logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

HESEN BÎLDÎRÎCÎ Û ROMANA WÎ

  • Dîrok: 27/10/2011

Di wêjeyê de, gelek caran nîqaşa sereke ev e: Gelo di berhemekê de, naverok girîng e yan şêwaza berhemê? Wekî ku me got, nîqaşa sereke û di heman katê de jî ya herî domdar e jî di wêje û hunerê de. Lê ligel vê yekê jî her kes bi hêsanî dipejirîne ku naverok, mijara berhemê çi dibe bila bibe; ya girîng şêwaza vegotin û hunera hunandin û afîneriyê ye. Her wiha, bi vegotineke neçê, mijara herî xweş û baş û girîng, dikare bibe ya herî xerab. Û bi vegotin û hunandineke çê mirov dikare tiştekî pir ji rêzê, tiştekî pir hêsan, mîna şikestina kefçiyeke darîn, mîna terpilîna mirovekî ku di riya xwe de diçe, bike berhemeke bêhempa.
Lê ligel van rastiyên gelemperî ramaneke din di hişê min de çêbûye ku taybetmendiya nivîs û her wiha nivîskarî rasterast bi tevahiya berhemê ye. Helbet ligel ku şêwaz û huner nîşaneya herî şêmber ê bikêrî û hunermendiya xwediyê berhemê ye; li hêla din ligel ku bi sedan û bi hezaran mijar hene ku dikarin bibin naveroka berhemê, ew mijara ku hatiye hilbijartin, ew naveroka ku dilê xwediyê berhemê bi her awayî daye ber gezan jî taybetmendiyeke xwediyê berhemê derdixe holê û her wiha nîşaneya herî berbiçav e. Bi min ev yek di heman katê de, nîşaneya herî berbiçav a feraset û zîziya kesê navborî ye. Ku li welatekî, li civakêkê bi sedan û hezaran mijar hebin û mirov xwe li mijarên jiyanane yên ku kezeb û dilên mirovî diperpitînin negre, li vir divê nîqaşeke din hebe. Çima ew, lê çima ne ev?
Ji vê derê, ez dixwazim bême ser berhema (pênc bara) birêz Hesen Bildirici. Ji van pênc pirtûkan sisê jê hatine çapkirin.(Sarya, Donuşu Olmayan Yol, Uçurum Atlilari) û ji pêşgotina berga sêyem em têdigihîjin ku a niha berga çarem dinivîsîne û her wiha dîsa ji pêşgotinê em têdigihêjin ku ew dixwaze berga pêncem li Zapê binivîsîne.
Birêz Bildirici, mirovekî kurdistanî ye. Nîjada wî çi dibe bila bibe (jixwe ji bo kesên dilzîz û şoreşger nîjad ew tişta ku mirov ne hewceye bipirse ye jî)  ew wekî kesekî dilzîz û rewşenbîr bi berpirsiyariya mirovahî tevdigere û berê pênûsa xwe dide erdnîgariya welatê xwe. Loma jî hemû mijar û temaya berhemên wî, ew êtûna ku bi salan dadayî ye û bêrawest dilê mirovan diperpitine û dişewitîne.
Bi şêwazeke modern û herikbar, bi wan hestên germ û dilsozî, şer û trajediya gelekî radixe ber çavan. Mirov dibe şahidê lehengên egîd û tevî êş û kesera wan ku bûye parçeyeke ji jiyana gelê vê erdnîgariyê. Û tenê ev her du dane, nîşanî me didin ku bi van berhemên xwe yên ku em qala wan dikin û her wiha bi berhemên wî yên din, mîna “Şervan”; ew hem xwediyê dilekî zîz û pak e û hem jî xwediyê pênûseke bikêr û afirîner e.
Di nivîseke xwe de  ku der barê romanê de gotibû, divê lehengên romanê ji yên jiyanê bihêztir bin, da ku xwe bi xwendekaran bidin xwendin. Lê ez bawer dikim vegotina wî ya şênber û rasteqîn, hunandina wî ya ku pêkan û mirovane ku yek bi yek ji nav dilê jiyanê, ji nîvê qada şerî ne wekî tevnekê lê belê wekî fotografekê bi sirûştî hatine kişandin. Helbet bi bikêrî û hosteyatiyeke hunermendî û zanyarî. Ku tenê kesên ku dilê wan hebe dikarin li van fotografan binihêrin, ku tenê kesên hunermend  û afirîner dikarin bibînin.
Rist û her wiha sinc û rewişta rewşenbîriyê ev e ku mirov, çavên xwe neke pişt dîwarên tirsê. Wî dilê zîz bike pênûs û di nav pêlên jiyanê, jiyana gelê xwe yê bindest de avjeniyê bike. Ez bawer dikim ku Bildirici jî vê bi xwe dike.
Tenê li vê derê ji rexneyê bêtir, mirov bike û neke dibêje xwezî ev berhemên hêja bi zimanê erdnîgarî û gelê ku têne vegotin bûya. Lê em dizanin ku ji ber sedemên ku tê zanîn, Bildirici jî wekî gelek kesên ji vî welatî ji zimanê dayika xwe bêpar maye. Ji bilî kirin û kirûyên siyaseta pişaftinê, birêz Bildirici ji malbateke tirk tê. Her çi qasî diya wî kurd be jî, ew di temenê xwe yê piçûk de diya xwe winda dike û bi her awayî ji ziman û çanda dayikê bêpar dimîne.
Mala te ava birêz Bildirici. Pênûsa te her hebe. Em ê li hêviya rêze berhemên te bin...

b.zelal@mynet.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar

‘PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

  • 26 Rêbendan 2012

Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi...

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

STANDARTKIRINA RASTNIVÎSÊ

  • 14 Tîrmeh 2011

Di cîhana zimanê kurdî de, ligel gelek pêdivî, kêmasî û pirsgirêkên din, kirûyeke ku bi lezgînî divê bê standardkirin, rastnivîs...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dîplomaya Lîsansê ya Ekrem Îmamoglu jî betal kirin

ad

Wêje di sêgoşeya siyaset, rewşenbîrî û divîskariyê de (I)

ad

Rojnamegerên kurd hatin berdan (Hat nûkirin)

ad

Li Batmanê du fîlm têne nîşandayîn

ad

Ji bo Demîrtaş û Onder 5 salan cezaya hepsê tê xwestin

ad

Li ser hilbijartina Başûr 3 agahî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname