Diyarname
Ji bo di navbera PYD û PDK'ê de navbeynkarî bikin Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û mebûsa BDP'ê Leyla Zana çûn Hewlêrê.
Piştî ku Hikumeta Herêma Kurdistanê nehiştibû Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bikeve başûrê Kurdistanê di navbera PDK û PYD'ê de xirecir derketibû û asta wê bilindtir bibû.
Li gor nûçeya DÎHA'yê ji bo navbeynkarî bikin îro Baydemîr û Zana çûn Hewlêrê. Baydemîr li Nûneriya BDP'ê ya Hewlerê axivî, got ku dê hevdîtinên wan çend rojan bidomin.
Baydemîr got ê wan hewldaneke mutewazî ye û wisa got: "Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn pêdivî bi aştiyê heye. Ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn bigihîje aştiyê divê gelê kurd bigihîje azadiya xwe. Bingeha herî girîng a gihîştina azadiyê ji bo kurdan ew e ku li nav xwe îtîfaqê saz bikin. Dibe ku fikir, dîtin cuda bin lê li xaleke hevpar gere bigihîjin hev. Em jî wekî zarokên gelê kurd ji bo siyasetmedarên kurd li xalekê bigihînin hev em dikin kedê bidin. Ev yek hem ji bo birêz Serok Mesûd Berzanî, hem ji bo Serok Salih Muslim derbas dibe."
Zana jî di axaftina xwe de got ku ew hêvî dikin di kurtedemê de aliyên siyasî bên ba hev.