Diyarname
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal di navbera 6-11'ê mehê de li dar dikeve lê berî wê beşa online li dar dikeve.
Documentarist îsal 14'emîn car li dar dikeve. Documentaristê biryar da ku belgefîlmên heta niha di nav Documentaristê de xelat girtin di navbera 3-9'ê mehê de wekî online nîşan bide. Ev nîşandayîna online îro dest pê kir.
Di nav belgefîlman de çend jê bi kurdî jî hene. Mînak "Bîra Mi' Têtin" li ser komkujiya Roboskî ji aliyê Selim Yildiz ve hatiye kişandin. Dîsa "Her mal dibistanek e" li ser xebata dersên kurdî ku hatibû kirin ji aliyê Ardîn Dîren ve hatiye kişandin. Dîsa belgefîlmê Taylan Mintaş "Bêdengî" ku li ser birayên bêyî axaftinê li hev dikin,ji hev fêm dikin; dîsa belgefîlmê Derhêner: Sedat Şahin, Murat Adiyaman ê bi navê “Uçuncu Bolgeden Hucum Varyasyonlari” li ser tîma jinan a fûtbolê ya Culemêrgê di nav bernameyê de ye.
Belgefîlm bi ser "sahneport.com" re bê pere têne nîşandayîn.
Fermo hemû belgefîlmên di vî warî de bêne nîşandayîn:
- “Beklemek” (2012), Derhêner: Bulent Ozturk
- “Babam, Devrim ve Ben” (Mon pére, révolution et moi, 2013), Derhêner: Ufuk Emiroglu
- “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” (2014), Derhêner: Reyan Tuvi
- “Koloni” (2015), Derhêner: Gurcan Keltek
- "Bîra Mi' Têtin" (2015), Derhêner: Selim Yildiz
- “Uçuncu Bolgeden Hucum Varyasyonlari” (2017), Derhêner: Sedat Şahin, Murat Adiyaman
- "Bêdengî" (2017), Derhêner: Taylan Mintaş
- “Her Mal Dibistanek (2019), Derhêner: Ardîn Dîren
Ji bo temaşekirinê lînk:
- DOCUMENTARIST - ONLINE - 3-9.07.2021
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li Stenbolê vê carê dor dora belgefîlman e
- Documentarist li benda belgefîlman e
***


