Di dîroka mirovahiyê de, tişta herî diyarker, kirûya desthilatdariyê ye. Xweşikî û nexweşikî, qencî û xerabî, erênî û neyînî; li gorî feraseta hêzên dethilatdar tê binavkirin. Û mixabin mirov, di vî warî de du kirûyan bi kar aniye; yek jê kirûya neteweyî ya dî jî kirûya olê ye. Roj hatiye, desthilatdaran kirûya netewê derxistine pêş, sûde li ser vê bingehê bi dest xistine, roj hatiye kirûya olê bêtir bi kêrî wan hatiye û wan jî kirûya olê derxistine pêş. Di rastiya xwe de, di her du rewşan de jî, kesên desthilatdar, ango hêzên dagirker û mêtinger, a dilê xwe bi dest xistine û bûne rayadarê civak û jiyanê.
Kurd, li ser erdnigariya Rojhilata Navîn û her weha li hemû cîhanê sêwiyên dîrokê ne ku weke miletekî bindest, welatê wan hatiye dagirkirin û her weha hatiye perçekirin. Ji hêla hêzên desthilatdar ve hatine bikaranîn, hatine kuştin, hatine mişextin û her weha di dawiya dawî de ya herî kambax bi serê wan hatiye û hatine perçekirin.
De îcar ku em li nav kurdan li rewşa kurdên êzîdî binêrin, di nav hemû kurdan de mîna ku sêwiyên sêyiyan bin, ligel kirûya neteweyî, ji hêla olê ve jî hatine perçiqandin. Li civaka ereban, ji kurdên misilman bêtir, li nav eceman ji kurdên misilmanan bêtir, li nav tirkan ji kurdên misilman bêtir hatinê perçiqandin. Ligel kurdbûna wan, ola wan jî ji wan re bûye sûcekî ku her tim ji hêla gelê xwe ve jî hatine perçiqandin.
Ji bo vê ku em îro li rewşa Başûrê Kurdistanê binêrin em ê bi hêsanî vê yekê bibînin. Li Laleşê, li newala ku mîna rayekî jiyanê ya berxwedêr xwe di nav dîrokê de çikandiye, em bi feqîrên êzîdiyan re diaxivin.
Ew dibêjin ku em di nav rêveberên ereb û kurdan de mîna gokekê ne. Ereb me bi ser kurdan de, kurd me bi ser ereban de diavêjin û wisa jî em di nav dewlemendiya bêhampe de ku di serî de mafê me jî ye, bûne belengazên naçar. Dibêjin li ser vê xakê her kes li hember me bi kîn e lê ew çi bikin jî em ê hez ji her mirovî dikin. Ligel ku di her kêliya dîrokê de em bi awayekî hovane hatine kuştin. Em tu gel û tu olê ji xwe re nakin neyar. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Em dildarê rojê ne û roj jî ronahiya her kesî ye. Çavkaniya jiyanê ye.
Piranî êzîdiyan li cîhanê belawela ne. Ji xaka xwe, ji xwezahiya xwe, ji seqaya çanda xwe dûr in. Mixabin ev jî wan ji derfet û bingeha birêxistinbûnê dûr dixe. Ji ber wê ye ku îro hefsed hezar êzîdî li ser xaka xwe, li başûrê Kurdistanê bêxwedî mane.
Ligel bextreşiya dîrokê, ligel rûreşiya desthilataran, piştî heftê û heşt qirkirinên hovane, piştî siyaseta tecrîdkar, mandelekar û tunekirinê ya sedsalan; êzîdî, bi rik xwe bi şaxên jiyanê ve girtine ku dê tu carî dev ji jiyanê jî, dev ji lêgerîna li jiyaneke azad û birûmet û her weha dev ji welatê xwe bernedin.
Dipirsim ji feqîrî, li piraniya Kurdistanê çiya tazî ne, lawaz in daristan. Ew dibêje, ligel me êzîdiyan, pîroz e, rih û giyan û her weha jiyan û can. Guneh e kuştin, loma dema em darekê dibirin, em destûr ji Xweda dixwazin.
Darên tû û zeytûnan li newala Laleş rayê xwe ber bi kûrahiyê, şaxên wan ber bi Rojê ve dirêj bûne û her weha çiya bi darên berû xemilandî. Her êvara rojê, zeyta zeytûnên vê newalê, diherikin cêrên dîrokî, dibine mûm û findik û pê dikevin. Her şev sêsed û şêst ronî, li hemberî tariya şevê şûna Rojê digirin û silav didine jiyanê.


