• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt

Dîrok : 30 04 2013 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik

Berî xwendina pirtûkê, dema min li agahiya li ser jiyana nivîskarê romanê Nesîp Tarim nihêrî bi rastî ez gelek xemgîn bûm, ji ber ku hê di temenekî biçûk de beþdarî komên çekdar ên çiyê dibe, piþtî demekê li Batmanê tê girtin, dozdeh salan di girtîgehê de maye û bi muebetê jî hatiye mehkûmkirin.
Romana wî “Xezal” ji Weþanên Belkî derketiye, lê mixabin ew di girtîgehê de -hêviya min ew e ku gihîþtibe azadiya xwe- pirtûk nivîsandiye jî, hêj di çapa xwe ya yekem ku di sala 2007’an de derketiye di refên pirtûkfiroþan de, di nava tozgirtinê de dinale. Mijar û bûyerên di  romanê de, li gundekî ku Xezala nêzî þêst salî tevî du law û keçeke xwe, debara xwe bi ajaldarî û çandiniyê ve derbas dikin, diqewimin. Di romanê de ne navê gund ne jî navê bajar derbas dibe. Endamên malbatê tevî ku carinan ji bo nexweþiyan, ji bo pêdiviyên malê diçin bajar jî navê wî bajarî hilnadin. Lê nivîskar di nava rûpelan de qala Çiyayê Mereto dike ku nêzî gund e, mirov têdigihîje ku bûyer li gundekî herêma Xerzan derbas bûye. Çimkî Çiyayê Meretoyî li herêma Xerzan e. Çûn û hatina endamên malbatê ya xebata zeviyên titûnê di bin gurîna balafirên þer de didome. Xezal li gor kevneþopiya gundewarî qasek berî qasekê dixwaze lawê xwe Hesenî bi dildara wî Elîfê re bizewicîne, lê Hesen qet xwe li zewacê nagire. Ji ber ku navê romanê Xezal e divê em hinekî ji nêz ve wê nas bikin. Xezal hêj negihêjtiye heft saliya xwe dê û bavê xwe winda dike û li ber destê jinbirayên xwe wekî qerwaþan mezin dibe. Bira û jinbirayên wê, wê wekî hêsîran wisa dixebitînin ku bi gotina nivîskar ta ku piþta wê kurmî bibe:” Ji kar û þixulî destên Xezala biçûk tev terikî bûn, piþta wê kurmî bûbû…”(rûp.22). Lê bi qasî ku em fêr bûne dibe ku kerek an hespek piþt kurmî bibe, lê va ye mizgîniya min li we em di wêjeya kurdî de hînî piþt kurmîbûna mirovan jî bûn… Xezal piþtî demekê jî dizewice û di herka demê de jê re bi dehan zarok çêdibin û  jê pirên wan  di temenê biçûk de dimirin, dûre jî mêrê xwe ji nexweþîna pençeþêrê winda dike. Lê Xweda  sê zarokan jê re dihêle. Hesen, Simeîl û Mewlê. Debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê derbas dikin. Xezal piþtî demekê ji cînarên xwe agahiya þerê ku di navbera leþkerên tirk û zarokên çiyê-þervanên azadiyê- de derketiye dibihîse û ji bo tiþtek bi zaroyên wê neyê dikeve nava kefteleftê. Û ev þerê li her derê belav dibe kevneþopiya civaka kurd jî diguherîne. Berî guherînê, di civakê de þaþwaziyekê diafirîne. Çawa  dibe ku keçên xama jî ligel xortan li serê çiyê doza maf û azadiyan dikin. Li gorî kevneþopiya malbatên gund, divê qîz tenê di xizmeta  malbatan de bin. Lê bi qasî ku tê bihîstin ev kevneþopî ji çiyan ve tê hilweþandin.  Civaka kurd ji vê rewþê re ne amade dixuye lê ewên di herka demê de fêrî vê rastiyê jî bibin. Ev rewþ bi me dide zanîn ku þerê di salên nodî de gur bûye û heta roja me ya îroj hatiye di civaka kurd de serobinbûnek çawa çêkiriye. Bi vê serobinbûnê ve ronesansek daye destpêkirin ku pêþengtiya wê jin û keçên welêt dikin. Di vê serobinbûna tê jiyin de Xezal ji bo ku zarokên wê xisarê nebîne û bi ber pêla þoreþê nekeve û xwe nespêre çiyê, dixwaze ku di demek kin de wan bizewicîne û bi malê ve girê bide. Lê wisa dixuye ku Hesenê Xezalê dê vê fikra diya xwe nepejirîne. Ji ber ku Hesen pirê caran bi xwendina pirtûkan re mijûl dibe û ev rewþ bi me dide hîskirin ku Hesênê bide pey rêça keç û xortên evîndarên çiyayên berz ên welat. Xezal ji bo rê li ber vê yekê bigire, bi pey kevneþopiya olî dikeve. Diçe cem þêxê gund niviþtan çêdike ku Hesenê wî di zûtirîn katê de bizewice û bi malê ve bê girêdan. Li vir beramberî niviþtan qewla xelatê –golikekê- dide þêx. Ev rewþ jî di kevneþopiya dîroka me ya olî de mixabin rastiyeke ku þêx li hember niviþt û duayên xwe li gor rewþa mirovan ya aborî hin tiþt bi dest xwe dixistin. Xezal jî li hember niviþta þêx golikê bi navê Beþo jê re dibexþîne. Tevî hewldana Xezalê ya zarokên wê xisarê nebînin, talûke roj bi roj nêzîktir dibe. Ewilîn di nav gundiyan de gotegotên li ser zaroyên çiyê/gerîlayan de belav dibe, dûre bi dizî hatina zaroyên çiyê ya nava gund tê qisedan. Bi vê jî namîne leþkerên tirk jî vê tevgera li gund dibihîsin û rojek dorê li gund digirin. Wan li aqara gund dicivînin û fermandar hiþyariyê  li gundiyan dike û dûre jî rûyê xwe yê zulimkar ravayî gundiyan dike. Ji gund çend xortên welatparêz dibin bi rojan di bin zilm û êþkenceyê de dihêlin û nola ku bibe mînaka tirsê tînin û li nêzî gund bi nîvmirî dihavêjin ber rê û vedigerin. Gundî êdî di nava tirsek bê eman de ne. Ev tirs rojekê ji bo malbata Xezalê dibe rastî. Dema Xezal pir nexweþ dikeve û zarokên wê, wê dibe nexweþxaneyê  di rê de pêrgî venêrîna leþkeran dibin. Bi li ber rabûna Hesen re pêkutiyên leþkeran zêde dibe û Hesenê Xezalê qasî deh rojan di bin çavan de di êþkenceyê re derbas dikin. Ev bûyera li wan qewimî,  Hesen hêj zêdetir li hember dûgel û leþkeran dehfî nefret û kînê dike.
Tevî van reþbîniyên tên jiyîn nivîskar carinan me ji nava vê rêbaya sîyasî-leþkerî dûr dixe û bi jiyana rojane ya kevneþopî ve digerîne: Serdarê kurê tiyê Xezalê dil dikeve keçika cîran. Lê mixabin hewldanên ku Mala Emo ji bo zewicandina Serdar dikin, bi avê de diçe û bi neyînî, xemgînî bi dawî dibe. Dema bavê keçikê zewaca wan qebûl nake Serdar jî  keçikê direvîne. Pevajoya dû revandina keçikê, pir bi kêfxweþî hatiye hûnandin û mirov dide kenandin. Çûn û hatina desteya sulhê ya di navbera herdu malbatan de rengekî xweþ daye herka romanê. Dîsa kevneþopiyek din ku romanivîser tîne zimên cejna olî ye. Qala taybetiyên meha remezanê tê kirin. Amadehiyên berî cejnê tên kirin, cil û bergên ji bo zarokan tên kirîn, kêf û coþa zarokan ya di roja cejnê de bi hûrgilî hatiye vegotin û xwendevan ber bi cejnên zarokatiya xwe ve dibe…  Di romanê de qala þevbuhêrkên li gundan derbas dibe û rastî û derew li bin guhên hevdu dikevin jî hatiye ravakirin. Di þevbuhêrkan de êdî qala zaroyên çiyê û çîrokên wan tên qisedan. Lê hin bûyerên hatî jiyîn bi awayek pirole tê vegotin. Xezal ji bo zarokên xwe ji vê pêla þer biparêze çareseriyê di zewicandina zarokên xwe de dibîne. Lê bêyî ku bizanibe ev þer hiþk û terî dide ber xwe û bi hev re diþewitîne. Xezal ya dilê xwe bi dayiktiyeke saf dike. Lê romanivîser ev fikra zewaca Hesen pir zêde li rûpelan belav kiriye. Carinan wisa dibe ku mirov dibê qey roman hetanî dused rûpelî tenê qala hewldana Xezalê ya ji bo zewaca kurê xwe  û diyaloga di navbera herduyan de derbas dibe, dike. Tenê carinan qala gurîn û dengê balafirên þer tê kirin ku em pê dihesin rewþek nearam jî di jiyana rojane de heye. Divê ev mijara zewaca kurê Xezalê û bi vê ve girêdayî ji têkoþîna neteweyî dûr hiþtina wî ewqas zêde nehata behskirin. Tevî ku dayik ji bo zewaca kurê xwe ewqas di nava kefteleftê de ye kurê wê Hesen jî vala  nasekine, êdî hedî hêdî bi zaroyên çiyê re têkiliyên xwe geþ dike û li dûrî gund li cihên asê bi gerîlayan re hevdîtinan datîne û dixwaze wan qanî bike ku destûrê bidinê û ew jî tevlî refê gerîlayan bibe.Hevsengiya heyî wisa dixuye ku ber bi Hesenî ve giraniya xwe datîne û wê xebata Xezalê ya ji bo zewicandina kurê xwe bi hesta welatparêziya Hesenî nikaribe .Hesên êdî amadehiya ber bi çiya dike. Berî çûyinê di cejna qurbanê de bi dildara xwe Elîfê re hevdîtinekê dike û piþtî sohbeteke dirêj biryara tevlêbûna þerê azadiyê aþkere dike: ”Ez ê biçim.”  Li ser vê gotinê Elîfa ku pazdeh sal e li heviya zewacê ya bi wî re ye dipirse: ”Tu yê biçî ku?” Hesen hêj vekirî û dilsotîner bersîvê didiyê.” Ez ê biçim çiyê             ( rûp.206). Pê re jî wiha didomîne: ”Heyanî ev welat rizgar nebe ez nazewicim.” Hesenê Xezalê bi vê biryar aþkerekirina xwe re dilê dildara xwe dax dike û di nava hêsiran de ji hev vediqetin û berê xwe dide jiyaneke nû ku çar sal e ji  bo çûyina wir di nava xebat û  xeyalan de bû. Xezala ku ji bo zewacê wekî dem piþtî Cejna Newrozê kifþkiribû û Hesenê ku ji bo tevlî refê gerilayan bibe jî dema piþtî Newrozê kifþkiribû di heman dîrokê de li hev  diqelibin. Dema roja Newrozê agir gur û geþ dibe, êdî herdu jî ji hêla xwe ve amadehiyên xwe yên dawiyê dikin. Xezal ji bo dawet û zewaca kurê xwe, kurê wê Hesen jî ji bo tevlêbûna nava refên gerîlayan. Herî dawî piþtî Newrozê bi derbasbûna çend rojan Hesen bi xwarina þîvê re ji malê derdikeve, ji wir jî diçe dildara ber dilê xwe dibîne û di þevek bi xunavî de, di reþtariyê de berê xwe dide çiyayên gerîla lê ne û di tariya þevê de winda dibe. Bi gihîþtina cihê zaroyên çiyê re dibin yek û ji wir jî ber bi baregehên dûr dest bi meþê dikin. Hesenê Xezalê êdî tevlî jiyanek nû bûye, pê re jî kesayet û navekî nû hilgirtiye: Hesenê Xezalê êdî Dilgeþ e. Bi çûna Hesen re agirê kulê dikeve mala Xezalê. Bi þev û rojan li pey þopa Hesen digerin. Li gund, bajêr, derûdora gund cih namînin lê digerin. Lê Hesen bi zû de xwe avêtibû piþt Çiyayê Meretoyî û bi nasnavek nû –Dilgeþ- þopa xwe winda kiribû. Di derbarê Hesen de hinekan digotin çûye metropolên Tirkiyeyê, hinekan digotin çûye çiyê. Ji her seriyek dengek derdiket lê rastî tenê li cem dildara wê Elîfê veþartîbû, wê jî rastiya xwe û Hesenê xwe di nava hêsirên xwe de veþartibû. Bi çûna Hesen re xwazgîniyên Elîfê jî tên û wê dixwazin. Bavê wê, wê wekî ajalek bi qeleneke buha dixwaze bifiroþe, lê Elîf soza ku dabû Hesenê ber dilê xwe bi cih tîne û zewacê napejirîne û xwazgînî stûxwar vedigerin.
Xezala ku mîna mirîþka kurk ketibe û hêk û çûçikên xwe ji jakawan biparêze, wisa têkoþiyabû lê pêþî li çûna Hesen negirtibû. Hesen çûbû lê ew tim bi derûniya ku Hesen dê rojek vegere dijiya. Dengek, pêjnek bibihîsta bi derûniya ku Hesenê wî hatibe direviya ber derî, gava ew nebûya jî dîsa xwe bi xwe digot “wê  rojekê derkeve were malê” û heviya ku Hesen rojekê vegere malê qet winda nedikir. Xezala ku li hêviya Hesenê xwe ye îcar rastî janek hêj xedartir tê. Keça wê, xifþa wê ya nazenîn Mewlê ku navê wê kiribû Gurçiksorê bi nexweþîna pençeþêrê dikeve û di nava çend mehan de dimire. Ev trajedî per û baskê Xezalê yê bi jiyanê ve hinekî din diþkênîne.  Li dû vê bûyerê êdî dema çûna Simeîlî ya leþkeriyê ye. Xezal bi dileke kul Simeîlê xwe diþîne leþkeriyê. Çi  rasthetiniye ku Simeîl piþtî heyama xeþîmtiyê ji bo operasyonekê tê nêzî gundê xwe. Li wir bi komek gerîlayan re þer dikin. Di vî þerî de Hesenê/Dilgeþê ku salekê berî çûbû nav refên gerîlayan jî heye. Û di þerê li nêzî gund bi saetan didome de, herdu bira jî dimirin. Ev rewþ Xezalê ji per û bakan dixe û rojekê êdî ji janan debar nake, dîn û har dibe û berê xwe dide çol û çiyan. Termê wê deh roj þûn de ji hêla þivanan ve tê dîtin û wê jî tînin li kêlaka herdu lehengên xwe binax dikin.
Roman bi tevahî trajediyek e. Nivîskar kifþ e ku dixwaze di kesayetiya xwîneran de ji civakê heyfeke sedema wê nayê zanîn bistîne. A rast sedem tê zanîn: Nivîskar dibêje ku ger tu, ew, em, hûn, ewên her tiþtî, her  bûyerê  ji dûr ve diþopînî ger hûn ji bûyeran dûr, destê xwe ji ava germ nekin ava sar dê hin malbatên welatparêz û mirovên evînadarên axa xwe dê wiha  bi tevahî ji kok de bê qelandin û tenê mîrata wan ji “Pisîka Reþ” re bimîne… Pisîka Reþ jî ew pisîke ku romaniviskar wekî endamê malbata Xezalê bikar aniye, lê navbera wê û Xezalê qet xweþ nîn e, ta ku endamên malê giþtik dimirin û ew herdu tenê dimînin. Jê þûn de Xezal derd û kulên xwe ji Pisîka Reþ re vedibêje, ta ku bi xwe jî debar nake û bi çolê dikeve. Mîrate ji Pisîka Reþ re dimîne… A tê fêhmkirin ew e ku nivîskar dixwaze bibeje êdî bes e, hûn ê hetanî kengê dê rastiya vî þerî bi her hêla wê ve bibînin û li gor wê helwestek bigirin. Nola ku bibêje ma ji vê wêdetir vegotina vî þerê kirêt û xedar heye. Çimkî honaka romanê bi tevahî li ser mirinan ava kiriye ku civak, a rast xwendevan hetanî þaneya xwe jî xedariya þer hîs bike, fêhm bike. Ger ne wiha bûya ewqas karakterên romanê yeka yek nedida kuþtin û jehr û xedariya þerî ewqas bi me nedida jiyandin. Va yê dawiya karakteran: Mewlê; keça Xezalê piþtî çûna Hesen bi nexweþînê dimire, Hesen/Dilgeþ; di koma gerîlayan de cih digire û tê kuþtin, Simeîl; di leþkeriya xwe de di operasyonekê de dema bi birayê xwe re þer dike ew jî tê kuþtin. Elîf; Dildara Hesen e ku dema agahiya mirina wî dibihîse xwe dikuje. Xezal; Li pey vê karesatê debar nake û bi çol û çiya dikeve û termê wê ji hêla þivanekî ve tê dîtin…
Wêneya tunebûna malbatekê ye ku di þerê sih salî de li her derê hatiye serê bi hezaran malbatan…

Her tiþt ji bo em zanibin ku wêje her çiqas ji bo hin civakan navgîna bextewarbûnê be jî, ji bo me û dîroka me ya nêzîk hêj jî janê dihewîne… 

 

firatt_muratt@hotmail.com

**

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
-
Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz


 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Levent Tuzel çima wezîrî qebûl nekir?

Levent Tuzel çima wezîrî qebûl nekir?

28 08 2015

Li Rojava nexþeya ceng û dorpêçkirinê

Li Rojava nexþeya ceng û dorpêçkirinê

26 10 2013

Dost êþkêþek bû!

Dost êþkêþek bû!

22 07 2008

Îrfan Amîda: Exlaqê pênûsê

Îrfan Amîda: Exlaqê pênûsê

24 03 2008

Bêndera xîretê

Bêndera xîretê

04 02 2009

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname