Diyarname
27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Îsal jî metna ji bo Roja Şanoyê ya Cîhanê ji aliyê Dario Fo ve hate nivîsandin. Di malpera Roja Şanoyê ya Cîhanê de bi gelek zimanan metna Dario Fo hate weşandin. Yekem car bi kurdî jî di heman malperê de ev metin hate weşandin. Metna Fo, lîstikvan û derhêner Aydin Orak wergerandiye (di heman demê de wekî gelek kesên ji zimanên din xwendiye û vîdyoya xwendinê hatiye weşandin) kurdî.
Em wekî malper jî Roja Şanoyê ya Cîhanê li şanogerên kurd pîroz dikin û ev metna ku Orak wergerandiye diweşînin. (Li jêr vîdyoya metnê jî hûn dikarin bibînin)
***
2013 Roja Şanoyê a Cîhanê
Peyama Dario Fo
Beriya niha ji zû ve, pergalê lîstikvanên Commedia dell’Arte ku ji hebûna wan aciz in, biryar hat dayîn; bera wan dan, ew ji welat qewirandin.
Îro lîstikvan û komên şanoyê neçar dimînin ku sehne, salon û temaşevanan bibînin. Hemû sedem krîz e.
Ji ber vê yekê, xwediyê pergalê kûr û kûr henekên xwe dikin û êdî eleqê xwe ji kesên ku dixwazin dengê xwe derxînin nayînin. Di ser de, ne war û welatekî lîstikvanan, ne jî girseyeke gel ku dengê xwe bigihînin wan heye. Li Ronesansa Italya, tam berevajî, xwediyê pergalê mecbur bûn ku Commedianti di quncikê de asê bikin; ji ber ku bi girseyan temaşevanên wan hebûn.
Tê zanîn ku derketina mezin a welat ya lîstikvanên Commedia dell’Arte di sedsala dij-reformasyon pêktê. Wê demê emir hat dayîn ku hemû holên şanoyê bên valakirin. Bi taybetî ev li Romayê bû. Bi hinceta ku şano zirar dida pîroziya wî bajarî dihat suçdarkirin. Papayê 12. di sala 1697'an de, bi zextên kevneşopiyên burjuvaziyê û bi piraniya çîna ruhban, emir da ku Şanoya Tordinona xira bike. Nobedarê exlaqê îdea dikirin ku xwepêşandanên herî şerm li wir derdiketin ser sehnê.
Di heyama dij-reformasyonê de kardinal Carlo Borromeo ku ji bo gel “Zarokên Milano” gotiye, hewldana xwe li Bakurê Italya zêdekiriye, ji xwe re kiriye armanc ku wan ji gunehan rizgar bike.
Di çavên wî de di navbera hûner û şanoyê de cûdahiyeke mezin heye: Yek, qedemeya yerî bilind a perwerdeya giyanî, dû, berê xwe dayîna ego û bi karên pûç re lebikandin. Di nameya ku ji hevkarên xwe re şandiye nêrînên xwe wiha tîne zimên: "Me ji xwe re kiriye dert ku koka wî giyayê bi zirar biqelînin. Ji bo em wan tekstên ku axaftinên rezîl vegotine bişewitînin çi ji me hatiye me kir. Me hewl da ku em hemûyan ji hişên mirovan derxînin. Em ketin pey wan kesên ku nivîsên wisa dane çapê. Lê wisa xuyaye, em hîn hişyar ne bû yî, şeytan bi qurnazî xebitiye. Tiştê ku bi çav tê ditîn, li ber tiştên di pirtûkê de tê xwendin, çendîn dikeve kurahiya giyan! Bi peyva ku ji dêv derketiye û hewldana ku lê tê, di hişê zar û keçên kamil de, xirabiya ku tê kirin, li ber peyvên mirî ên di pirtûkan de çi ne ku. Ji ber vê yekê, çawa ku em bajarê xwe ji giyanên ku nayên xwestin paqij bikin, divê em ji kiryarên şanoyê jî paqij bikin."
Wisa xûya ye ku, ji bo ji krîza rojane rizgar bibin, hêvî ew e ku li hember me kampanyayeke mezin were lidarxistin. Bi taybetî divê ev seferberî li hember mirovên ciwan ku dixwazin hûnera şanoyê hîn dibin bibe. Di encamê de, dîasporaya Commedianti ya ku ji karkerên şanoyê yên ku hatine qewirandin dê bê afirandin, bêguman ji van zextan wê feydeyên ku nakeve aqilan, wê xwepêşandan û lîstikên nikûnû biafirînin.
Werger: Aydın Orak, Adar 2013, Stenbol
Têbinî: Metnê hûn dikarin li vir wekî PDF jî bibînin:
http://www.world-theatre-day.org/en/picts/WTD_Fo_2013_kurdish_turkey.pdf
***
Nûçeya eleqedar: