Diyarname
Şaredariya Îdirê navê taxa "12'yê Rezberê" guhart û kir "Taxa Emek"ê (Taxa Kedê).
Wekîlê Şaredariya Îdirê Huseyin Malk daxuyanî da çapemeniyê û got ku gel daxwaz kiribû endamekî meclisê daxwazname dabû û mijar di meclisa şaredariyê de hate nîqaşkirin.
Malk got ku li bajar 14 tax hene û wisa got kir: "Li ser daxwazê endamên meclisê biryar girtin ku navê taxa 12'yê Rezberê biguherînin û bikin Taxa Emekê. Me biryar pêşkêşî walî kir û em li benda encamê ne. Li gor biryara me, me tabelaya nû li taxê çikand."
Wekîlê Şaredar Malk got ku navê 12'yê Rezberê gel aciz dikir û guhartina nav ji aliyê gel ve bi awayekî dilşadî hatiye pêşwazîkirin.
Wekî notek: Şaredariya Îdirê di hilbijartina 2009'an de yekem car ket destê BDP'ê. Şaredarê Îdirê yê BDP'yî Mehmet Nuri Guneş bi îdîaya endamtiya KCK'ê de hatibû binçavkirin û girtin. Guneş hê girtî ye û doz didome.