logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Hirvatan ne fûtbol, lê îngilîz şandin mal!

Ji bo maçek wisa dikare çi bê gotin? Belkî ev: Hûn ew qas bi xwe bawer bin jî, fûtbol ji mala we derketibe jî fêde nade.

  • Dîrok: 11/07/2018
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2018

Cemil Oguz

Îngiliz fûtbolê wekî malê xwe dibînin, Îngilistanê jî wekî navenda fûtbolê, mala fûtbolê. Û bi xwe bawer îro li kuçeyan daliqandibûn "fûtbol vedigere mala xwe". Ew bi xwe bawer bûn, wan digot qey hirvat loqmeya biçûk e, hêsan e û dê hema daqurtînin. Lê nezanîn dê loqme di qirika wan de bimîne.
Li aliyê din Hirvatistana ku serjimariya wê çar mîlyon e hemû bi yek dilî bûbûn yek. Lîstikvanên hirvat ku firsendek mezin li ber wan bû nedixwestin ji dest berdin. Di nav dîrokê de carek derfetek wisa dihat ber lingên wan, û wê lingê yan li gogê bida û bi ser biketa, yan dê li wê firsendê bida û berhewa bikira.
Belê maça nîv fînalê ya Kûpaya Cîhanê di navbera Îngilistan û Hirvatistanê de di nav rewşek wisa de dest pê kir.
Îngilîzan bi lez dest bi maçê kir. Hê di deqîqeya 5'an de bi Trippier golek avêt. Îngilîz li ser goga rawestiyayî ku dê çawa lêdin, ji wê firsendê çawa golê biavêjin bi taybetî xebitîbûn. Li ser vê li gelek golên bi vî rengî yên David Backhem tamaşe kiribûn û xebitîbûn; ev yek bi kêrî wan jî hat û Trippier wisa li gogê da qeleparêzê hirvat Subasic tenê lê temaşe kir. Îngiliz li pêş bûn, lê zêde bi xwe bawer bûn. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de her du tîman dixwest bi ser bikeve lê hirvatan dest bi lîstika xwe kir. Perisicê ku dihat rexnekirin, ew ê ku deng jê nedihat di deqîqeya 68'an de wisa ji nav defansa îngilîz derket pêş û lê da carek din heyecan bi maçê xist: 1-1.
Piştî vê kêliyê maç hê xweştir bû. Gogek din a Perisic ji dîreka kelehê vegeriya, dîsa pasên wî jî hem rih da Hirvatistanê, hem ew kir lîstikvanê herî serketî yê maçê ku FIFA'yê ew hilbijart.
Di 90 deqîqeyî de encam neguherî û maç derbasî 30 deqîqeyên dema zêdek bû. Û di deqîqeya 109'an de Mandzukic vê carê derket ser dikê; 2-0.
Bi vê encamê Hirvatistanê dîrokek nû li dîroka xwe ya fûtbolê kir û derket fînalê.
Îngilîstan ku di sala 1966'an de ev kûpa bi dest xistibû û di salên dawî de her li nîvê rê vedigeriya mal vê carê dixwest dîroka 1966'an dubare bike lê Hirvatistanê destûr neda.

Hirvatistan çawa hat heta niha?
Bi gotineke em bibêjin Hirvatistan bi keda xwe, bi berxwedana mezin hat heta niha. Di her maçê de qet dest ji cidiyetê ber neda, di maçên koman de wekî lîderê komê derket. Hirvatistanê di maçên koman de pêşî 2 heb avêtin Nîjerya, paşê 3 heb avêtin Arjantînê ku ew favorî bû, û dûre 2 heb avêtin Îzalndayê û bi 9 pûanan ji koman derket. Di Dora 16'an de ligel Danîmarka 1-1 man û bi penaltiyan bi ser ket. Di çarîk fînalê de jî ligel Rusyayê 2-2 man û dîsa bi penaltiyan hatin nîv fînalê. Û di nîv fînalê de bi keda xwe, wekî şîrê helal ê diya xwe maç bi dest xist û derket fînalê.
Duh Fransayê Belçîka têk biribû û derketibû fînalê, îro Hirvatistan derket. Her du 15'ê mehê saet 18'an de dê maça fînalê ligel hev bilîzin û yek ji wan kûpayê bibe mala xwe.
Îngilistan û Belçîka jî dê roja 14'yê mehê saet 17'an de ji bo maça sêyemînî bilîzin.

***

Nivîsên din ên  Cemil Oguz li ser Kûpaya Cîhanê ya 2018'an:

- Favorî her gav ne favorî ye! 

- Favorî her gav ne favorî ye: Belçîkayê Brezîlya jî şand mal 

- Çernîşevkî Rusya rakir piyan!

- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn 

 ***


Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:

- RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018   

  

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Kûpaya Cîhanê 2018 - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2018

Ji pencereya Twitterê re Kûpaya Cîhanê

news
  • 15 07 2018

Û fînal hat, kerem bikin

news
  • 15 07 2018

Gotinek din navê, Şampiyon Fransa

news
  • 15 07 2018

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

news
  • 14 07 2018

Taktîkên îngilîzan bi kêr nehatin; 3'yemînê Dinyayê Belçîka ye

news
  • 13 07 2018

Îdîaya Infantino: Ev organîzasyona herî serketî ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstikvan û stranbêjê kurd di nav artêşa Îsraîlê de birîndar bû

ad

Spanya çekê ETA û GRAPO îmha kerdî

ad

Navenda Çanda Feqiyê Teyran vedibe

ad

Aziz Yildirim pirtûkên siyasî xwestin

ad

Nostosa Burhan Sonmez û piştî Kafkayê kafka!

ad

Sê roman û sê nivîskar û ez

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname