Diyarname
Li gor texmînên dawî di sala 2010'an de dê nîvî dinyayê zêdetir telefonên destan bikar bînin.
Li gor saziya analîzê Strategy Analytics niha sedî 40'ê dinyayê telefonên destan bikar tînin. Bi pêşketina li Asya, Rojhilata Navîn û Afrîkayê re dê 2010'an de ji nivê dinyayê zêdetir telefonên destan bikar bînin.
Lêkolîn radigihîne ku niha 3,9 mîlyar aboneyên telefonên destan hene, di sala 2013'an de ev reqem dê bigihîje 5,6 mîlyar î.
Asya-Pasifik, Rojhilata Navîn û Afrîkayê heta sala 2013'an dê sedî 80 aboneyên telefonên destan li van deran zêde bibin, ev der dê bibe navenda bazara telefonan.