Amed
Şaredariya Kayapinara Amedê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava û Şengalê de di vê hefteya daWî de 10 TIR (kamyonên mezin) alîkarî şand. Di çarçoveya kampanyayê de hejmara alîkariya ku bi TIR'an ji aliyê Kayapinarê ve hatiye şandin gihîşt 37'an. Di TIR'an de şirê ji bo zarokan, çapûnê ji bo zarokan, ava vexwarinê, kinc, nivîn û xurek hene.
Komîsyona alîkariyê ji bo eleqeyê sipasiya gel kir û wisa got: "Kampanyaya me ya alîkariyê didome. Bi taybetî pêdiviya zarokan divê bê çareserkirin. Di tiştên dawî me şandin de jî bi taybetî em li ser vê yekê sekinîn."
Şaredariya Kayapinarê û rêxistina DBP'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa kurdên Şengalê kurtefîlmên li ser jiyana wan nîşan dide.


