Ez mirovekî pêncî salî me. Li quntarê çiyayê Bagokê, li gundekî bejî, zipîziwa hatime dinyayê. Bavê min geza nanê me ji pişt têlên direhî, di nav mayinan re; tariya şevên bixof, tirsa dilên lerzokî diçirand û dianî ber devê me.
Di hişê min de, dîmenên zarokatiyê, çavê me di tûrikê qaçaxçiyan, di barê li ser pişta hêstir û hespan de hilawestî diman. Û di nav lingên qidûm şikestî yên zilamên gund ku qaçaxçiyên kuştî binax dikirin re, me li vê merasîma kezebşewat temaşe dikir. Qaçaxçiyên ciwan, her yek ji wan, komek sêwî û jineke bî li dû xwe dihişt û dikete bin axa sor.
Em bi çîrokên şerên eşîran ên hov, beredayî, bêwate û ne li ser tu tiştî û qirkirin û talanên êzîdî û filehan hatin salên bîreweriyê. Di pazdeh saliya xwe de, min çavên xwe di nav toza ji bin potînên leşkerê ku wekî kuliyan diavêtin ser gundan vekir. Hiş û derûnî bi çîrokên îşkenceyên ku ji girtîgehên dagirkeran belav dibûn meyî.
Mixabin, ne tenê ez; li Kurdistanê, bîra her mirovê ji rêzê zêde ne kêm, bi van rabirdû û serpêhatiyan tije ye, heta bi devî.
Di salên nodî de, ligel berxwedan û serhildanan, mirin êdî li her kolana bajaran û deşt û çiyayan konê xwe vedabû û mirina kambax, li welatê me singa xwe kûr kutabû. Serê mirovan hatibû bi pîvazekê. Tinehî û xizaniya Kurdistanê, bi xwîna şêniyên wê dihate kesidandin. Ji nav gelî û zinarên ku her yek bûbû goristana şervanên bênav, tovên hêviyê zîl didan. Hestên bicoş, hêviyên nû bûbûn pêtên agir û di dilan de hêlîn çêkiribûn. Her dilek bûbû bazek û perên xwe ber bi asoyên nediyar ve li ba dixistin.
Bêhna azadiyê çi xweş e… tama hêviyê, bexteweriya serkeftiyan û bidestxistana mafên mirovan e. Mafên ku mirovên deverên din yên dinyaya bêbext ji zûûûûû… ve bi dest xistibûn û bi xêr û xweşî dixwarin, mafên xwezayî yên ku kurd ji wan bêpar in.
Jiyan? Mafê xwezayî yê zindiyan. Gelo li welatê min buhayê te çi qas e lo?
Jiyaneke xwerû bextewer, berdêla te çend xort û xama ne, çend sed, çend hezar û çend sed hezar…?
Jiyaneke azad, bêyî tirs bikeve dil, bêyî çav bibin ewrên rondikan, bêyî dil bibin hêlîna kul û keseran…
Li Kurdistanê jiyan, behreyeke bi çi awayî divêt? Çend Pîran, çend Zîlan, çend Dêrsiman dixwazî looo…?
Ma piştî Helebçe, têrî te nekir Kobanî, Şengal?
Di pêncî saliya xwe de îro li welatê xwe, li ser xaka Kurdistan im. Zivistanên min şûna êtûnan in, havînên min di bin bager û aşîtan de ne. Biharê ji zû ve para xwe dabû payizê û xwîna me diherike, wekî her carê...
Û di vê kêliya ku li gund û bajaran, li deşt û çiyan yeko yeko, cotecot, çareçar xort û xama dikevine axa sar, em ên mayî, zindî ne gelo yan mirî? Yên diçin çî me bi xwe re dibin, çî xwe dihêlin ji me re?


