Diyarname
Hejmara kovara Nûbiharê ya 109’an derket. Di vê hejmarê de nêzî 50’î nivîskarî bi gotar, helbest û ceribandinên xwe cih girtin.
Nûbihar bi hejmara xwe ya payîzê hinek derengî be jî derket. Kovara çandî, edebî û hunerî hejmara xwe ya 109’an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Gerînende û sernivîskarê kovarê Suleyman Çevik di nivîsa xwe ya bi navê “Heke biratî ye bila bi rastî be” de balê dikşîne ser nakokiya polîtikayên pergalê û nejildilbûna rayedarên dewletê. Abdulkadir Gök di nivîsa xwe ya bi navê “ Feylezoyê felsefeya Tesewwifê Mela Ehmedê Cizîrî” de kûrahiya bîr û ramanên Melayê Cizîrî tehlîl dike.
Îbrahîm Kendalî bi nivîsa “Felsefeya Ziman (2)” mantiqa zimanan û ji hêla me’nayê ve ‘emilandina wan dinirxîne.
İbrahim Seydo Aydoğan li ser alfabeya pêşî ya ku li Sovyetê bi navê Maragûlov hatibû çêkirin û têkiliya Erebê Şemo ya bi wê alfabeyê re lêkolînek weşandiye û li ser vê mijarê bi Celîlê Celîl re jî hevpeyvînek kiriye.
Naci Kutlay jî li ser Mela Mehmûdê Bazîdî nivîsek nivîsandiye.
Ehmed Akin di nivîsa xwe ya bi nav “Li ser şopa Bedirxaniyan” de ketiye pey şopa malbata Mîr Bedirxan û digel Sînemxan Bedirxan xanimê li ser Mîr Celadet, Rewşen Xanim û jiyana wan ya malê hevpeyvînek çêkiriye. Piştre daye pey şopa neviyê Mîr Celadet, kurê Cemşîd Bedirxan Dr. Curd-Davir Bedirxan û li ser Cemşîd Bedirxan pê re gotûbêjekê dike..
Hevpeyvîneke din jî ji hêla Ayhan Meretowar ve bi neviyê Seyyid Riza, Rustem Polat re hatiye kirin. Rustem Polat, di hevpeyvînê de qala hewldana xwe ya ji bo dîtina gora kalikê xwe dike.
Mûrad Celalî di nivîsa xwe de li ser me’ne û rastiya Cîhadê sekiniye û şîroveyên xwe yên li ser pirsa Cîhad çi ye, aniye ziman.
Wekî hejmarê din di vê hejmarê de jî ‘Nûbihar Biçûkan’ ku di rûpelên dawî yê kovarê de cih digire, deriyên xwe li xwendevanên biçûk vedike û wan vedixwîne dibistana zarokan..