logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

2'ê mehê, agahiyên li ser şer

  • Dîrok: 02/03/2026
  • Beş: Dinya

...2'yê adarê; Şerê DYA-Îsraîl û Îranê...
Ev nûçe tê nûkirin...

 

 

Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Rewşa girtiyan xirab e
Weqfa Nêrgiz Mihemedî a girtiya siyasî û çalakvana mafên mirovan îro derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Şerê di navbera Îran, Îsraîl û DYA’yê de, ji zarokan bigire heta girtiyan li ser sivîlan bûye gel û metirsiyeke mezin. Bombebaranên li nêzî Girtîgehên Evîn û Zencanê jî bûne sedema fikarên kûr. Ji ber ku van êrîşên leşkerî jiyana bi hezaran girtiyan xistiye metirsiyê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku girtîgeh hilweşiyaye û gardiyanan derî girtine, gihîştina pêdiviyên bingehîn hatiye astengkirin.
Her wiha hat gotin ku li Girtîgeha Qezihesarî ya Kerec û girtîgehên Lakanî Reşt bi kêmbûna xwarinê, girtina embar û xizmetên bijîşkî re rûbirû ne. 
Weqfê ji bo girtiyan banga leşkîn kirin û got, "Em bang li Netewên Yekbûyî, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û Bijîşkên Bêsînor dikin ku daxwaza bicîhanîna demildest ya protokolên ewlehiyê bînin cih.”
Duh Komîteya Daxwaza Serbestberdana Girtiyên Siyayî jî bal kişandibûn ser Girtîgeha Evînê.

Qetarê 2 balafirên Îranê xistin
Wezareta Parastinê ya Qetarê ragihand ku du balafirên şer ên Îranê ku hatine nav qada hewayî ya wan, bi serketî li wan dane û ew xistine. Li aliyê din wezaretê got ku wan 5 balafirên bêmirov ên îranî jî têk birin.

**

Kuweyt: Leşkerek me mir
Artêşa Kuweytê ragihand ku di dema operasyona ku hêzên wan ên çekdar pêk anîne, leşkerekî wan ê bêndergehê miriye. 
**
Qesra Gulistanê zirar dît
Qesra dîrokî ya li Tehranê Qesra Gulistanê jî di encama êrîşên hewayî de zirar dît. 
Qesra Gulistanê li başûrê Tehranê li nêzî Meydana Ergê, li nav sînorê sûrên kevn ên Tehranê ye. Qesr aîdê serdema Xanedana Qaçar e. Qesr di sedsala 13'an de hatiye çêkirin.
Di nav qesrê de du avahiyên sereke hene; Şems-ul Îmare (tê wateya 'Avahiya Rojê') di sala 1282'yan de hatiye çêkirin. Avahiya din bi navê "Salona Selam" e. Qesra Ebyez jî yek ji avahiyên din e.
Di sala 2013'yan de Qesra Gulistanê girtine nava Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCO'yê.
***
Jina Xamaney jî mir
Du roj berê di dema êrîşê de Elî Xamaneyî miribû, jina wî Mensûre Huceste jî birîndar bûbû. Huceste piştî du rojan bi kuştina mêrê xwe, îro mir.

**

CENTCOM: 4 leşkerên DYA'yê mirin
Serfermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê CENTCOM'ê ragihand ku ji roja şer re heta 2'yê mehê 4 leşkerên DYA'yê canê xwe ji dest dane. Serleşkerî duh gotib3u 3 leşkerên DYA'yê mirine, yek jî bi giranî birîndar bûye, ew jî mir. Heta niha 5 leşkerên DYA'yê jî birîndar in.

**

Serokwezîrê Spanyayê Sanchez: Ev şerek derveyî hiqûqa navneteweyî ye
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser şer îro daxuyanî da. Va ne çend gotinên wî:
- Em vê bibîr bixin, rejima Îranê rejimeke dijî wê nefret heye, gelê Spanyayê jî dijî vê rejimê ye. Lê di heman demê de em bi mudexeleyeke leşkerî ya derveyî huqûqa navneteweyî, mudexeleyeke ne hewce û bi talûke ne.
- Şerek bêyî biryara Kongreya DYA'yê yan jî peywirdarkirina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî divê mirov dijî vê be. Wekî berê jî min gotiye şerek wisa hiqûqa navneteweyî binpê dike.
- Spanya wisa difikire; Cihê ku Spanya lê ye ev der e û baweriya min ev e ku divê hemû Yekîtiya Ewropayê wisa bifikire.

**

Fuzeyên Îranê li Îsraîlê 17 kes birîndar kirin
Îranê bi fuzeyan li bajarê Beerşeba ya Îsraîlê da. Bi bandora guzeyên balîstîkî 17 kes birîndar bûne. 

**
Serfermandarê DYA'yê: Operasyon dê bidomin
Wezîrê Şer ê DYA'yê Hegseth û Serfermandarê Giştî yê DYA'yê Dan Caine bi hev re li ser Şerî Îranê daxuyanî dan çapemeniyê.
Serfermandar Caine got: Ev ne operasyoneke ji bo şevek tenê ye. Emê hê zêdetir zerarê bidin wan. Ev operasyoneke mezin a şer e. Ji 100'î zêdetir amûrên şer ên hewayî yên DYA'yê di operasyonê de cih digirin.
***
Hikumeta Lubnanên Çalakiyên Hîzbullahê qedexe kirin
Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Selam eşkere kir ku hikumeta wan li Lubnan çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê qedexe kirine.
Hîzbullah ku di heman demê de piştgirê Îranê ye êrîşê Îsraîlê kiribû. Hikumetê piştî vê yekê ev daxuyanî belav kir.
Li aliyê din Selam got ku wan ji Hîzbullahê xwestiye çekên xwe teslîmê hikumeta Lubnanê bikin.
**

Heyva Sor a Îranê: 555 kes mirin
Heyva Sor a Îranê (IRCS) eşkere kir ku li welatê wan di encama êrîşên 3 rojan de 555 kes mirine. Saziye gotiye li 131 navendan bandora şer çêbûye. Saziyê diyar kir ku bi sed 100 hezarî de peywirdarên wan ê lêgerîn-rizgarkirinê li ser kar in.
**

Baregehên Îranê yên li Sineyê hatin bombekirin
Îsraîl û DYA'yê îro tevahiya navend û baregehên rejîmê yên li bajarê Sineyê bombebaran kirin. 
Îro serê sibê li Sineyê rêze êrîşên hewayî li dijî hêzên rejîmê hatin kirin. Hate gotin ku di êrîşan de gelek navendên ewlehî, leşkerî û îdarî yên girîng hatine bûne hedef. 
Hat gotin ku balafirên Îsraîlê li bajarên Kirmanşa, Mehabar û Ûrmiyeyê jî li baregehên Îranê dane.
**

3 Balafirên DYA'yê têk birin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyek fermî ragihand ku balafirên F-15 yên girêdayî wan ji bo piştgiriya operasyona li dijî Îranê dema li hewayê bûn, bi êrîşekê re rû bi rû man. 
CENTCOM'ê got ku di dema pevçûnên dijwar ên li dijî balafir, fuzeyên balîstîk û dronên Îranê de, pergalên parastina hewayî yên Kuweytê bi şaşî balafirên Amerîkayê kirine hedef.
Berî vê daxuyaniyê Îranê gotibû ku wan balafirên Amerîkayê daxistine.

**

Îranê li Aramcoyê da; ev der çima girîng e?
Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ket roja sisêyan. Vê sibê Îranê bi fuzeyan li qada petrolê ya Erebistana Siûdî Aramcoyê da.
Aramco çima girîng e?
Ji ber ku ev der cihê bingehî yê aboriya Erebistana Siûdî ye. Li Aramcoyê Siûdî xwedî rezervên gelek mezin ên petrola xam e. Ev der bingeha petrola xam a herî mezin a dinyayê ye. Ji bo Erebistana Siûdî riha sereke ya aboriyê ye.
Ev êrîş dikare bibe sedem ku şer ber bi navenda Rojhilata Navîn ve here.

 

 

*

Nûçeyên Eleqedar:

- Îranê êrîşê kampên partiyên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê kir

- 1'ê mehê, nûçeyên li ser Îranê

- Reuters: Elî Xamineyî hat kuştin 

- Li Herêma Kurdistanê dibistan hatin betalkirin

- Şerê Îsraîlê û Îranê, kîteyên li ser şer (roja 28'ê reşemî 2026)

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 01 06 2026

Ewê niha sê roj û sê şevan dawetê bike

news
  • 30 05 2026

Peywira Tom Barrack bi dawî bû

news
  • 30 05 2026

Fîlozof Edgar Morin mir

news
  • 27 05 2026

Xelata Gilel Storch didin Kavala

news
  • 26 05 2026

Li ser dîwar wêneyê herî mezin, ket nav Guinnessê

news
  • 25 05 2026

Ji bo rêwîyan pira herî dirêj a dinyayê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ronaldo bû şirîkê klûba Almeriayê

ad

Di salvegera Mihemed Şêxo de ji bo wî meşek tê lidar xistin

ad

Pêşbaziya Wêneyan a Ceylan Onkol bi dawî bû

ad

Dîroka li darketina Kongreya Netewî diyar bû

ad

'Gotina Deryayê' hat!

ad

HRRK'ê konferansa xwe ya li Ewropayê li dar xist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname