Diyarname
Li eyaleta Virginia ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peykerên du generalên amerîkî ku beşdarî Serê Navxweyî yê Amerîkayê yê sala 1860'î bûne rakirin.
Şaredarê Eyaletê Nikuyah Walker di merasima rakirina peykeran de axivî û got, "Ji bo qezenca aborî mirovên reşik hatin kuştin. Di têkoşîna li hemberî vê gunehê de rakirina van peykeran gavek biçûk û muhîm e."
Ev generalên ku peykerên wan hatin rakirin di artêşa Konfederasyonê de serleşkerî kiribûn. Konfederasyona ku ji eyaletên başûrê Amerîkayê pêk dihat nedixwest koletî ji holê rabe.
Sembolên aîdê vê konfederasyonê di salên 1920'an de bi taybetî li eyaletên başûr belav bûn. Ev peyker jî di sala 1924'an de li bajarê Charlottesville ya Virginiayê hatin danîn.
Ev peyker li bajarê Charlottesville bûn û di sala 2017'an de biryara rakirina wan hatibû dayîn. Hin nijadperestên ku serdestiya mirovên spî diparêzin ev biryar protesto kiribûn û ev protesto bûbû sedema hin pevçûnan. Hinên ji gel bertek nîşanî van protestokaran dabûn. Di wê demê de protestokarek ku ala Nazî û îşareta konfederasyonê di dest de erebe bi ser gel de ajotibû, kesek bi navê Heather Heyer miribû, 19 kes birîndar bûbûn.