Diyarname
Ev çîrokeke cihêreng, xweş û bi fêde ye. Çîroka fêdeyê ya ji bo civakê, çîroka bicihanîna hezkirina xwe ye. Em qala çîroka jineke kurd a bi navê Emel Hacî dikin.
Li bajarê Silêmaniyê jineke kurd bi navê Emel Hacî li gundê Ehmedawa ya Hewremanê dijî. Wê li Zanîngeha Silêmanî Beşa Zimanê Îngilîzî xwendiye. Jineke wisa divê mamostetiya îngilîzî bike lê heta niha jî Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ew negirtiye kar, tayînê wê dernexistiye. Li ser vê yekê Hacî dest bi karên din kiriye: bi serê xwe ders daye, paşê demek nûçegîhanî kiriye, pêşkêşvanî jî kiriye. Dûre ji hezkirina kar jî dest pê kiriye çîçokên mirîşkên xemalî xwedî kirine. Li gor karên din ev kar ji bo wî hinek zehmet bûye lê ew berxwedêr e û dibêje, "Dema mirov biweste û di cihekê de asê bimîne jî nabe bêhêvî bibe, bi tirse û minetdarê derdorê bibe."
Mesele jî tam li vê derê kûr bûye û ji bo minetdarê derdorê nebe, ji bo nîşan bide ew dikare li ser lingên xwe bisekine kar meçin kiriye, çewlik çêkiriye.
Emel Hacî beşek zeviyê wan ê li gund kiriye çewlig. Malbat jî piştgiriyê dide. Ew her rojê çend caran serdana çewligê dike û çi lazim be dike: Germ, serma, av, xurek û nexweşiya wan lêkolîn dike û çi lazim be li gor wê tevdigere. Ew dixwaze kar mezin bike û ji bo hinek din jî fêdeya wê hebe.
Ew dibêje, "Keçên Hewreman mîna birayên xwe di nava malbata xwe de zîrek in û piştgiriya madî û manewî dikin, ji bo vê jî niha li Hewreman çend jin û keç hene xwediyê karê xwe ne û malbata xwe xwedî dikin."
Emel Hacî bi vê xebata xwe mînakek muhîm e û hêvî ew e ku kurdên xebatên bi vî rengî dikin zêde bibin.
Li gor agahiyan beşek mezin hêkên li Herêma Kurdistanê têne xwarin ji Tirkiye û Îranê têne kirîn.
Agahiyên vê nivîsê ji nûçeya Rojnewsê hatine girtin û hatiye amadekirin.