Serêkaniyê
Piştî ku li Serêkaniyê şer û pevçûnên dijwar navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azada rûdabûn, îro peymaneke hate îmzekirin. Peymana ku hate imzekirn ji 11 xalan pêk tê. Li gorî vê peymanê hêzên çekdar wê ji bajêr derkevin, meclisa sivîl a ji hemû pêkhatiyên bajêr wê ji bo rêveberiyêa bajêr were damezirandin, deriyên sînor wê ji aliyê meclisa sivîl ve were birêve berin.
Li Serêkaniyê komên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve di 8-11-2012 ketin bajarê Serêkaniyê, pevçûn 3 caran di navbera yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Artêşa azad rûdan. Piştî pevçûnên cara yekê peyman hate îmzekirn, lê komên çekdar cardî êrîşî gel kirin û bû sedem ku pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û Artêşa Azad rûbidin. Lê cara sêyemîn komên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve bi tang û çekên giran di 16'ê Çile de êrîşî gelê bajêr û şervanên YPG'ê kirin. Di encama bersivdayina YPG'ê de pevçûnên dijwar 15 rojan dom kirin, piştî ku komên çekdar bi sedan kuştî û birîndar dan, neçar man ku şûnde vekişin. Komên çekdar tenê li taxa Mehetê ya ku deriyê sînor têdeye man.
PEYMAN HATE ÎMZEKIRIN
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd û muxalefeta Sûryê li Serêkaniyê li hev rûniştin, gelek hevdîtin hatin lidarxistin û di encamêde îro peyamneke ji 11 xalan di navbera YPG'ê û Artêşa Azad hate îmzekirin. Di peymanê de ku herdû aliyan li ser lihev kirin wiha hate gotin:
''Baweriya me bi Sûriya azad, gelê wê, xaka wê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhatiyên wê tê. Nerîna netewî û şofînîst ji tu aliya nayê qebûlkirin, yekirina hêza gel di şerê rumetê ya li dijî rêjîma Bass a şofînist û nîcatperest, avakirna Sûrya azad bi bin durişmeya ''Sûrya ji bo hemû Sûryane'' û hemû pêkhatî bi mafên xwe yê rewa şabibin, li ser bingehê dîroka resen û şaristanî ya herêmê, Sûriye bibe rêya azadiyê. Herdû alî li Serêkaniyê li hev civiyan û li ser van xalan li hev kirin:
1- Ji nû ve belavkirna hêzên leşkerî, valakirina bajêr ji hêzên çekdar bi temamî.
2-Avakirina lijneyekê demî ji her du aliyan karê wê çavdêriya peymana ku li ser hate lihevkirin.
3- Ji bo rêvebiriya bajêr mecliseke herêmî ya sivîl ji hemû pêkhatiyên bajêr wê bê damezirandin.
4- Deriyê sînor ji aliyê meclisa sivîl ve wê were birêvebirin.
5- Meclisa sivîl wê rêveriya bajêr bigre ser xwe, mudaxeleya hêzên leşkerî qedexe ye.
6- Sazkirina noqteyên kontrolê yên hevbeş di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad li despêka bajarê Serêkaniyê.
Ji ANF'ê hatiye girtin