdana betalkirina dozê bikin.