Fêrgîn Melîk Aykoç
I – Nivîskar û mijara bêlayanî
Di nava nivîskaran de peyva “bêlayanî” wekî saw û rêbayeke demjiyanê pêl dide, heta carina ev pêl wekî ji xwe revînê olan dide, dê pêlên vê nexweşiya bêlayanî li kîjan qeraxê bide, ne xuyaye. Mixabin ku ev tenê di nava kurdan de wiha ye. Wekî mînak: Nivîskarê alman Gunter Gras ku Xelata Nobelê wergirtibû, bi dehan salan endamê SPD’ê bû. Hema bigire hemû nivîskarên cîhanê xwediyê dîtinên siyasî ne. Lê ev nexweşiya bêlayanî tenê wekî sawekî li welatê me qelibiye, yan jî hatiye qelibandin, ji ber ku di her warî de; em ne em in.
Piraniya nivîskaran ji peyva bêlayanî, tenê ji Tevgera Azadî dûr rawestanê fêm dikin. Wekî mînak dema hin nivîskar diçin di TRT Şeşê de li gor polîtîkaya serkarên dagirkerên tirk dixebitin, xwe wekî kesên alîgir nabînin, ku li gor min serkariya niha faşîzma kesk e. Gelek mixabin ku ew awa kes xwe bi vî awayî qaşo bêlayan nîşan didin. Lê ku yek biçe di TV’yeke partiyên netewa kurd ya wekî Kurdistan TV, bi taybeti jî di Roj TV de bixebite, ev rasterast mîna alîgirê hêzekî tê îlankirin. (Heta hin nivîskarên di nava labîrantên reşên şevê û cinan de digerin, bi navê bêlayanê derneketin Roj TV, lê çûn di televîzyona serkariya dewletê TRT Şeşê de rûçikên xwe yên zîşt nîşan dan.)
Ma mirovek, siyasetmedarek, nivîskar û helbestvaneke welatê dagirkirî dikane di navbera Tevgera Azadiya xwe û digirkerên xwînxwar de bêlayan bin? Ma kesên ji sazî û bîrdoza dagirkeran re xizmet bike, keseke/î bêlayan e?
Bêlayanî çi ye? Zanîna tê zanîn; ku kesekî di heman mesafeyê de nêzîkê hêz û partiyên netewa xwe bibe; bawerî, çîn û komên netewa xwe wekî hev bigire, ango tu cudahî neke navbera wan bawerî, helwest û partiyan, hê dikane bibe bêlayan.
Kesên di navbera hêzên dagirker û tevgera netewa xwe de bêdeng bimîne, hê di ser de jî xwe nêzîkê desthilatdariya dagirkeran hîs bike, nikane bibe bêlayan. Ku kesek di herer tevger û gav avêtinên xwe de bi rengekî ji desthilatî, yan jî partiyeke dagirkeran re xizmet bike, ew helwest nabe bêlayanî, ber bi rengekî îxanetê ve diçe.
Di vê mijara şaş têgihîştina peyva “bêlayanî” de bêguman polîtîkaya bişaftinê û çanda li Tirkiyê bi zanistî afirandine û dane rûniştin jî roleke gelek mezin dilîze. Gelek pêşketinên cîhanî bi awayeke belovajî xwe digîhîne Rojhilata Navîn, xwerû Tirkiyê. Wekî mînak: Dema mirov li welatekî Ewropayê bibêje: “Filan ziman gerdûnî, bêvan ziman ne gerdûnî ye! Yan bibêje; ziman amûrekê ye! Yan jî mirov wekî faşîstekî kesk wiha îdîa bike: Filan ziman medenî, bêvan ne medenî ye!” Ewropî bi mirovan dikenin. Lê ev awa îdîa di çanda tirkan de rûniştiye. Em jî carnan di divêtiyê de dimînin û li ser îdîayên wiha bê bingeh nîqaş dikin.
Bi vê rastiyê ve girêdayî wekî encam
Yek : Polîtîka, piçûkxistin, bişavtin û çewisandin a dagirkerên tirk di mêjî û giyana gelek mirovên me de kompleksa xwepiçûkdîtinê afirandiye. Ji wê hin kes mezinahiyê di çand û dîroka gelên din de dibînin, nirx û pîroziyên kurdistanî biçûk dibînin. Ji bo ku ev kes xwe mezin nîşan bidin, li ser çand û nirxên biyaniyên nasraw dinivisînin.
Du: Ji ber ku hin ewropî û fîlozofên ewropî li ser nirx û çanda grêkan lêkolînên berfireh kirne, nav û deng girtine ku ewropî bingehê çanda xwe bi ya grêkan ve girê didin, hin kesên kurd jî nirxên xwe cih dihêlin û berê xwe didin wî aliyê. Debe, ew jî hêvî bikin ku bi vî awayî bibin xwediyê nav û deng.
Sê: Polîtîka serkariya tirk a faşîzma kesk niha ev e; dibêjin: “Bi kurdî çi qas dinivisîne, binivisîne! Lê bila tenê ziman bi kurdî be, tu têkiliya di naverokê de bi kurd û Kurdistanê re, bi nirx, dîrok û mîtolojiya kurdan re tunebe.” Ango Serkariya dagirkerên tirk naxwaze ku hestên netewî, giyana çanda derûnî ya kurdan pêş bikeve.
Çar : Di nava çanda tirkan de texlîta ewropayî gelek pêşketiye. Ji bo kesekê zanyarbûna xwe nîşan bide, di her nivîsandinekê xwe de ya naveke ewropî, yan jî ji mîtolojiyeke ewropî wekî mînak dide. Di warê fîlm û hunerê de jî ev renga xwe nîşan dide. Mirov bandora vê di nava kurdan û kêmneteweyên din de jî dibîne.
Pênc : Bê guman aliyê îslamîstan yê lîberalîzmê jî di vî warî de xwedî bandore ke mezin e. Karektera lîberalîzmê bi giştî li ser bingehê qedandin û tekbirinê rûdine, aliyê liberalîstiya îslamîstan di vî warî de hê xirabtir e. Wê dest avêt her mijareyî, bêku mijareyê çareser bike, tenê serê birînê der kir, xwê û asît reşand ser, rizand û fetisand. Bala xwe bidinê di bin navê rêlêvekirinê de dest avêt her tiştî, lê tu tişt çareser nekir. Tenê qaşo vekir, bala giştî hinek bi wê hêlê ve kişand, bi kelecan rê li hêviyê re vekir û di encamê de tepisand, di nava bêdengiyê de rizand û li cih hîşt.
Wekî mînak: Di bin navê rêlêvekirinê de mijara kurd derxist rojevê, TRT şeş vekir, ji hin rewşenbîran re rêya rantê da xuyan û di wê xalê de fetisand. Dest avêt mijara elewîtî, qaşo ji bo kujêriya Dêrsimê lêborîn xwest û hwd. Lê tu tiştekî negihand encamê. Vê jî di nava nivîskar û ronakbîran de rêya nexweşiyê vekir. Ji ber vê bandorê jî meylê hin nivîskaran ber bi çanda biyanî ve diçe.
Şeş: Rêbaya desthilatdarî rasterast bandorê li her kesî, bi taybetî jî li nivîskar û rewşenbîran dike. Wekî mînak dema sosyalîzma reel li ser kar bû û cîhan li dor du polan civiyabû, bayê nexweşiya bêlayanî jî ew qas bi hêz nebû. Bi taybetî di nava me kurdan de ev peyv hê nexuya bû. Dîsa li Tirkiyê xwerû di pevajoya hilbijartinên salên heftêyî de hin hêzên li pey “Karaoglan (lawikê reş)” bûn, digotin; “kî rey nede CHP, bibe bide MC’ê (koalisyona Partiya AKP ya wê demê MSP, AP û MHP) ew don di nanê Turkeş re dike!” Ew heman kes niha di bin çengê AKP’ê de ne. Dema di salên nodî de xurtbûna hêza PKK’ê derket pêş, Med û Medya tv vebûn, piraniya nivîskar û rewşenbîran berê xwe dan saziyên nêzîkê PKK’ê. Wê demê hindik mabû ku em xwediyên YRWK’ê di bin lingên piraniya van rewşenbîrên xwedîgiravî niha bêlayan in de bipelixin.
Gava desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi tevahî ket destê kurdan û birêz Mesud Barzanî bû serokê heremê, piraniya rewşenbîrên hetanê wê kêliyê gotinên herî xirab li ser rêzdar Barzanî digotin, bi carê ve pesna birêz Barzanî dan û gotin “serokê me”. Hema li pey jî fetulahî û AKP’eyîyan hinek kuncikeke pereyê rantê nîşan da, vê carê jî wan qaşo bêlayanan berê xwe dan wî aliyê.
Bi gotineke kurt û kurmancî rêbaya desthilatdariyê jî bandorê li nivîskar û rewşenbîran dike. Ji wê ye niha hin kes hene, naxwazin peyva “faşîzma kesk” jî bibîhîsin.
Ku mirov bikane wê mijara bêlayanî, yan jî nexweşiya bêlayanî di nava vê çarçoveyê de binirxîne, dê hê bi hêsantir rastiyê bibîne.
II – Di neynika vê rastiyê de nivîskar û helbestvanên me û terciha wan. Ji bo vê du mînakên balkêş:
Dema mirov li dîmena nivîskariya kurd dinêre, dibîne ku kesayetiyên me yên qelem girtine, bi giranî di siya vê rastiyê de tevdigerin. Navê vê jî gelek nazik kirine jê re; “tercih” dibêjin. Vê tercihê jî di bin navê nivîskariyê de dikin.
Çend mînak:
Havîna sala par romana Silêman Demir ya bi navê “Kasandra” bi dest min ket. Min ew hetanî nîvî xwend, lê ez qehirîm û min xwendina wê di nivî de li cih hîşt.. Min wiha ji xwe pirsî: Ma li Kurdistanê mijare tune, vî camêrî rabûye, li ser mijareyekê bi dehan roman li ser hatine nivîsandin nivîsiye? Ma mirov bi çanda biyaniyan mezin dibe? Li gor boçûna min di vê pêvajoyê de ev romana bi navê “Kasandra” çar qurişan jî nake. Di naverokê de çend hevokên xemilandî jî hebin, rastiyê neguherîne.
Birêz Îlhamî Sîdar di malpera Diyarnamê de li ser pîrtûka helbestên Lal Laleş ya di bin navê “Matmayîna Ronya” de derketiye, nivîsiye. Ji ber ku pirtûk bi destê min neketiye, ez ê tenê agahiyên Rêzdar Sîdar dane wekî bingeh bigirim. Li gor nivîsa wî ev pirtûka helbestên Lal Laleş bi giranî li ser mîtolojiya grêkan, xwerû li ser Olympos, Panasos û hin mîtolojiyên grêkan e. Bila rêzdar Sîdar min bibexşîne, ji xweşiya nirxandina wî re tu gotinên min tune, ez dibêjim; xwezila wî keda xwe bida berhemeke naverokkurdî, ne bi Olymposan serê me biêşanda. Divê mirov ne pesna kesên wiha bi navê tercihê evîn û mezinahiyê di nirxên biyaniyan de derdixe pêş, ne jî yê berhemên wan bide. Divê mirov bi rexneyên tund di ser wan de here ku ew bikanin li xwe û dîroka xwe vegerin.
Pirsên min:
Gelo çima hin nivîskar û helbestvan dîrok, mîtolojî, gernas, pirsgirekên civaka xwe, erdnîgariya welatê xwe nabînin, tercih yan jî hewesiya xwe bi çiya û mîtolojiya biyaniyan wekî mînak ya grêkan tînin? Ma nivîskar û helbestvaneke/î grêkî li ser Ararat, Cûdî, Nemrût û mîtolojiyên kurdan helbest yan jî tiştekî nivisandiye? Ma Zeus ne qopya Mîtra ye, Herakles (herkul)ne siya Gilgamêş /Zal e. Ma Hades ne qopya Qotê dojehê, yan jî Ahûra Manyû ye. Ma di dîroka Kurdan de Apollon û Afrodît tunene? Zîna Zêdan, Sindiyan û Adûlê ne ji Apollon û Afrodîtê xweişktir in? Hê di ser de jî tukesî di vî warî de nenivisandiye, qadeke erdê gort û xozan e. Dibe afirandinekê nû û nûjeniyekê.
Ma çiyayê Olympos û Paranassos ji Agirî, Cûdî û Nemrûtê pîroztir, bi nav û dengtir in? Ev girên bêwate li ber siya Agirî hê nabin til û tûm jî. Dîsa jî bi sedan helbest û çîrok li ser Olympos û Paranassos hatine nivisandin, wê kê carekê din sedbareya wan helebst û çîrokan bixwîne? Divê mirov vê rastiyê ji bîr neke, yên ku van çiyayên bêwate wekî çiyayên mîtolojîk û bi wate bi cihanê dan pejirandin jî nivîskarên grêkan e. Gelo em jî nikanin wekî nivîskarên grêkan bin û nirxên welat û netewa xwe derxin pêş?
Ku rastî ev e, wê çaxê çima hin kesên qaşo xwe baqil dihesibînin û li ser xwe re tu kesî nabînin, bi pozbilindî li hawîrdora xwe dinêrin, li ser tiştên wiha vala û bêwate dinivisînin. Sebeba vê çi ye?
Nivîskar û helbestvanên biyanî
Em li nivîskarên welatên din mêze dikin. Her nivîskarekî beşekî dîroka welatê xwe, avabûna welatê xwe, avabûna kelahekî, jiyana qehremanekê welat û miletê xwe nivisiye. Wekî mînak Sabîne Ebert bi navê “Hebame” (hemşîre) pênc bend li ser avabûna bajarekî û li wî bajarî derxistana cewherekî nivîsandiye. Gunter Gras jî bûyarên dema Şerê Cîhanê yê Duyem ku li Almanyayê qewimîne wekî mijar girtiye. Ken Folet jî bi navê “Stûnên Erdê” avakirina katedraleke li Bîrîtanya bingeh girtiye. Di dema Tolstoy û Dostoyevskî her çendî evîndariya ziman û wêjeya fransiz jî li Rûsyayê serdest bû, dîsa jî wan li ser encamên şerê Napolyon ê li Rûsyayê nivisîne. Yanê nivîskarên hemû welatan; berê her tiştî rûdan, jiyan, çîrok, dîrok, qehreman, xweşikî û avabûna bajarên welatên xwe nivisîne, hîna berê xwe dane welatên din.
Lê hin kesên qaşo bi navê helbestvan û nivîskariya kurd radibin jî, bi navê bêlayanî çanda biyaniyan li ser me ferz dikin ku em bixwînin. Ez hêvî dikim ku tu kurd van pirtûkan, nekirin û nexwînin.
Ma mijare li welatê me tune? Welatê me wekî xozanekî (zeviya bi dehan salan nehatiye çandin) erd gort(erdê xam) e. Mirov li kîjan newal û deviyên Kurdistanê gav davêje: Bêhna mîtolojiyan, bêhna jiyanên têkçûyî, bêhna evînên çilmisî, bêhna qehreman û serhildanan jê tê. Li ber her zinareke welatê me pîrfiraziya Seyîd Rizoyekî heye. Di her gundekî me yê şewitandî de bi dehan mijarên helbest, çîrok û romanên mezin hene, ûhwd.
Di warê serhildanên netewî de: Dijminê me bi xwe dibêjin ku 29 serhildanên kurdan hene. Di her serhildanekê de bi dehan qehreman hene. Jiyana her qehremanekî/ê bi serê xwe çend pirtûk helbest û roman in. Tekoşîna sih salî heye, pêncî hezar mirov hatine qetilkirin, 20 hezar mirov hatine wendakirin, bi sedan xortên bi destgirtî di leşkeriyê de di bin navên xwekîuştinê de hatin kuştin.
Di warê dîrokê de: Jiyanê berê li vir dest pê kiriye. Heta mabeta ewil jî li vir derket. Avabûna her bajarekî me bi serê xwe mijareyên taybetî ne. Keleh û avabûna Mêrdînê, dîroka Heskîfê, Sûrên Amedê, Keleha Hewlêr, dîroka Birca Belek, bajarê Helebçe, Ekbatana (Hamedan) Medan, Baxê Îrem a li Kurdistanê, Rêwitiya Deh Hezaran û berxwedana Kardoxan, Mijara Cimşidê Kasîtan. Duwazdeh zîgûratên li Babîl û Bajarê Ûr, Dîroka Riha û qiraliyeta bi raz ya Komeganê, Urartû, Mîtanî. Jiyan Zerdeşt û Manî, Xwedawendên li erdnigariya me. Di cihê Zeus de xwedawend Mîtra, Anahîta, Zarokên Hz. Zerdeşt Otava û Kvarîkza, Serhildanên Kurdan, Ziyaretgehên Kurdan, Dîroka Kela Tujpayê û hîn bi sedan mijarên dîrokî li ber destên me ne. Lê ew diçin li ser Kasandira, Olympus û her wiha nizanim çi dinivisînin, çima ew Anahitayên Kurdistanê nabînin?
Têbinî:
Dê gelek kes li dij vê nirxandina min derkevin û wê bibêjin: “Nivîskar azad e, nivîskar li gor tercîha xwe mijareyan hildibijêre.” Lê di rastiya xwe de ev hevok jî ne hevokeke serbixwe ye, rasterast ji bandora çanda dagirkeran, yan jî wekî encameke bişavtinê di mêjiyê me de rûniştiye. Em di nîqaşan de gelek caran rastê gotinên wiha hatine. Dema mirov ji kurdekî li gel partiyên dagirker cihê xwe girtiye re bibêje: “Tu çima li cem partiyeke kurdan cihê xwe nagirî?” Hima wisa bersiv dide: “Ez kesek azad im, ev tercîha min e.” Yanê çawa ku bibêjin, kesên li ba partiyên kurdan cihê xwe bigire ne azad in!
Ev di warê ziman de jî wiha ye. Di festîvalekê de min xwerû ji bo berteka hin mirovên xwende (yên bi dîplomên zanîngeh û bi payeyê Dr. yan) pîvanê, pirseke wiha kir: “Tu çima bi kurdî bi min re napeyîvî?” Ji sedî heftêyî bi zimanê tirkî wiha bersiva min dan: “Ma ez mecbûr im ku bi kurdî bipeyivim? Ez kesek azad im, kîjan zimanî bixwazim, bi wî dipeyîvim!” Lê tirk, grêk, ereb û milatên din li ser vê pirsa min: “Ma hûn mecbûrin ku bi zimanên xwe bipeyivin?” Wan wiha bersiv dan: “Belê em mecbûrin ku bi zimanê xwe yê dayîkê bipeyivin. Ew heyiya me ye!” Heman kurdên xwende yên li dij kurdî bertek nîşan dabûn jî gotin: “Ew xwedî dewlet in, lema mecbûrin ku bi zimanê xwe bipeyivin!”
Rêzdar Îsmaîl Bêşîkçî di nivîsa xwe ya di bin navê “Medeniyet dili uzerîne” (zimanê şarestaniyê) de ku di gelek malperan de derket, vê mînakê dide:
“Piraniya nivîskar û rewşenbîrên kurd li hember pirsa rojnemegerekî/ê: Li ser bîranînên xwe pirr tiştan dibêjin. Gelek mînakên cezakirinê jî didin.
Di xaleke hevpeyvînê de dema rojnameger li ser weşana berhemên kurdî dipirse. Wekî mînak, ka çima ew nivîskar berhemên xwe bi kurdî nanivisînin. Ew rewşenbîr û nivîskarê kurd wiha bersiv dide; ‘Ez evîndarê tirkî û zimanê tirkî me!’ Ev ne gotine çend kesan, bersiva gelek nivîskar û rewşenbîrên wiha hene!”
Çawa ku ev agahiyên zanistî jî vê rastiyê destnîşan dikin, gelek zelal e ku dagirkeran di mêjiyê me de hin rengên ji xwerevînê daçikandiye, lema wê sedî sed hin kes ji vê dîtina min re bibêjin: “Ma nivîskar mecbûrin ku wekî terciha te berê xwe bidin mijareyên kurdinî?” Ez jî wiha dibêjim: Ku rewşenbîr, lêkolîner, dîrokzan û nivîskarên kurd xwe mecbûr hîs nekin û li ser dîrok, çand, mîtolojî û rastiyên welatên xwe nenivisînin, vê ranegihînin cihanê, dê kê binivîsîne û rastiya nirx û çanda me bi cihanê bide pejirandin? Wê çaxê çi wateya “ez rewşenbîr im” heye? Wê li welêt tenê texlîteke çanda biyanî dernekeve pêş me? Evîndarî û meftûniya biyaniyan dê me bigihîjîne kuçderê? Bi taybetî jî di vê dema faşîzma kesk de ku her tişt li ser dek û dolabên osmaniyan dimeşe, wê têkçûn sedîsed be.
III – Hin mînak ji wan helbestan û terciha min
Birêz Îlhamî Sîdar jî berê vê rastiyê dibîne, lê dû re bi çend gotinên lê xweş tê ji vê rastiyê dûr dikeve. Dîtina wî ya rast:
“Belê gava ewil ez jî hinek şaş mam û min di ber dilê xwe de got gelo Lal Laleş xwe bisiparta Çiyayê Elbrûzê û di şikefta Zerdeşt de biketa silûkê, li Rexşa Belek siwar bûya û bêhna xwe li Semenganê vedaya û bi şûn de ber bi çiyayê ku kul û derdên Zalê Zêrîn aş dikir de biajotaya, yan jî berê xwe bidaya Laleşa pîroz wê ne guncavtir bûya….”
Em li helbestên Lal Laleş ên ku birêz Sîdar wekî mînak dane binêrin: Ez ne helbestvan im, tu rikekê min ê bi helbestvanan re têkevim pêşbirkê tune. Ew jî huner û heredariyeke xwerû ye. Lê ez ê dîsa jî terciha xwe wekî alternatîfên mînak li ber helbestên Lal Laleş daynim.
Tu hespekî bide min ez ê hestekî bikujim.
Heta ku em li çiyê bijîn em ê bextewar bin.
(Helene û Şerê Troya)
Ez helbestvan bama, dê min ê di cihê navê Helene û Troya yê de naveke kurdî û kelaheke li Kurdistanê bigirta û wiha binivisan da:
“Hê Zal! Tîrek bide min ez mêjiyê bende bikujim
Daku em jî em bin, bextewar li deşt û çiyan bijîn.
(Newxatûn û şerê Tujpayê)
Birêz Sîdar li ser helbesta “Zeus” wiha dinivîse: “Metaforên wiha li hev hatî bi rastî jî pir xurt û balkêş in” Û wekî mînak van sewaneyan dide:
Hestên di navbera xak û wextê de erkê û eşqê qam dikin.
Tîrên di navbera erş û erdê de rakişandî di çavên pezkoviyan de bi meqam dikin.
