Diyarname
Endama Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Semsûrê Saime Aslan (70) qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Endama Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Semsûrê Saime Aslan (70) şeva din li mala xwe ya li Taxa Siratutê qeyrana dil derbas kir û ew rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Semsûrê. Digel hemû helwdanan jî nekarîn Aslan vegerînin li jiyanê û wê xatir xwest.
Cenazeyê Aslan ku 2 zarokên wê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Taxa Karapinarê hate definkirin.