logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî

Sazî û Komeleyên Ziman bi bernameyek hevpar, bi tevlêbûna zimanzan Zana Farqînî ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn.

  • Dîrok: 27/07/2022
  • Beş: Berhem

AMED 

Sazî û Komeleyên Ziman bi bernameyek hevpar, bi tevlêbûna zimanzan Zana Farqînî ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn.  Farqînî got ev ferheng wê bibe bingeha ferhenga Kurdî-Kurdî. 

Komeleya Lêkolînên Kurd (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara Destarê  bi tevlêbûna zimanzan Zana Farqînî bi bernameyeke hevpar li avahiya MED-DER’ê ya li navçeya Peyasê ya Amedê ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), gelek mamosteyên kurdî û zimanzan di bernameya danasîna ferhengê de amade bûn. 

'FERHENG LI GELÊ ME PÎROZ BE' 

Di bernameyê de pêşî Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axaftinek kurt kir. Ronî got ku feylesof û zimanzan Ehmedê Xanî ji bo zarokên kurd bi zimanê xwe binivisînin, bixwînin û bijîn dest bi bingeha ferhenga kurdî kiribû û îro jî neviyên wî li pêy şopa wî bi kedek mezin Ferhanga Kurdî ya herî berfireh çap kirin. Ronî, destnîşan kir ku neteweyên ku ferhenga xwe amade kirine peşî li tunebûna zimanê xwe girtine û got: “Em di keseyeta birêz Zana Farqînî de hemû kesen ku kêd dane ferhengê pîroz dikin û berdewamiya serkeftina wan dixwazin. Ferheng li gelê me pîroz be. Bi heviya di demên pêş de bi xebatêk berfireh, bernameyên bi vî rengî ji bo ferhenga Kurdî-Kurdî li dar bixin.”

‘BI HEVİYA FERHENGA KURDÎ-KURDÎ’

Dû re Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan anî ziman ku zimanzan Zana Farqînî bi keda salan ji bo pêyvên kurdî winda nebin ev ferheng amade kiriye û wiha got: “Ji bo em bikarin zimanê xwe diyarî nifşên pişt me tên bikin, ev ferheng pir girîng e. Ji bo amadekirina ferhenga Kurdî- Kurdî ev ferheng gavek pîroz e. Ji bo ku em bikarin zimanê xwe bêyî zimanêkî din pênase bikin. Şert û mercen heyî de  zimanê tirkî ku zimanê serdest e, zimanê me dagir dike. Ji bo em bikarin pêşiya vê yeke jî bigrin, ev ferheng pir girîng e. Bi heviya di pêşeroje de danasîna ferhenga Kurdî-Kurdî bê li darxistin.”

‘KEVIREKE JI BO FERHENGA KURDÎ-KURDÎ’

Pişt re jî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşî axivî. Subaşî jî diyar kir ku ferheng ji bo zimanekî ji du aliyan pir girîng e û wiha got: “Kesekî ku wekî Ehmedê Xanî jî gotiye ziman tîne nîzam û îmtizanê, ya duyan jî peyvên wî zimanî ji bo pêşerojê dipareze û pêşiyê li pişaftinê digire. Lê ya herî girîng jî ew e ku ferhenga zimanekî bi wî zimanî bê amadekirin. Îro ew ferhenga ku hatiye amadekirin bingehek gelek xurt e ji bo Kurdî-Kurdî. Em gelek kêfxweş in ku ferhengek wisa hatiye çapkirin. Bi vê ferhengê zimanzan Zana Farqînî kevirek gelek girîng ji bo ferhega Kurdî-Kurdî daniye.  Ev xeyala Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan û xeyalê Ferzad Kemanger e. Hevî dikim ku emê wê jî bikarin amade bikin.” 

‘EW HEWLDANEK QEYDKIRINA DENGÊN PÊŞIYÊN ME YE’

Herî dawî jî zimanzan Zana Farqînî axivî. Farqînî, diyar kir ku 30 sal in bi şev û roj li ser ferhengan xebitiye û wiha vegot: “Ji bo ziman sê sitûn hene, yek gramer, yek alfabe û yek jî ferheng e. Ji ber vê jî divê ferhenga Kurdî-Kurdî hebe. Wekî ku min ferhengê de jî gotiye ev hewldanek qeydkirina dengên pêşiyên me ne. Mixabin em kurd ew qas girîngiyê nadin zimanê xwe. Divê em her tiştê xwe bi zimanê xwe bikin. Divê qîmeta zimanê me ji bo me li ser hemû zimanan be, ji ber ku yê tune tê hesibandin zimanê me ye.”

Bername bi danasîn û îmzakirina ferhengê bi dawî bû. 

MA

 

Nûçeya Eleqedar:

- Danasîna keda salan ‘Ferhenga Mezin’ hat kirin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qeyûmê piştrigiya aborî ya ji bo qulûba Kiziltepe Sporê qut kir

ad

Festîvala “Dengên Jinên Kurdistanê” li dar dikeve

ad

Jinan pêşangeha wêneyan vekir

ad

Ji Guneştekîn du berhemên girîng: 'Xurifîn' û 'Hûn nîn bûn'

ad

Hunermendên NÇM'ê: TRT 6 jî şêwazek cerdevaniyê ye

ad

HEYF

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname