logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Paşgoyên pirtûkan ên rojnameyan û nebûna ya kurdan

Bi ser deh rojnameyên li Tirkiyeyê di vê serdema Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê paşgoyên pirtûkan weşandin. Di

  • Dîrok: 19/11/2012
  • Beş: Çapemenî

Cemil Oguz

Bi ser deh rojnameyên li Tirkiyeyê di vê serdema Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê paşgoyên pirtûkan weşandin. Di nav wan de ya herî mezin a Vatan Kîtabê bû (120) û di nav wan de ne paşgoyeke a kurdan hebû, ne jî wan paşgoyên bi tirkî nûçeyek li ser pirtûkên kurdan weşandibû.

Li dinyayê gelek rojname li ser pirtûkan paşgoyên taybet didin. Li Tirkiyeyê jî wisa ye. Li Tirkiyeyê bi ser deh rojnameyan de rojname hin jê heftane, hin jê du heftane, hinek jî paşgoyên mehane didin. Heta niha van rojnameyan ji bo Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê paşgoyên taybet amade dikir lê ev taybetî îsal zêdetir xwe nîşan da. Hem bi ser deh rojnameyan de paşgo amade kirin û belav kirin, hem jî li fûarê stand vekirin û li van standan reklama xwe dikin.
Lê mixabin di nav van paşgoyan de yek jî bi kurdî nîn e. Her wiha rojnameya kurdan a bi tirkî Ozgur Gundemê ku paşgoya pirtûkan qet amade nake, di vê fûarê de jî tiştek taybet amade nekiriye.
Sedem nebûna derfetan be, sedem nebûna têkiliya weşanxaneyên kurdan û rojnameyan kurdan be, yan jî çi dibe bila bibe wisa xuyaye ku kurd hînê amadekirina paşgoyan nebûne.
Di van paşgoyên ku rojnameyan Tirkiyeyê yên bi tirkî amade kirine de, paşgoya herî mezin a Vatan Kîtabê ye ku 120 rûpel girtiye. Piştî wê bi 100 rûpelî Radîkal Kîtab û dûre jî bi 96 rûpelî Milliyet Kîtab tê.
Di van paşgoyan de pirtûk dane nasîn, bi nivîskaran re hevpeyvîn hatine kirin, hilbijêreke ji lîsteya çalakî û rojên îmzeyan ên fûarê hatine pêşkêşkirin. Bi ser deh rojnameyan re ku paşgo amade kirine, her yekê li gor bîrdozî, yan jî nêzîktêdayîna xwe cih daye pirtûkan, naverok amade kirine. Mînak, paşgoyên rojnameyên olî zêdetir pirtûkên derdora xwe derxistine pêş, yên Kemalîstan li gor xwe, yên din jî li gor nêzîktêdayîna xwe. Lê yekê jî nûçeyeke li ser pirtûkên bi kurdî çênekirine. Paşgoyên wekî Radîkal Kîtap, Evrensel Kîtap û Bîrgun Kîtap ku carinan li ser pirtûkên kurdan tiştinan diweşînin (carinan bi kurdî) lê di van paşgoyan de tu nivîseke wisa neweşandine. Ji van hemû rojnameyan tenê Taraf Kîtapê cih daye du nivîsên bi kurdî ("Dayika Meryemê û Meryema Sebrî Silîvanî" - Ferzan Şêr û "'Û Gotina Min': Nameya Şêx Hat Xwendin" - Hamîd Omerî). Belê bi ser deh rojnameyan de, nêzî hezar rûpelî paşgo hatiye weşandin lê tenê du rûpel ji bo kurdî. Ev yek rewşa nêzîktêdayîna li hemberî kurdan û kurdî jî nîşan dide.

Vaye hin paşgoyên pirtûk û bi rêzê her yek çend rûpelî hatiye weşandin:

- Vatan Kîtap: 120 rûpel (8 rûpel ji bo paşgoya zarokan)
- Radikal Kitap: 100 rûpel
- Milliyet Kitap: 96 rûpel
- Taraf Kitap:64 rûpel
- Hurriyet Kitap: 46 rûpel
- Akşam Kitap: 46 rûpel
- Birgun Kitap: 40 rûpel
- Aydinlik Kitap: 32 rûpel
- HT Kitap: 32 rûpel
- Yurk Kitap: 32 rûpel
- Evrensel Kitap: 24 rûpel

***

Nûçeyên eleqedar:

- '10 sal in pirsgirêka me ya azadiya ramanê heye'

- Weşanên Aramê bi 13 pirtûkên nû li Fûarê ye

- Jan Dost beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe

- Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn

- Îsal çalakiyên kurdan kêm in

- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

news
  • 07 08 2026

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

news
  • 02 08 2026

Belgefîlmê Mourinho yeno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ey Dad!

ad

Ez Qamişlo di kefa her du destên xwe de hildigirim û têr digrîm

ad

Ev e wêneyê rojê: Şaredarî çû, rengî jî çûn

ad

'Analîz' jî hat girtin

ad

Vane weşanxaneyên kurdan ên beşdarî TUYAP'ê dibin

ad

Şiroveyek li ser "99 Morîkên Belavbûyî"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname