Diyarname
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) li Hîzana Bedlîsê qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Nûçegîhanê DHA'yê Dogan Okur (23) ku ji Hîzanê diçû Tetwanê li ser rêya Bedlîs-Tetwanê qeza derbas kir. Di qezaya trafîkê de Okur birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û dûre jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê kirin. Li vê derê digel hemû hewldanan jî nekarî wî rizgar bikin.
Cenazeya Okur dê li Hîzanê bidin axê.


