Diyarname
Oxfam saziyeke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku navenda wê li Îngilistanê ye. Saziyê eşkere kir ku di du salên dawî de 42 trîlyon dolar serwet derketiye holê ku ji vê sedî 63’yê wê ketiye bêrika sedî 1’ê dinyayê. Sedî 37’ê din ketiye bêrika sedî 99’ê mirovên din ên dinyayê.
Bi gotina sade sedî 1’ê dinyayê ku ev dewlemend in bûne xwedî sedî 63’yê butçeya ku derktiye holê, ji butçeyê sedî 37’ê mayî jî li sedî 99’ê din ên li dinyayê hatiye belavkirin.
Saziyê di rapora ku amade kiriye de eşkere kir ku piştî Covidê bêadeletiya li dinyayê zêdetir bûye û li hemberî vê yekê banga têkoşînê kir.
Rapor, radigihîne ku ji 2020’an û vir de serwertê mîlyarderan 2.7 mîlyar dolar zêdetir bûye, berevajî vê, 1,7 mîlyar karkerên ked didin li welatên ku enflasyon lê bilind e, meaş bi pirsgirêk e dijîn.
Oxfam dibêje, ji bo bêedaletiya di navbera çînan de bê rakirin divê zêdetir bac ji dewlemendan bê girtin.
Rapor radigihîne ku dewlemendan şerê Rusya-Ûkraynayê ji bo xwe bikar anîne û tiştin buhatir kirine.
Dîrektora Îcrayê ya Navneteweyî ya Oxfamê Gabriela Bucher ji bo AP’ê wisa gotiye, “Hejmara mîlyarderan zêdetir dibe û ew zêdetir dewlemend dibin. Ligel vê yekê kompaniyên mezin ên xurek û enerjiyê zêdetir kar dikin. Ji bo pêşî li yên qeyranê bo xwe wekî firsend bikar tînin bê girtin, divê zêdetir bac ji kompaniyên enerjî û kompaniyên xurekê bê girtin.”
(Foto ji Usa Today hatiye girtin)