Diyarname
Nivîskar Ahmedê Bilokî piştî 32 salan hat berdan. Bilokî ku tenê pênç salan dibistan xwendiye li girtîgehê gelek pirtûk nivîsandin û ew hatin weşandin.
Ahmedê Bilokî, di sala 1974’an de li gûndê Biloka ya navçeya Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Bi temenê xwe yê biçûk beşdarî nava tevgera azadiyê dibe û sê caran birîndar dibe. Di 20’ê kewçêra 1993’yan de, li Qoserê tê girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê bi îdîaya “xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê lê dibire. Li girtîgeha Mêrdînê, Amasya, Sîncanê ya Îzmîrê dimîne. Di girtîhena de dest bi nivîsandina kurdî dike. Heta niha zêdeyî 20 pirtûkan nivîsandiye û hîn jî dinivîse. Ew bi xwe dibêje; “me bi bawerî û jiyana xwe ya azad, dîwar bêwate kiriye.”
Nivîskar roja 11’ê ji girtîgehê derket û nûha berê xwe da mala birayê xwe, Manîsayê.
LI GIRTÎGEHÊ DEST BI NİVÎSÎNÊ KIR
Wî li girtîgehê dest bi nivîsa kurdî kir. Dema xwe piranî bi nivîsandina roman û helbestan berdewam kir. Pirtûkên wî yên heta niha derketine ev in:
- Pepûla Azadiyê, Roman / Weşanên J&J / Amed, 2012
-Xwedawendek rûkenarîn / Ahmet Başboga / Roman Weşanên J&J, Amed, 2021
-Arînistan / Helbest / Weşanên J&J, Amed, 2021
-Kezîreşkê / Helbest / Weşanên J&J, Amed, 2021
-Li benda te me / Helbest / Weşanên J&J, Amed, 2021
- Ava Tî / Helbest / Weşanên Aryen, Amed, 2021