Tayîp Temel
Ji asîmanên Kurdistanê stêrkek giranbuha rijiya dema ji asîmanan stêrkeke geş bixurice, zehmet e ku cihê wê yê ronî bê dagirtin. Ji bo gelekan dibe ku tu ferq di navbera bi milyonan stêrkan de nebe, lê ji bo rêwiyên şevê yên ku bi hesreta ronahiya Rojê mane rewş ne wisa ye.
Şerko Bêkes di asoyên wêje û helbesta kurdî ya şoreşê de yek ji wan stêrkan bû ku di kêliya herî tarî de riya rêwiyên azadiyê ronî dikir. Ji ber vê yekê zehmet e ku cihê wî bê dagirtin. Bêguman bi dehan pirtûkên wî nahêlin ew bê jibirkirin. Jiyan û mirina helbestvanan ne wekî ya her kesî ye.
Ji bo helbestvanekî xwedî helwest jîna fizîkî ne esas e û ew bi sînor e. Enerjiya jiyanê ji kaniya bedenê dizê û piştî demekê jê dimire. Ev dema afirîneriyê ya bisînor di navbera jiyan û mirinê de ye. Lê ji bo wan sînorên enerjiya manewî tune ne. Ji ber ku ew vejena manewî hêza xwe ji berhemên nêzî heqîqetê werdigire.
Helbestvanekî/e ku têkiliya civak û azadiyê nebîne, lehengî û qehremaniya doza azadî û rizgariyê di kûrahiya dilê xwe hîs neke, nikare bigihîje heqîqeta hêza manewî ya bêmirin. Ev yek bi taybetî ji bo helbestvanên kurd rastiyek dijwar e. Rastiya ku Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cizîrî û Cegerxwîn nemir dike ji ev bi xwe ye.
Helbestvanên ji rêzê bi tenê ji bo demekê xwe hildiavêjin û bilind dibin. Lê ne zêde, piştî demekê kurt dîsa dikevin xwarê û lingên wan digihijin erdê. Lê Şêrko Bêkes û yên mîna wî xwe hilnaavêjin. Ew bi hest û helbesta xwe difirin, bi per û baskên xwe jî dibin stêrk li asîmanên welatê xwe.
Ez pir bi şans bûm ku min ew helbestvanê hêja û gewre rû bi rû ji nêz ve nas kir. Cara yekemîn gava tevli Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê bû, ji bo ku pê re hevpeyvînekê çêbikim, min ew li otêlê ziyaret kir. Ew rûyê pîroz ê ku min di ciwaniya xwe de ji ekranên MED TV’ê nas kiribû li hemberî min bû. Ji destpêka hevditînê heta dawiyê sekn û helwestgiriya wî ya mutewazî û jidil bala min kişand. Ligel ku min pir kêm soranî û wî jî kurmancî fêm dikir jî zêde pirsgirêka hevfêmkirinê çênebûbû. Hemû pirsên min bi sebr û nezaketeke mezin bersivand.
Di hevdîtina dawî de min zêdetir ji nêz ve nas kir. Ji ber ku em bi hev re tevli Konferansa Çand û Hunerê ya di sala 2010’an de li Amedê pêk hatî bûn. Piştî komxebat bi dawî bû beşdaran tevî Şêrko Bêkes em 15 kes ji bo desteya amedekar hilbijartin. Armanc ew bû ku heman konferans li Başûr jî bê lidarxistin û ev bar jî li wê desteyê hatibû barkirin. Ji bo vê yekê jî civîneke dirêj û bi nîqaş pêk hat. Ligel ku ew bi tecrûbe û zanîna xwe ji me hemûyan serwextir jî bû, dîsa li şûna axaftinê zêdetir guhdar dikir. Lê dema hin delegeyan li ser encemnameya komcivînê îdiayên wekî “nirxandinên siyasî hene, çima behsa serbestberdana dilên azadiyê tê kirin.” Anîn rojevê û xwestin naverok bê guhertin, Şêrko Bêkes helwesteke tund nîşanî wan da. Diyar kir ku divê daxwazên siyasî û bangên polîtîk ji di encamnameyê de cih bigirin.
Heta wê demê helbestên wî bandoreke mezin li ser min çêkiribû. Lê ji wê gavê û pêve min fêm kir ku rabûn, rûniştin, bêdengî û axaftina wî jî helbest e. Ne tenê helbest, her wiha helwest e.
Şêrko Bêkes; êş, sefalet, jan û eşqa azadiyê ya gelê kurd û mirovên bindest anî ziman. Lê tenê neanî ziman her wiha ew xemxurekî van êş û janan bû. Serhildêrekî eşqa azadiyê bû.
Ew zana bû, lewre jî serhildêr bû. Jixwe mirovên zana encax bibin serhildêr. Ew ê bi van xusletên xwe her bê bibîranîn. Desteya Amedekar a Konferansa Çand û Hunerê êdî bêyî Şêrko Bêkes dê amedekariyên xwe bike. Lê hewce ye konferansa duyemîn bi ronahiya helbest û helwesta wî pêk bê û diyarî bîranîna wî çinara mezin bê kirin.
Azadiya Welat