(Zeus)
Ez di vê sewaneyê de tu metaforek nabînim (li gor xwe). Ev helbest wiha bihata nivisandin, li gor boçûna min dê hîna mirovan bikaniya behsa metaforê bikira:
Hestên di dergûşa xak û demê de erk û eşqa lixwevegerê qam dikin
Tîrê salarê Medan di berahiya erş û ezman de rakêşa di çavên ferîştekan de bi meqam dikin.
(Mîtra)
Mînaka Sîdar ya ji helbesta Apollon
Li warên wêran li paxila maran.
Xort şîrê keçên kuçelanî tehm dikin payîzên bêzar.
(Apollon)
Di cihê Apollon de xweşiyeke Kurdistanî ba, gelo dê ev helbest hê xweşiktir û bi watetir neba? Dê hin kes bêjin ew terciha te ye. Belê terciha min e.
Gundên hatine sotin, wêran, li paxila dupişk û maran
Xort û keç bê siberoj diçêştînin xemginiya payîzên bêzar.
(Ferîşteka bêxwedî)
Li gor min ev helbest jî ji bo gelê roma-sîntî heqaret e. Ma mafê helbestvanekî heye ku li kêm netewan heqaret bike?
Ronya,
Qereçî çima bêpevçûn kon xera nakin
Bêpevçûn Kurd li hev nakin
Berxa min ez ê qereçî bimînim
Tu dixwazî tu Kurd bimîne
Jixwe cîranên me mitirb in
(Bist û Yek Awirên Sêl û Bêl)
Her çendî ez vê ji helbestê zêdetir, çend gotinên li pey hev rêzkirî jî bibînim, em dîsa helbest bêjin. Ku helbestvan di neynika şovenizma tirk de li rastiya vî gelî nenêrîya, dê wiha binivisanda:
Roman çima bêpevçûn konan xira nakin
Li kurdan jî heman nexweşî, li hev nakin
Berxa min ez ê roman bimînim
Tu dixwazî tu bi kurdî bijî
Jixwe cîranên me Roma-sintî ne
Mînaka ji helbesta Olympe binêrin!
Olympe werîs û rêsî li serê sikurê li nik hev in ji beriya sûrê.
Mirov ber bi kindirê ve rêwî ye, lawir ber bi rêsî ve
(Olympe))
Ma rûdanên li Olympê ji şerê pezkovî û Siyabend ê li çiyayê Sîpanê bi watetir e? Li aliyê din ev gotin ne tiştên nû ne, lema mirovan dikanî van gotinanan wiha jî rêz bikira.
Sîpanê, werîsê heft gundan li gel rêsî li ser sikurê geliyê kûrê
Siyabend berbi çîqilê darê ve rêwî ye, lawir berbi laşê pezkuvî ve
(Sîpanê)
Birêz Sîdar ji helbesta Aphroditê jî van sewaneyan dide.
Xwîna keçiniya Aphrodîtê mevreda erka çiyayê nêr e
Bayê başûr û bayê bakur li ser lêvên wê li hev dikevin.
Diyarbekir şivanê şîvnexwarî ye…
Remza kêliyê ye kela wê.
(Aphrodite)
Lê ev dikanîbû wiha jî ba, lew re Aphrodît ne ji Binevşê xweşiktir e. Yanê tipa “ph” keçekê xweşiktir nake.
Xwîna keçiniya Binevşa Narîn ax û zar li Qerejdaxa jêr e
Bayên başûr û bakur li ser axîna sotina lêvên wê wekî gerdûna hêr ê
Amed şivanê şîvnexwarî dinale bi sûr û dêr e
Remza hêviyên li ber kêla wê ma bê xêr e
(Binevş)
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Dilşêr Bêwar: Li peravên torê torên evînê
- Cemil Oguz: Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin
- Îlhamî Sîdar: Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Şengul Ogur: Jineke Xinanî: Kitêbeke Biçûk
- Îlhamî Sîdar: Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”
- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN
- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’
- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin