Diyarname
Festîvala payîzê Fîlmekîmî bi rekoreke bi dawî bû: Îsal 33 hezar û 500 kes bûn mêvarê festîvalê.
Kurte festîvala fîlman Filmekimi di navbera 10-16'ê kewçêrê de li Stenbolê li dar ket. 21 fîlmên ku di festîvalê de li Sînemaya Emeka Beyogluyê hatin nîşandayîn bi eleqeyeke baş re rû bi rû man. Festîval her sal zêdetir bi eleqeyê re rû bi rû dimîne. Par bi giştî 32 hezar kesî li fîlman temaşe kiribû ku ev yek reqorek bû, îsal festîvalê temaşevanên xwe zêdetir kirin. Îsal 33 hezar û 500 kesî li fîlman temaşe kir û reqora par hat şikandin.
Di festîvalê de herî zêde fîlmê derhêner Woody Allen ê bi navê “Vicky Cristina Barcelona” bû ku fîlm çawa bilêtên wê ketin piyaseyê di cih de hatin firotin. Li ser eleqeyê seansên zêdek saz kirin lê bilêtên wan seansan jî cih de hatin firotin.
Filmekimi sala bê dîsa dê meha rezberê de li dar bikeve.